aram

Apê Mûsa, Cangorî û Kedkarên Çapemeniya Azad a Kurdan

Duh sala 28an a şehadeta Apê Mûsa bû. 28 sal berê duh hêzên dijminên maf û azadiya gelê kurd li Amedê bi awayekî bêbext û qehpe Apê Mûsa kuşt. Çapemeniya kurd û dostên wê di kesayeta Apê Msa de şehîd û kedkarên çapemeniya kurd bi bîr anî. Em jî bi rêz û rûmet hemû cangoriyên çapemeniya azad bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.

Azadî di erdnîgariya me de hêmayeke wisa ye ku ji bo her misqaleke wê berdêl dixwaze.  Şahide wê jî çil salên borî ne. Çapemeniya azad, di bin şert û mercên dijwar û neazad de dilê xwe, ruhê xwe, raman û pênûsa xwe ji bo têkoşîna azadiyê, bi kedeke nirxebilind danî pêş û gelê kurd ronî kir. Ji bo vê yekê her kêlî, her nefes, her roj serê xwe kirin binçenga xwe û meşiyan. Ev meş bûbû meydaneke şer û hatibû danîn ber kurdan. Ji kurdan berdêlên giran dihate xwestin. Cangorî û lehengên kurdan bê tirs û wêrek meşiyan û tu car li paş xwe nenêrîn.

Apê Mûsa bi temenê dirêj, porê spî û pênûsa zîrek serê keç û xortên azadîxwaz dikişand, di vê meşa pêt de. Zane, wêrek û pîremerekî ruhciwan bû. Hemû tecrûbeyên xwe nisiland, rê nîşanî wan da. Di wî temenê mezin de weke lehengekî ciwan ked dida; dinivîsî, bi rê ve dibir û dibû kana moral û xebatên hêja.

Yên ku ev hewldanên lehengane, wêrek û rêvekir dişopandin ji bo textê xwe yê rizyayî xetereryeke mezin didîtin û planên kirêt digerandin. Hewldan û helwesta çapemeniya azad hêz dida bi giştî tevgera azadiyê. Diviya ku ev helwesta hêz dida bihata tirsandin, pêşiya wê bihata girtin.

Apê Mûsa sembolek bû, li pêş û naskirî bû. Roja 20ê îlona 1992an di kemîneke bêbext de Apê Mûsa hat qetilkirin. Laşe wî pîreciwanê zana û porspî li xwînê hate gerandin. Di vê pêvajoyê de bênavber kedkarên çapemeniya azad hatin kuştin û birîndarkirin. Armanca vê plangeriya kirêt qutkirina baskekî azadiya kurdan ê girîng bû. Bi dehan lehengên çapemeniya azad, bi heman kemînên bêbext hatin kuştin.

Gelekên wan piştî kuştina Apê Mûsa pêk hatin. Wisa diyar dibû ku qetilkirina Apê Mûsa berdin tirsandin û paşdegavavêtinê lehengên tiye azadiyê bi rik, israr û wêrekî ketibûna heman şopê. Wisa xuya bû ku bêbextî û qehpetiya ku xwîna sor li porê spî yê Apê Mûsa gerand rê li riyeke xurt û bihêz ji dildarên azadiyê re vekir ku tê de ji bo azadiyê bê tirs bimeşin. Ji ber ku bêbextî û pêkutiya xwînxwaran nikaribû daxwaza azadiyê têk bibe.

Îro li gel zext, zor, îşkence, girtin û kuştinê artêşeke çapemeniya azad pêk hatiye. Peyrewên Apê Mûsa û Gûrbetelî Ersozê êdî tu sînoran nas nakin. Pênûsên wan, wênekêşên wan, çenteyên wan ji sînoran derbasî sînoran, ji çeperan derbasî çeperan dikin. Dîsa lê berfirehtir rastiyan radigihînin, gelê kurd ronî dikin, raz û perdeya li ser rastiyan têk dibin, bi rastiyên ragihandî dijminên rastiyan dîn dikin. Dibin hedef, dibin hêmayên kuştinan lê dîsa dev jê ber nadin.

Ji ber çi girtîgehên Tirkiyeyê ew qas dagirtî ne? Çima bê sedem, bê hincet tên girtin? Ji ber ku du li ser serdestiyê dixin, rastiyan aşkera dikin. Bi şiltaxî, bêbextî û heqaret sûcê terorê, endamtiya rêxistinê lê bar dikin û dixwazin xwe ji van sûcan bişon.  Di mîtolojiya yewnanan de Axûrên Aûges hene. Dibêjin axûrên Agûes ew qas pîs û gemarî ne ku tu ava heft çeman bidî ser nikarî paqij bikî. Sûcên dewleta tirk jî ew qas giran, berevajî rastiyankirin yanî derew ew qas zêde ne ku çemê Dîcle û Ferat jî nikare wê gemarê jê bişo. Ji ber wê ye, ji rastiyan pir ditirse, naxwaze rastî bên aşkerakirin.

Apê Mûsa, Gûrbetelî Ersoz û peyrewên wan kevneşopî û riyeke wisa vekirine ku ne top, ne balafir, ne îşkence û kuştin dikare vê kevneşopiyê birûxîne. Berdêlên giran bi xwîna kedkarên çapemeniya azad hatine lêkirin.

Di sala 28an a qetilkirina Apê Mûsa de ev rewş careke din xwe bi hemû rastiya xwe ve derpêş dike. Nirxên ku çil salan zêdetir têkoşîna azadiya kurdan derxistiye rastê gelek hêja ne. Ev nîşana vê yekê ye ku çapemeniya azad a kurdan bi xwedî îdîa ye, bi biryar e, riya wê rast e. Wê her tim li pey rastiyan bimeşe, li ba gelê xwe ref bigire û tawîz nede. Sembola wê şehîd û cangoriyên wê ne.

Em careke din wan bi rêz, rûmet û dilsozî bi bîr tînin.

Dikarî Biecibînî