Çend serdan û çend gotin

Di van 10 rojên dawî de li ser Iraq û başûrê Kurdistanê çend serdanên girîng çêbûn.

Serdana  yekem a girîng, hatina serokê Fransayê Macron bû. Macron di demên dawîn de bi awayek tund dijberiya dewleta tirk û Erdogan dike.Hem li ser pirsgirêka behra Spî daxuyaniyên tund dan, hem jî bo  serweriya axa Iraqê, li dij Tirkiyeyê daxuyanî da. Ev daxuyaniyên Macron, Erdogan qels dike yan bi hêz dike, mijara niqaşê ye. Lê xuyaye ku Macron bi rol û mîsyonek tevdigere.Ev rol û mîsyon a Fransa û Macronê yan jî polîtîkayek giştî yên Yekitiya Ewropayê ye? Serokê demê yên Yekitiya Ewropayê Almanya ye. Di van mijaran de tu deng ji Almanyayê dernakeve.Fransa bêhtir derdikeve pêş. Di nav herdu dewletan de karbeşiyek heye yan nakokî heye ne diyar e. Lê  xuyaye ku bi pêşengiya Fransa û Macronê, Ewropa li Rojhikata Navîn carek din dixwaze bibe xwedî înîsiyatîf û hêzeke sereke. Dîsa xuyaye ku Macron ji bo Erdogan û Tirkiye, xwedî peywireke gotinên wî yê berê ku gotibû ez her roj derdê Erdogan dikşînim û yên di rojame de vê yekê piştrast dikin.

Çapemeniya başûrê Kurdistanê bi taybet çapemeniya PDK’ê digot wê Macron were başûrê Kurdistanê, li benda Macron bûn û dixwestin were başûrê Kurdistanê. Lê Macron nehat û gazî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û li Bexdayê hevdîtin hat çêkirin. Ev jî peyamek bû ji bo Iraq û rêveberiya Başûr.

Piştî hatina Macron, bi lez û bez dewleta tirk bangî Nêçîrvan Barzanî kir û vexwend Enqereyê. Bi rastî jî ev hevdîtin dikaribûn bi dizî ji çêkirina. Ji bo çi ewqas vekirî û bi awayekî fermî çêkirin? Bi hevdîtinê peyam dan kîjan aliyan? Mijareke niqaşê ye. Piştî hevdîtinan ji herdu aliyan daxuyaniyên cuda hatin. Daxuyaniyên li ser navê rêveberiya başûrê Kurdistanê ku hatiye dayîn, behsa karên aborî, nexweşiya corona û têkiliyên herdu aliyan dihate kirin. Lê aliyê Tirkiyeyê bi awayekî vekirî got me ji bo têkoşîna bi PKK’ê gazî kir û niqaş kirine. Her çiqas aliyê başûrê Kurdistanê vê yekê veşêre jî di bingeha hevdîtinê de têkoşîna bi PKK’ê re hebû. Ger wiha be, leystik û xetereyek mezin heye. Ev leystik û hevdîtinên xetere dê serê statuya başûr Kurdistanê jî bixwe. Dewleta  tirk leystik û xefkek daniye  ji bo hemû kurdan. Ger ne wiha be bila daxuyaniyên dewleta tirk derewîn derxin. Bejin derewan dikin lê yek gotinek nehatiye kirin heya niha.

Serdana seyêmîn hatina Serok Wezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ya başûrê Kurdistanê bû. Serdan û hevdîtinên  berfireh lidar xist. Rayedarên rêveberiya  başûre Kurdistanê re, partiyên siyasî û bi gel re hevdîtin hatin kirin. Wekî din serdana deriyê sînor û cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatibû bombebaran kir. Dema ku Kazimî li Amediyê bû jî bombebaran dihat kirin. Çûyîna deriyên sînor û hevdîtinên bi rayedaran re,mirov dikare wek pirsgirêka di navbera herdu aliyan de binirxîne. Lê çûyîna Amediye û gundên ku hatine bombebaran kirin sekneke siyasî bû.

Mûstafa Kazimî heya niha li hemberî dagirkeriya dewleta tirk tenê li DYA’yê daxuyaniyek şermeke û dualî dabû. Weke din heya niha jî bêdeng û bêhelwest bû. Ev yek jî dihat gotin ku Mûstafa Kazimî di nav planên dewleta tirk û DYA’yê de ye. Li dijî sekna Mûstafa Kazimî, şîiyên nêzî Îranê û şîiyên ereb helwestek tund nîşana dagirkeriya dewleta tirk dan. Ev yek jî di polîtîkayên hundir de Kazimî teng dike. Serdana Serok Wezîrê Iraqê ji bo cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye bombekirin, sembolîke yan dê bibe seknek polîtîk, hêj ne diyar e. Heta niha tu daxuyanî nehate dayîn. Jixwe daxuyanî werin dayîn jî daxuyaniyên  fermî ne rast in. Ji bo veşartina rastiyan e. Dewket û desthilat bi daxuyaniyên xwe yên raya giştî re her tim derewan ji raya giştî re dikin. Lê rastî nayên veşartin. Di rojên pêş me de  dê encamên van serdanan bi aweyek polîtîka derkeve pêşiya me.

Dikarî Biecibînî