aram

Di rastiya kurd de heqîqeta qebîle û eşîrê

Kurd ji yek civakê herî hevnar ku di dîrokê de derbasî forma qebîle û eşîrê bûne. Di serdema neolîtîkê de li erdnîgariya Kurdistanê forma qebîle û eşîrê pêş ket û heya roja me jî di civakên Rojhilata Navîn de formên herî xurt ên civakê ne. Di gelek dewletan de îro bandora qebîle û eşîrê ji hemû saziyên din zêdetir e. Gelek dewlet jî rasterast bi konseya eşîr an jî qebileyan tê rêvebirin. Mesela li Iraqê bandora eşîretan bi qasî ya mezheban heye. Li Sûriyeyê bandora eşîretan pir zêde ye. Dewletên ereban bi qebîleyan têne rêvebirin. Her wiha hêzên hegemonîk ên wekî Rûsya û Amerîka bixwe jî polîtîkayên xwe li ser hin eşîr û qebîleyan dimeşînin. Amerîka ji bo ku li Afganistanê li hember Sovyetan şer bike ji Qebîleya Siudan kesekî ku rêbertiya şer bike xwestibû. Wan jî Ûsame Bin Ladîn dabû. Ango dema em dinêrin şerê Rojhilata Navîn zêdetir bi destê eşîr û qebîleyan tê meşandin. Ji aliyekî ve zanista rojava forma eşîr û qebîleyê wekî paşverû  dinirxîne lê ji aliyê din ve jî di hemû siyaset û karesatên xwe de bikar tîne. Di Rojhilata Navîn de eşîr di şer, pevçûn, pirsgirêkên siyasî, olî, civakî û aborî de xwedî risteke sereke ye.

Li Kurdistanê di têkoşîna hemberî hêzên dagirker û çareserkirina pirsgirêkên civakî de yek ji aktorên sereke eşîr e. Tê zanîn ku dewletên serdest ên ku Kurdistan di bin dagirkeriya wan de ye ji berê heya roja me ji bo têkbirina têkoşîna gelê kurd her tim eşîr bikaranîne. Dewletan bi alîkariya eşîran hem têkoşîn û serhildanên kurdan şikandine hem jî bi alîkariya eşîran li hemberî hêzên derve re şer kirine. Dewlet bi sedsalan e polîtîkaya ‘eşîrên hevkar’ dimeşîne. Di vî alî de tê dîtin ku gelek serkeftiye jî. Gelo dewletên ku hem hebûna kurd hem jî çanda kurd vekirî û aşkera tune dihesibînin, dixwazin ji holê rakin çawa van eşîran dike hevkarê xwe? Ma ev eşîr rastiya van dewletan nabînin? An jî di demeke ku forma civakî derbasî netewebûnê bûye de kurd çima hê jî di forma eşîrê de ewqas israr dikin?

Ji bo rewşa îro ya eşîran were fêmkirin lazim e mirov li çavkaniya forma eşîrê binêre. Ango divê mirov li bersiva pirsa  ‘çima eşîr wekî formeke civaki ava bûye?’ bigere.  Dema civak di serdema neolîtîke de derbasî jiyana niştecîhî dibe forma civakê ji klan derbasî qebîleyê dibe. Ber bi dawiya neolîtîkê û bi destpêka şaristaniya dewletî forma eşîrê derdikeve holê. Forma eşîrê li ser têkiliyên qebîle pêş dikeve. Di şert û mercên ku qebîle têr nake de forma eşîrê derdikeve. Qebîle yekem forma civakî ku di nav de cudabûnî heye ye. Ango  di civaka forma qebîle de karê rêveberî, parastin, aborî, bawerî hinek xweser tên meşandin. Lê ev kar bi awayekî hevpar tê meşandin. Bi vê şêwaza forma qebîle civak têra xwe dike. Bi rihetî karûbarê xwe dimeşîne. Lê dema ku civak fireh dibe û êdî teng bûyîn têrî nake civak li ser esasê eşîrê ava dibe. Her wiha dema hêzên şaristaniya dewletî êrîşan dibin ser qebîleyê êdî hew têr dike ku xwe biparêze û ji pirsgirêkan re bibe bersiv. Qebîleyên ku li hember êrîşên dewlete dikevin nav berxwedanê bi hev re tevdigerin û li ser pêdiviya xweparastin û karên din ên civakê têne cem hev û bi vî awayî forma eşîrê derdikeve holê. Ango mirov dikare bêje ku rêbaza yekemîn bi awayekî xwezayî forma eşîr pêş dikeve, ya din jî bi awayekî zanîn di encama hevkariya hemberî hêzên dewletî de pêş dikeve. Ev her du rêbaz jî herî xurt li ser erdnîgariya Kurdistanê çêbûne. Civaka Kurdistanê hem forma qebîle hem jî forma eşîrê ava kiriye. Ew bixwe avakerê van her du forman e. Bi awayekî din ku mirov bêje hebûna civaka kurd li ser forma qebîle û eşîrê pêş ketiye. Ew pêşengê vê formê ye. Hebûna kurd, rastiya kurd û heqîqeta kurd bi vê  formê çêbûye. Ev form hîmê civaka kurd e. Çawa ji bo ku kulîlkek şîn bibe jê re ax, av û hewaya li gorî xwezaya wê pêwîst e, ji bo hebûna kurd jî forma qebîle û eşîr pêwîst bû. Li hemberî hemû êrîşan yekane rêya ku hebûna xwe dikaribe berdewam bike eşîr dibîne. Gelek deman qebîle û eşîran şaristanî ava kirine, gelek caran şaristanî xistine bin destên xwe lê di encamê de dîsa vegeriyane çiya û hebûna xwe bi awayê eşîrî berdewam kirine. Eşîr û qebîleyên Gûtî êrîşî navendên Akadan kirin. Akadan di dîrokê de împaratoriya yekemîn ava kirin. Lê gûtîyan bi êrîşên xwe akadî hilweşandin û şaristaniyeke konfederasyona eşîr û qebileyan ava kirin. 150 sal hikimdariya xwe berdewam kirin. Lê li hember êrîşên asûran careke din vegeriyan Zagrosan û bi awayê eşîr û qebîle jiyana xwe domandin. Di vir de jî tê dîtin, kurdan gelek formên din ceribandine lê eşîr û qebîle ji bo hebûna wan wekî sîgorta ye. Ji ber van sedeman mirov nikare kurdan sûcdar bike. Ji ber ku kurdan hebûna xwe li ser forma qebîle û eşîrê ava kiriye îro jî ji bo hebûna xwe berdewam bike baweriya xwe bi eşîrê tîne.

Li hemberî talûkeyan eşîr stargeha civaka kurd e. Di dîrokê de kurd beriya hemû qewman derbasî forma qewm dibin. Bi baweriya zerdeştî civaka kurd derbasî forma qewm dibe. Bi baweriya zerdeşt di pêşengiya Medan de kurd şaristaniyeke mezin ava dikin. Lê dema ku rêveberî ji destê Medan derdikeve û dikeve destê persan kurd careke din li eşîr û qebîleyê dizîvirin. Ango kengî hêza kurdan belav bûye û xwe lewaz hîs kirine vegeriyane eşîr û qebîleyê. Wekî mînak kurdan di pêşengiya tevgera azadiyê de gavên mezin ber bi netewebûnê vê avêtin. Heya beriya şeş heft salan êdî ramana giştî ew bû ku êdî bandora eşîran nemaye û ya herî girîng netewebûn e. Lê mixabin îro em dinêrin ku dîsa nêzîkatiya malbatî û eşîrî di gelek mijaran de dikeve pêşiya hişmendiya netewî. Sedema vê jî êrîşên dewletê ne. Polîtîkayên dewletê dike ku eşîr ji tevahiya civakê qut bibe û xwe bi tenê hîs bike. Tenê mayîn eşîrê mecbûrî dewletê dike. Ji ber vê yekê eşîr her ku diçe di nav xwe de dimîne û sînorê xwe ji derve re digre. Psîkolojîya yekitiya di nav eşîrê de dikeve pêşiya netew, ol û rêolan.

Civaka kurd bi hezar salan li ber xwe daye. Bi forma eşîrê li ber xwe daye. Hinek deman bi ser ketiye. Jiyanek xweş domandiye. Piştre êrîş xurtir bûne û têk çûne. Piştî têkçûnê heke belavbûneke mezin çênebûbe sedema vê jî eşîr e. Eşîrê nehiştiye civak belav bibe. Gel dema têk çûye xwe li dor eşîrê kom kiriye. Heke ne ji ber eşîrê bûya bi îhtimaleke mezin çand û zimanê kurdî heya roja me ewqasi xurt nedibû. Mesela bi fikire, kurd bûne dewlet û dev ji forma eşîrê berdan, piştre dewleta wan ji ber êrîşên dewletên din hate xera kirin û kurd ketin bin hakimîyeta dewleteke din. Li holê eşîr jî tune. Dibistan û dergehên ku kurd çanda xwe lê fêr bibin jî tune ne. Kurd wê çawa hebûna xwe bidomînin?  Tişta dixwazin bêjin ew e ku eşîr di civaka kurd de paradoksek e. Ji aliyekî ve hebûna kurd diparêze ji aliyekî ve jî di pêşiya guhertin û veguhertina civakî de asteng e. Hinekî jî dişibe rewşa dîwar. Çawa ku dîwar ji aliyekî ve sînor datîne pêşiya azadiya mirov lê ji aliyê din ve mirov ji ber êrîşên fîzîkî diparêze eşîr jî ji aliyeki ve belavbûna civakê diparêze lê ji aliyê din ve li ber pêşketin û firehbûna civakê asteng e.

Dikarî Biecibînî