aram

Xeleka dora Tirkiyeyê teng dibe

Di demên nû ku AKP hatibû ser desthilatdarîyê de rêveberên AKP’ê digotin ‘em ê li Tirkiyeyê demokrasiyê ava bikin û bi cîranên xwe re jî pirsgirêkên xwe bînin asta sifirê.’ Mixabin îro cihê ku lê disekine di hundur de faşîzm û li derve jî dagirkerî ye. Di hundur de li ser navê demokrasî û azadiyê tiştek nehiştiye. Li derveyî welat jî tenê bi leşkerî tev li meseleyên navneteweyî dibe. Li Sûriye û Lîbyayê tenê bi armanca firotina çekan û berjewendiyên aborî têkilî nav meseleyên wan dibe. Wekî din li rojhilatê deryaya Spî bi awayekî zordarî hewl dide lêkolînan bike. Li başûrê Kurdistanê bi rêbaza leşkerî, aborî û siyasî dixwaze axa wir dagir bike. Dema mirov li axaftinên serokê AKP’ê guhdar dike dibêje qey dinya hemû li pêşberî wî ketiye rêzê. Lê dema bi awayekî vekirî li bûyeran û encamên wan dinêre tê dîtin ku xeleka dor Tirkiyeyê her diçe teng dibe. Serkeftina desthilatiya AKP-MHP’ê di çend mijaran de xwe diyar dike.

1-Lîbya: Heya beriya çend hefteyan Lîbya ji devê Erdogan nediket. Di her axaftina xwe de bal dikişand ser Lîbyayê. Lîbyayê wekî beşeke axa Tirkiyeyê didît. Û di vê hêlê de digot çi pêwistî hebe em ê pêk bînin. Lê piştî ku Fransa daxilî meselê bû rola Tirkiyeyê bi yek carê bêdeng bû. Erdogan ê ku digot em ê hemû axa Lîbyayê bixin bin serweriya hikûmeta Serrac, piştî daxuyaniyên Misir û Fransayê qet behsa tiştekî nekir. Li Lîbyayê di navbera Hafter û Serrac de agirbest hate îlankirin lê Tirkiye tu tişt negot. Wekî din balkêş bû, dema wezîrê karê hundir ê Lîbyayê li Tirkiyeyê bû Serrac ew ji kar girt.  Wekî din piştî hevdîtina bi serokkomarê Fransayê re tê gotin ku Serrac jî wê îstîfa bike. Lê heya niha ji  rayedarên Tirkiyeyê qet deng derneketiye. Tê dîtin ku bandora Tirkiye li Lîbyayê hatiye şikandin.

Demekê Tirkiye dixwest li wir baregeh ava bike lê şevekê ‘balafirên nepen’(Tirkiye bixwe baş dizane ka ew balafir ên kîjan hêzan in û  çima êrîş kirin) ew cih bombebaran kirin û heya niha nehatiye zelalkirin ka ew balafir ên kîjan dewletan bûn. Bi êrîşa hewayî peyamek dan Tirkiyeyê û heya niha jî dixuye ku wê peyamê li ser rêvebiriya Tirkiyeyê bandor kiriye.

2-Sûriye: Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê Tirkiye her tim hêzên çete destek kirin. Her tim hêzên dijberî azadî û demokrasiyê rêxistin kirin, bi çek kirin û tenê ne li hemberî rejîma Esed li hemberî hêzên azadîxwaz û demokratîk jî bikar anîn. Niha van çeteyan hem li Sûriyeyê hem li Lîbyayê û hem jî li gelek cihên Kurdistanê dide bikaranîn. Li Başûr, Rojava û Bakur van çeteyan li hemberî tevgera azadiyê bikar tîne. Li Pirsûs, Amed, Enqere û gelek cihên din bi destên van çeteyan êrîşên bombeyî çêbûn. Ji Rûsyayê bigire heya Yekitiya Ewropayê heta Yekitiya Neteweyan hemû kesî ev rewş didît lê ji ber berjewendiyên xwe ji nedîtî ve dihatin. Lê îro ji ber van çeteyan serê Tirkiyeyê dê bikeve belayê. Li her derî van çeteyan sûcê mirovahiyê kirin û ev bi belgeyan jî aşkera ye.

Wekî din jî piştî êrîşa rejîma Esed a li Idlibê Tirkiye neçar ma bi Rûsyayê re li hev were. Li hev hat lê niha ew çeteyên ku Tirkiye ew bi çek kirin dem dem êrîşî hêzên Tirkiyeyê dikin. Ango çete hêdî hêdî ji bin kontrola wê derdikevin. Tirkiye demên borî vekirî vekirî piştgiriya van çeteyan dikir.  Lê îro em dibînin ku Sûriye jî hêdî hêdî ji rojeva desthilata Tirkiyeyê derdikeve. Wekî bêje ‘hema niha bila kes bela xwe li min nede, ez deng nakim’.

3-Rojhilatê Deryaya Spî: Tirkiye ev çend dem in ji ber hewldanên lêkolînên gaza xwezayî ya li rojhilatê deryaya Spî bi Yewnanistan û dewletên ku bi behra Spî re sînorên wan hene alozî dijî. Tirkiye bi awayeki zorakî dixwaze di nav sînorên navneteweyî de lêkolînan pêk bîne. Lê dewletên din nerazîbûnên xwe tînin ziman. Di serî de Tirkiye hate hişyarkirin. Lê Tirkiye dev ji hewldanên xwe berneda. Piştî ku Tirkiye û Lîbya ji bo mafê lêkolînên nav behrê peymanek îmze kirin, Îsraîl -Misir û Yewnanistan jî di navbera xwe de peyman îmze kirin. Her wiha Fransa bi awayekî vekirî Tirkiyeyê hişyar kir û piştgirî da Yewnanistanê. Yekitiya Ewropayê di serî de bangawaziya diyalogê kir lê piştî ku encam negirt, wê jî  helwesta xwe şidand. Herî dawî duh serokê konseya Ewropayê got ‘em niha bi Tirkiyeyê re li ber veqetandina rêyekê ne û pêwîst e em hinek gav bavêjin’. Jixwe serokomarê Fransayê jî digot ‘Tirkiye tenê ji xetên sor fêm dike’. Her wiha Amerîka ambargoya çekan a li ser başûrê Qibrisê rakir û diyar kir ku ew ê bi Yewnanistanê re tatbîqateke leşkerî ya hevpar bikin. Ango di mijara deryaya Spî de dostê Tirkiyeyê tenê Lîbya ma. Û jixwe niha Serrac ketiye heyra xwe. Mayîn û çûna wî jî ne diyar e.

Piştî van geşedanan beriya çend rojan keştiya ku li deryayê lêkolînan dikir vekişiya sînorên Tirkiyeyê. Ligel ku berî çend rojan wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê gotibû ‘keştiya Oruç Reîs dê 90 rojên din bixebite’ jî  keştî vegeriya Antalyayê. Rojek beriya keştî vekişe Erdogan ji bo Macron digot ‘Tu çima ewqas eleqedar dibî, jixwe çend rojên te mane.’ Lê wekî diyar bû ku ew çend roj ne ji bo Macron ji bo keştiya wan bû.

4-Têkiliyên bi ereban re: Di 2008’an de dema Erdogan li Davosê ji serokomarê Îsraîlê re got ‘van minut’ her kesî digot vaye prensê siwarê hespê spî hat. Di nav ereban de bayê siwarê hespê spî li hev dizîvirî. Xwestin Erdogan bi vî awayî wekî parêzvanê doza Fîlistînê nîşan bidin û Erdogan bi ereban şîrîn bikin. Heya demekê wisa bû. Kesî nedihişt gotinek were ser Erdogan. Lê di şerê Sûriyeyê de rûyê rast ê Erdogan derket holê. Jixwe hêj dema doza keştiya Mavî Marmara aşkera bû Erdogan niyeta xwe anî ziman. Ji bo daxwaza doza Mavî Marmara got: ‘Ma min ji we re gotibû herin. Ligel ku di axaftinê de Erdogan her tim Îsraîl hedef nîşan dida jî tu caran Erdogan têkiliyên xwe bi Îsraîlê xera nekirin. Teknîka leşkerî ku ewqas pesnê xwe pê dide hemû ji Îsraîlê stand. Bi alîkariya Îsraîlê ewqas serwextî teknîka leşkerî bû. Lê di demên dawî de bi guhertina têkiliyên Îsraîl û ereban prestîja Erdogan di nav ereban de nema. Piştî dewletên wekî Misir û Urdunê Emirtiyên Yekitiya Ereban bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze kirin û têkiliyên dostaniyê pêşxistin. Herî dawî jî Bahreyn diyar kir ku wan bi Îsraîlê re peyman çêkiriye. Li hemberî van geşedanan berteka Tirkiyeyê tenê wiha çêbû: ‘ev hewldan nîşana îxaneta hemberî doza Fîlistînê ye, li gorî me di hukmê tunebûnê de ye.’ Lê mixabin dema tu bêjî di hukmê tunebûnê de ye tune nabe. Rastiyek û heqîqet e. Bi gotinê ji holê ranabe.

Jixwe ji ber sedema ku Qatar destek dide DAIŞ’ê dewletên ereb helwest li hember Qatarê nîşan dabûn lê wê demê tenê Tirkiye piştgirî dabû Qatarê. Ji ber wê sekna Tirkiyeyê Erabistan têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re sînordar kiribûn. Pişti van geşedanên dawî têkiliyên Tirkiye û dewletên ereban hema bêje bi tevahî ketine xetereyê. Lîga ereban êrîşa Tirkiyeyê ya li Rojava û Başûr şermezar kir. Ji ber polîtîkayên li ser Lîbyayê hişyarî da û got ev hewldanên ku têkilî nav karên dewletan dibe nayê qebûlkirin. Heya niha berteka Tirkiyeyê tenê ‘em şermezar dikin, nayê qebûl kirin, ji bo me di hukmê tune de ye’.  Wekî din jî tu tesîra wê li ser dewletên ereb nemaye.

Heke mirov bipirse ma qet hevalbendên Tirkiyeyê nemane? Belê çend hevalbendên Tirkiyeyê li derve mane. Ew jî PDK û çeteyên DAIŞ’ê ne. Wekî din jî Qatar maye. Jixwe hemû dinya aşkera kir ku Qatar piştgiriya fînansê dide çeteyan.

Piştî ku li derve tu amûrên Tirkiyeyê bikar bîne neman desthilata AKP-MHP’ê ji aliyekî ve hinek gavên nîjadperest diavêjin ji aliyê din ve jî bi hemû hêza xwe êrîşî tevgera azadiyê dikin. Ji bo piştgiriya kîtleye nîjadperest bigire gotinên hamasetî dike. Geh muzeya vediguhere mizgeftê, geh dibêje ‘em ê gaza xwezayî derxin’ geh dibêje ‘ em ê herin ezman, herin ser heyvê’. Dibêje û dibêje lê êdî rastiyek heye, xeleka dora Tirkiyeyê gelek teng bûye. Di destê wê de tenê faşîzm maye. Encama torbûna (kabadayılık) kesê Qasim Paşa bû ‘tenêtî’.

Dikarî Biecibînî