aram

Merciya Bilind a Kurd û fikar

Nêzikî salekê heye ku li Rojava hevdîtin di navbera partiyên kurd ên Rojava de pêk tên û di riya yekitiyê de hewldan û xebat pêk tên. Di van demên dawiyê de hewldan gihîştine qonaxekê li ser hin xalan lihevkirinek çêbû û ji bo raya giştî hate parvekirin. Piştî wê jî çendekê bêdengiyek çêbû û di van rojên em tê de ne de agahiyek kete ser malperên ajansan ku di encama hevdîtinên PYNK û ENKSyê de Merciya Bilind a Kurd hatiye avakirin.

Metirsî û fikarên ku hin derdorên nêzikî Tevgera Azadiyê tînin ziman bala min kişand û ez li ser mijarê zêdetir baldar bûm û min mijar şopand. Serê pêşîn di serî de ev fikar û metirsî hebûn û hevdîtin bi xitimandinê re rû bi rû dihîştin. Lê metirsiyên dawî balkêş in, li çavên her kesê şoreşparêz re diçin.

Ev demek bû dewletên Amerîka û Fransayê hewl didan ku di navbera partiyên kurdî de yekitî çêbibin û yekser di nav vî karî de bûn. Ew li gorî plan û projeyên xwe tevdigerin, dixwazin çi û çawa disêwirînin wisa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dizayn bikin. Van demên dawî navê Fransayê nayê bilêvkirin lê Amerîka navenda hevdîtinan de cih digire û aktorê sereke ye. J. Jefry weke nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê aktorekî gelek çalak e, di van hevdîtinan de.

Bi kurtasî ENKSyê heta dawiyê dixwest ku sedî 50 di rêvebiriya xweseriya Rojava de cih bigire. A kifş ev e, ne ji bo berjewendiyên gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, ji bo parvekirina erk û rêvebirina xweseriya avabûyî hewl dida. Dixuyê ku gihîştiye armanca xwe, daxwaza sedî 50 hatiye qebûlkirin. Merciya Bilind a Kur li gorî pesendkirina Aldar Xelîl ji sedî 50-50 ye. Daxwaza berî hilbijartinê cihgirtina di rêvibiriyê de jî hatiye mohrkirin. Yanî li gorî vê daxuyaniyê, ENKSya ku di refê opozîsyona Sûriyeyê û bi dagirkirina Rojava de bûye şîrîkê Tirkiyeyê, li ser siniyeke zîvîn şîrîktiya xweseriya heyî bê ked û bê hewldan radestî  wê hatiye kirin. Ev bi serê xwe sosretiyeke mezin e. Kî hebûna kê parve dike, dide kê û bi çi mafî? Gelo ev yekitî ye yan tiştekî din? Divê prensîb bên nîqaşkirin, ne parvekirin. Ka nûnertiya gel ev e? Gel, kesên ku berjewendiyên wî li ser maseyan nikare biparêze heta dawiyê nikare li ser serê xwe bigire û ne mecbur e jî.

Rewşa parastina leşkerî û ewlekariyê û hin mijarên birêvebirinê jî ne diyar in. Wisa tê xuyakirin ku ji bo şert û mercên ENKSyê bên qebûlkirin, hînkirineke bi demê re heye, weke ku hînkirina sedî 50-50.  Eger wisa bibe ji şoreşa Rojava destên xwe bişon û mifteya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê radestî dagirkeran û hevkarên wan bikin.

Madem ENKS dixwaze ku tecrube qezenc bike çima rêvebiriyeke çavdêr naxwaze, çima ya eslî dixwaze? Niyet ne paqij e, plangerî û mebesta bidestxistina hin mewziyan heye ku zû lingên xwe lê biedilînin. Qet meraq nekin eger bê hilbijartin lingên xwe lê edilandin wêga gel têk çû û hîmê pergaleke din tê avêtin, gel jê tê dûrxistin.

Li aliyekî tehkîmat û lêkirina dîwar û baregehên rêvebiriya Başûr, dorpêçkirina sînorê Sêmalka, li aliyê din lingê ENKSê yê li Enqereyê û opzîsyonê, şîrîktiya dagirkirina Efrîn, Serêkanî û li Rojava qetlyamên di bin ala ENKSê de gelo ji bo xêre ne? Ev çi dewat e, ev çi şîn e tê girêdan? Di nav vê qirêjî û gemarê de metirsî tune bin anormal e, wêga xuya dibe ku xew û bêxemiyeke giran li rastê heye.

Van rojên piştî eşkerekirina Merciya Bilind a Kurd gelek nîqaş û nivîs hatin diyarkirin. Heman metirsî û fikar zêde zêde hene. Tev jî mafdar in. Lê belê terz û şêweyê nîqaşan bala min dikişine. Gelek têr û tije dibêjin lê ji kê re dibêjin? We tirê ji valahiyê re dibêjin. Temam ENKSyê rexne dikin û bila bikin lê ENKS ne berpirsiyarê vê yekê ye. Jixwe ew dixwazin, diparêzin û bi biryar in. Aliyê maseyê yê din îradeyek heye û li ser navê xweseriyê û şoreşê li wir rûniştine. Divê ew biparêzin ji ber ku ev metirsî û endîşeyên tên ziman ew gelek çêtir lê beled in, dizanin û ehlê qadê ne. Divê yekser partiyên PYNKê û bi taybetî jî PYD bê rexnekirin. Eger eşkere û zelal PYNK û PYD neyê rexnekirin dibe ku xetayeke mezin bikin û biewiqînin û statûyeke neberjewendiyên gel qebûl bikin. Ma merheleya têdeyî fikrekî nade me? Rexneyên şermoke û pişo pişo cihê xwe nabînin û wê nebînin.

Çavdêr, şîrovekar û nirxandêrên qadê diyar dikin ku gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji van encaman ne razî ye. Bertek û fikarên xwe didin der. Dibêjin me bi hezaran şehîd, bi deh hezaran birîndar û mişextî dane. ENKSyê li hember şoreşê helwest nîşandaye, bûye hevparê dewleta tirk, yek fîşek neteqandiye, çima bên ser sivra hazir sedî 50-50 cih bigirin, bi me re parve bikin. Ev çi talan e?

Gelê qadê di van bertekên xwe de mafdar e. Yekitiyê re erê lê bêprensîbiyê re na. Ji bertekên gel em dikarin vê encamê derxin.

Fermandarê QSD-HSDê Mazlûm Kobanî ji bo yekitiya kurdan çêbe hewldanên hêja pêk anîn. Wî bi hewldaneke taybet da ku encama wê hevdîtin çêbûn, hatin radeyekê. Lê ENKS li gel vê hewldanê bi awayê nixumandî  ji Kobanî re dibêje, ‘artêşa xwe bide aliyekî, em jî artêşekî bînin li heman qadê bi cih bikin, hûn ji xwe re, em ji xwe re.’ Di nav pergalekê de du artêş nabin. Ev çi bazare ku ENKS dibêje îleh bila artêşa me serbixwe be? Ev jî pirsên me ne ku mafê me jî bi qasî, J. Jefry û yên din heye ku em binirxînin, bipirsin û rexne bikin, ENKS vê artêşê ji bo çi nade bin fermandariya hevpar, hêzeke serbixwe dispêre yekitiyê? Wê vê hêzê bike xizmeta kê û pê çi bike?

Divê Mazlûm Kobanî qasî ku yekitiyê diparêze artêşa xwe jî biparêze ku bêje û bipirse, ‘artêşa li rex hêzên me hûn ji bo alternatîfa me dixwazin an ji bo mebestên hêzên derveyî Sûriyeyê? Hûn ji ber çi yekfermandariyê qebûl nakin?’

Du hêz, du serî di pergalêkê de qeyran in, kaos in, bêdawî potansiyela pevçûn û nelihevkirinê ne. Ev pergala Başûrê ye, ENKS dispêre Rojava jî. Parsel parsel li gorî hêzan rêvebirin ne yekitiya neteweyî ye, awayê eşîr û berjewendîparêzî ye, divê di yekitiya neteweyî de nebe. Encama vê yekê me li Başûr dîtiye û baş derketiye holê. Herî berbiçav di çeperên Kerkûkê de hêzin berxwedane, hêzin revîne, encama wê Kerkûka îro ye, em zêde dûr neçin. Ya din jî ev e; di xweseriya demokratik de tenê kurd nîn in, netewe û olên cuda jî hene ku destkeftiyên wan divê li ber çavan bên girtin.

Gelên herêmê naxwazin destkeftiyên wan bi‘qaptî-qaçtiyê’ werin qusandin. Di nav plana heyî de daxwazên hêzên emperyalist û dagirkeran hene. Divê her tim ev daxwaz û planêngeriya ji bo berjewendiyên wan bi fikar û metirsî bê pêşwazîkirin. Gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û giştî gelê kurd vê parastina destkeftiyan ji ENKSê hêvî nake. Ew li rastê ne û çi diparêzin jî venaşêrin. Hêvî ji PYNKê û bi taybetî PYDê hene. Bi pêşengiya wan gel şorşeke bêhempa pêk aniye, şehîd dane, bi dagirkeriya tirkan re di welatê xwe de bûye mişextî, axa wan tê talan û wêrankirin. Her çi ENKS jî bûye şîrikê talan û dagirkeriyê ye.

Divê îradeya gel bê parastin. Gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê xwedî îradeya xwe derkeve, planeke li dijî berjewendiyên xwe qebûl neke û destûrê nedê û hişyar bibe. Belkî jî ji bo gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê biryara man û nemanê ye.

Dîsa dubare em binê wê xêz bikin, ji bo yekitiyê erê, ji bo bêprensîbiyê na. Eger Merciya Bilind a Kurd bi vê prensîbê bimeşe û bi rê ve bibe ser çavan û ser seran. Em bêjin bi xêr û silamet hatî. Lê eger na…

Wêga em ê bêhna xwe bidin ber xwe bêjin ya sebir û dua guran, ayetel kursî bixwînin, ‘Xwedê tu devê gur bigirî ku me nexwe.’ Kêra ku li ser hatiye xwendin jî bavêjin ser Beşar Esat.

Dikarî Biecibînî