Hevsarê rêgezperestiyê qetiyaye

Duh êvarê (13. 9.2020) li bajarê Afyon- Dînarê êrîşeke rêgezperest li dijî karkerên avahîsaziyê yên kurd pêk hat, karkerekî bi navê Ozkan T. hat kuştin, du kes jî birîndar bûn. Çend roj berê jî li bajarê li Sakaryayê karkerên çandiniyê rastî êrîşeke tund a rêgezperest hatibûn. Ev êrîş ne yên pêşî ne jî yên dawîyê ne. Ev êrîşên pegalsaz in, ji derûnî û pespektîfa desthilatdariyê ya dijkurd derdikevin ku ew bi xwe riya vê yekê bi israr vedike.

Ji xeynî siyaseta hikûmeta faşîst, îdeolojiya dewletê dijkurd e. Ev yek bi xwe çavkaniya êrîş û qetrehmiya li ser kurdan e. Hebûna kurdan di armanca tîrên nijad û rêgezperestiya bi her rengî êrîşên dewlet û hêzên di bin bandora dewlête de ye. Helwesta hikûmeta AKP-MHP’ê vê rastiyê dukêl û tîr dike.

Li her derê welêt çi kuştin-mirin, çi zilm û zexta tazî, çi girtin, îşkence, pêkûtî, çewsandin li ser pişta kurdan weke tenûrekê agir tê pêxistin. Kiryarê van yekan aşkera û zelal dewlet bi xwe ye. Divê kes li cihekî din li kiryaran negere. Eger dewlet bi destê xwe neke jî teşwîq dike, rê dide ber û di encamê de hîmaye dike, per û baskên xwe li ser kiryaran vedike.

Waliyê Sakaryayê ji êrîşa li ser malbata kurdan çi gotibû, em bînin bîra xwe? Li gel dîmen, gilî û gazinên êrîşxwaran gotibû, bûyer şêlî ye, mirov nikare kesî sûcdar nîşan bide. Li ser êrîşa duh jî, dewsa ku qatîlan bigere û bigire, rayedarê polîs ên rastî êrîşê hatine re dibêje, cenazeyê xwe hildin û ji vê derê derkevin. Ev yek îmzeyên dewletê ne ku li bin êrîşan dixe. Ji ber vê rastiyê jî êrîşên bi vî  rengî tu car bi dawî nabin. Li pişt kiryaran dewlet heye, qet nacedîne ku veşerê jî.

Dewleta tirk bi xwîn û zilma li ser kurdan xwe xwedî dike. Keç û jinên kurdan bi awayekî pergalsaz rastî tecawizan dibin. Kêlik û goristanên cangoriyên kurd tên rûxandin. Li Başûr, Şengalê, Rojava dagirkerî û zilma li ser gelê kurd bê pîvan e.

Rêgezperestiyê serê hildaye, hevsarê ku di destê dewletê de ye qetyaye. Em jî, ew jî, dinya alem jî zanin ev ne dîmenên xurtbûnê, mezinbûnê û bibêzbûne ne lê belê dev jî jê bernade.

Ji ber çi?

Ji ber ku di dest de ji bilî şîdetê tiştek nemaye. Nijad û rêgezperestî di roja îroyîn de li ser nakokiyan dinixumîne, temenê wan dirêj dike. Ava ser wan dimiçiqe, oksîjena wan kêm dibe, pelên wan diweşin ew serî li karbonmonoksîtê didin, ava golegeniyan vedixwin, xwe davêjine bextê axa kilsê. Dizanin ku çare nîn e. Em ji bîr nekin dewleta kujer di kaos û krîzên bi vî rengî de her tim xwe li rêgezperestiyê girtiye. Weke melhemê li birînên xwe daye. Xwestiye xwe ji rewşên wiha xilas bike. Pirî caran kêr hatiye jî. Ji ber ku ya herî zêde rewacê dibîne xurandina rêgezperestiyê ye.

Hikûmeta faşîst, dixuyê ku komkujiyeke dûvedirêj û hênik jî daye ber xwe.  Kurdan jî weke ermeniyan dijmin dihesibînin, li ku derê bên dîtin kuştina wan ji bo çûna cinetê rewa û helal tê dîtin. Hikûmet doza vê dijmitiyê li gorî siyaseta xwe ya rojane li dar dixe.

Bêdengiya muxalefeta tirk jî vê rewşê rewa nîşan dide. Destê hikûmetê ji vî aliyî ve jî xurt dike. Xetereya li pêş kurdan her roj diçe mezin dibe. Li aliyekî kurdan mehkûmî birçîbûnê dike, li aliyê din xetereyeke fîzîkî derdixe pêş.

Gelo kurd çi bikin?

Divê kurd xwe weke berxê ber kêrê nebînin. Divê her kurdê ku jiyana van rastiyan li pêş wan e, li hember van hovîtiyan bi hişyarî tevbigerin, xwedî li hev derkevin, xwe li hember van êrîşan bi rêxistin bikin,

Bi giştî kurd çi siyaset, çi gel li vê arîşeyê xurttir xwedî derkeve, bike malî siyaseta rojane û tevî pirsgirêkên din vê yekê jî xurttir bike rojeva xwe. Ji bilî rêxistinbûn û yekdengiya ji bo çareseriya van pirsgirêkan riyeke din nîn e. Bi giştî kurd di qonaxeke hesas re derbas dibin, divê parastina xwe esas bigirin.

Dikarî Biecibînî