aram

Zindan qadekî mezin a berxwedanê ye

Zindan her çendî qadekî herî dijwar a îşkence û mêtingerkirinê be, bi qasî wê qadekî têkoşîn û şoreşê ye.

Di dîroka Tevgera Azadiya Gelê Kurd de, zindan wateyeke xwe ya pir mezin û taybet di warê şoreş û têkoşîna Apoyî de heye. Tevgera Apoyî ya Azadiya Gelê Kurd, bingehê xwe yê saxlem û têkoşîna berxwedana jiyana azad û vejînê li zindanan avêt. Tevgera Azadiya Kurd baş zindanan dizane û kariye wan çar dîwaran bike qada jiyan û têkoşîna azadiyê.

Berxwedana zindana Amedê hema bêje nemaye nehatî bihîstin. Hem bi zilm, zordarî û hem jî bi îşkenceya xwe bi qasî navdar, bi berxwedana mezin a Apociyan jî ewqasî navdar e. Zindanên ku dagirkeriya tirk xwestin ku serî li ber Apociyan bidin tewandin û xiyanetê li ser ferz bikin, bûye qada têkoşîn û perwerdehiya hişmendî û ji nû ve xuliqandina ruhê berxwedana azadiyê.

Mîrasên berxwedanê ya Zindana Amedê û dîsa bi sedan zindanên ku Apocî lê tên rehin girtin hê jî zindî ye û li ber xwe dide. Mîrateya Berxwedana Mezin a Mezlûman, Kemalan, Xeyrîyan, Çaran û Rojiya Mezin a Mirinê hwd. kir ku çawa li derve berxwedan tê kirin, zindan jî dikare li ber zilmê, bi înada îşkencê û teslîmyetê li ber xwe dan û rûmeta xwe û doza xwe parastin.

Ji bo vê ye ku divê tu kes ji girtin û îşkenceyê netirs e, ev yek hê salên 80-90’î me derbas kir. Me mirin, girtin, sirgûn, îşkence û malwêranî derbas kir. Ji bo wê ye ku îro divê em li girtin û îşneceyê ku tên kirin xwe bi şûn ve nedin. Çawa ku di demê herî xedar de pêşengên vî gelî, ewladên vî gelî li dijî faşîzmê li ber xwe dan, îro jî em xwedî wî ruhî ne.

Bi operasyonên qirkirina siyasî planên çêkirî tavêjin ser avahî û siyasetmedarên kurd, binçav dikin û digirin. Jixwe welat li me tevan bûye zindan, zindana çar dîwarî bila bi zora me neçe. Bila ev êrîş li ber çavê me mezin nebin, berê jî kirin, encam negirtin.

Îro ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de be, ew bi fîzîkî girtî be, em bi ruhî girtî ne. Ew bi fîzîkî tê îşkencekirin, em bi ruhî  tên îşkencekirin. Ew di nava çar dîwaran de be, em jî di welat de girtî ne. Divê her kes vê baş zanibe ku Rêber Apo tevî her cûre îşkence û polîtîkayên zextê li ber xwe dide. Divê girtî û kesên tên girtin jî li gorî vê li ber xwe bidin. Dîsa kuçe û kolan li me qedexekirîbin, divê li ser şibake û şaneşînan bin. Destê me girtîbe, devê me qîr bike.

Avahî û me ji erkên me bikin û dagir bikin, bila bikin. Mal û tax ên me ne. Wê nikaribin bi vê zilmê biçin serî. Ji nêzîk ve bi çavê xwe dîtin ku çawa ber bi zinar kaş dibin û wê li ser serê xwe biçin erdê, ji bo wê êrîşî di serî de HDP’ê û gelê kurd, hêzên muxalîf dike.

Bi pêngava nû ya KCK’ê ya ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; dem dema azadiyê ye’ dîtin ku di serî de kurd, hemû gelên Tirkiye û pêkhateyên herêmê di vê pêngavê de xwe dibînin û dawiya wan tê, bi hincetên vala êrîş dikin û digirin. Bila bizanin zindan cihê ji nû ve vejînê ye ji bo me kurdan. Cihê ji nû ve ji xweliya xwe mîna Çaran hatî xuliqandin e. Mîna Mazlûman ‘Berxwedan Jiyan e’ ji nû ve têkoşîna li zindanan mezin kir û gihand welat û derveyî welat.

Îro heman tişt e. Zilm ew zilm e, têkoşîn jî ew têkoşîn e. Ji bo wê ye divê ev pêngava KCK’ê bibe sedema daketina qadan û hesabpirsînê ji her cûre faşîzim û nokeriyê. Hemû girtî bên azadkirin û zindan heta teta dergehên wan bên girtin.

Dikarî Biecibînî