aram

Pêngava stratejîk-demdirêj û encamgir

Di demekê welê de ku li seranserî Kurdistanê li gel asta êrîşên bi her cûreyî ya dewleta tirk a faşîst-qirker û dagirker berxwedan û têkoşîneke topyekûn her çendî parçeyî jî be, di asta xwe ya serketinê de bênavber dimeşe.

Dewleta tirk a mêtinger û qirker ku sondxwariye ku qira kurdan bîne, li gel vê jî sondxwariyên azadiyê jî heta dawî têdikoşin.

Di vê pêvajoya de ku li her çarparçeyên Kurdistanê ku bi rêbazên cuda êrîşên qirkirin û tunekirina destkeftiyên kurdan tên kirin, ragihandina pêngaveke nû û stratejîk teqez girîng û ketina pêvajoyeke nû bi xwe re tîne. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dama azadiyê ye’ kir ku li Kurdistanê ji bo gelê kurd pêngaveke nû ya naşibe tu pêngavê heta niha hatî ragihandin e.

Pêngavên berê pêngavên demkî û li gorî şert û mercên heyî hatin avêtin. Lê ev pêngav yek ji pêngavên dawî û herî stratejîk û topyekûn e. Pêngaveke welê ye ku bi stratejiya klîdbûna di azadî û serxwebûnê de ye. Ne pêngaveke ku ji bo tenê dawî li êrîşan bên an jî hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin e. Pêngavekî di azadiya birêz Abdullah Ocalan de kilîd bûn û serxwebûna Kurdistanê de meşîn heta serketinê ye.

Li Kurdistan û derveyî welat piştî 12’yê Îlonê ragihandina pêngavê re gava yekem li welat û derveyî welat bi daxuyaniyên hatin dayîn hate avêtin. Di dorê de di çarçoveya vê pêngavê û dirûşmên xweser ên parçeyên Kurdistan û derveyî welat de bi stratejiya demê û plansaziyên rêxistinî û encamgirt ketina liv û tevgerê ye.

Divê her kes vê yekê baş bizane, ev pêngav ne demkî ye. Ne ji bo hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azabûna girtiyên siyasî û rawestandina êrîşên dagirkeriyê li ser jin, ciwan, xweza û çanda Kurdistanê ye. Ev pêngav pêngava gihiştina azadî û statûya Kurdistanê ye. Pêngavekî ya meretona dirêj û çalakiyên cihêreng û aktîv a berxwedanê ye.

Ev pêgava bes e ji destdirêjiya li ser jin û zarokên keç ên temenê biçûk re, pêngava dawîkirina îşkence, qirkirin û talankirina Kurdistanê, pêngava dawîkirina binpêkirinên girtî, îşkence û sirgûnê ye. Pêngava azadiyê, jiyan û serxwebûnê ye. Pêngava dawîkirina talana şehîdgeh û rakirina goristanên şehîdan e. Pêngava dawîanîna polîtîkayên serîtewandin û bêrûmetiyê ye. Pêngava ji hemû qirêjiyê dijmin rizgar bûn û ji nû ve jiyanê ye.

Divê her parçeyek li gorî dirûşma demê, xwe rêxistin bike û bikaribe derbê mirinê li dagirkeriyê bixe. Ev pêngav pêngava topyekûn a Kurdistanê ya yek parçeyî ye. Berxwedan be dê yek astê bê kirin, çalakî be dê di yek astê de bê kirin.

Di serî de jin, ciwan ên herî zêde di nava civakê de dibin hedef û êrîş li ser tê kirin, dor li vê pêngavê bibe yek û bi rêxistin û çalakiyên encamgirt, li ku bi çi rêbazê be bê kirin û bike.

Carekî din derket holê ku ji bo têkbirina faşîzma ku destdirêjî jin, zarok û dîsa xweza û civak qir dike ne bi têkoşîn û berxwedaneke yek eksenî be, dê hilweşîna wê ne mimkûn be. Ev pêngav ne tenê ji bo Kurdistanê heman demê ji bo demokratîkkirina Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê jî derfetekî mezin peyda dike.

Bi vê pêngavê yekitiya gelan a Rojhilata Navîn û demokratîkkirina dewletên wê ye. Ji bo wê ye ku divê gelê kurd bi rola pêşeng a gelên Rojhilata Navîn rabe û bike ku yekitiya gelan pêk were. Yekitiya gelan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn wê rêgirtiyê li hemû mudaxele û parçekirinên hêzên hegemon ên bi salan in li ser xaka Rojhilata Navîn ji xwîna gel xwe li ser lingan digirin.

Dewleta tirk a faşîst ku bi salan e xulamtiya van hêzan dike, eyneya hêzên emperyalîst dike, bi vê pêngavê ketina wê, tê wateya xistina wan hêzên emperyalîst û dijminên gelan. Van hêzên ku bi salan e, bi kedxwariya gelan û destkeftiyên sererd û binerd ên van welatan xwe xwedî dikin, dawîanîna wan e.

Ji bo wê ye ku her kes li gorî ruhê vê pêngavê ya dem dirêj û stratejîk xwe bike yek û ji bo serketin û azadiyê amade bike. Ev pêngaveke welê ye ku destkeftî û berdêlên wê giran in. Pêngav ser bikeve wê destkeftiyên mezin ên sed salên çûyî bi dest bikeve û berovajî wê ya bike, dê sed qatî ya heyî windahî mezin û destkeftî heba biçin. Vebijêrkên ku li pêşiya me hemû qediyan e, tu rê neman e. Yek rê heye; ew jî berxwedan û têkoşîn e. Em li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin.

Di vê pêngavê de di serî de jin, ciwan, akademîsyen, reweşenbîr, hunermend, oldar û her ferdekî civakê xwedî rol û ristekî ya gihandina rola vê pêngavê ya ji bo civakê ye. Çiqasî ev pêngav di nava civakê de bê belavkirin û famkirin ewqasî di berjewendiyê me de ye û gihandina serketinê jî ewqasî zû dibe. Divê bê famkirin ku di vê pêngavê de tu kes, alî û sazî bê rol nîne û her yek rola xwe divê teqez bilîze. Barekî welê ye ku her kes neçare milê xwe bide ber, di vê pêngavê de windakirin serketinê nade tu alî. Ji bo wê ye ku ji derveyî serketinê rêçareyeke din nîne.

Bi hêviya ku her kes û hemû aliyên siyasî û partiyên kurdî li gorî vê rewşê bikeve tevgerê û civakê ji bo azadiyê rake ser pêyan.

Dikarî Biecibînî