aram

Qeyrana Navdewletî û Lîderên Nerewa

Piştî salên 2000an vir ve pergala global a kapîtalîst di nav qeyraneke piralî de ye û pirsgirêkên wê her diçe zêde dibin. Ji aliyê aborî, siyasî, civakî, çandî û gelek aliyên din ve pergal kêl nagire. Serok û rayedarên vê serdemê jî li gorî vê tabloya me diyar kir teşe digirin.

Cîhana global di van salên dawiyê de ketiye bin nîrê qeyranê. Bi taybetî ev qeyran weke şerê bazirganiya dinyayê, tevdana qadên bêîstikrar, şerên herêmî û qadan xwe dide der. Di navbera DYA û Çîn-Hindistan, DYA û Ewrûpa û mezin-piçûk dewletên din de hem reqabet hem jî şerekî bazirganiyê didome. Di navbera DYA- Ewropa û dewletên NATOyê  û Rûsyayê de şerê serweriya herêmên pevçûnan û serwêriya çavkaniyên aborî her roj xwe nîşan dide. Her roj herêmeke pevçûnan li herêmên pevçûnan ên heyî zêde dibe. Weke mînak şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê yê li ser Nagorna Karabaxê. Hûn Îran, Sûriye, Yêmen, Lîbya, Lubnan, Filistîn, Kibrîs, Behra Spî, Tirkiye- Yewnanistan, Ukrayna-Rûs û yên din, li kîjanê binêrin, dikarin destên hêzên hegemonîk û piralî tê de bibînin. Yek qada pevçûnê jî tenê bi serê xwe nîn e.

Nakokiyên serwerî û parvekirina nixumandî yên van salan bi vî awayî xwe dispêrin dinyayê. Ev jî teşeyê şerê piştî hilweşîna Sovyetê ye. Li salan û herêman berbelav dibe. Mebesta min ne ew e ku ez bi giştî analîza qeyrana global bikim. Ji bo wê hewceyî nivîseke berfireh heye. Ez dixwazim dîmenekî kurt ê qeyranê bidim pêş û mijara xwe ya esas bînim ziman.

Vî dîmenê ku me nîşanda, dinya ber bi siyaseteke ku salên berê em rast nehatinê ve kişand. Li gorî xwe têkilî ava kirin, li gorî xwe dîplomasî û şerê îstixbaratan pêş xist. Em dikarin bêjin ev nakokî gelek grîft in, têkiliyên dinavhevde û gelek jî qirêj afirandine. Pirî caran şer bi wekalet û di piştperdeyan de tê meşandin, faktorên esas ne li pêş perdeyê ne. Taybetiyên roja îroyîn wiha derdikevin pêş.

Vê rastiyê bandor li ser hilbijartina serokatiyan jî kir. Li gelek welatên aktorên dinyayê serok an serokwezîrên ecêb, awarte û ne bi qalibên berê derxistine holê.  Ev rewş piştî hilbijartina Trûmp a li Amerîkayê zelaltir xuya bû. Li Amerîkayê Trûmp, Îngilistanê B. Jonson, Almanyayê Merkel, Îtalyayê Conte, Macaristanê V. Orban, Tirkiyeyê R.T. Erdogan kesên wiha ne û bi hilbijartinê hatine ser kar. Jixwe yên heyî Pûtîn, Şî Cînpîng, Kîm Jong Ûn di dîmenê vê serdemê de li hev dikin.

Pûtîn, Şî Cînpîng, Kîm Jong Ûn ne tê de yên din qeyrana aborî, siyasî ew derxistine ser text. Qeyrana heyî ya li cîhanê zêdetir nijadperestiyê dijene û civakên cîhanê perestiya navxweyî û navendî derdixin pêş. Nijadperestî li Rojhilata Navîn bi rengê olê diqewime, li Rojavayê cîhanê yekser weke nijadperestî, regêzperestî û dijmintiya gelên mişextî û koçber xwe nîşan dide. Yên ku dibin desthilatdar çilqijî, dîwane, narsîst û rûyê wan ber bi dîktatoriyê be jî mifteya desthilatdariyê radestî wan kirine ango bi hilbijartinê anîne ser textê desthilatdariyê.

Di bin şert û mercên îro de pergala cîhanê bi destê van ‘lîder’an tê birêvebirin. Çi hilbijartî, çi nehilbijartî gişt jî kêm zêde xwedî heman qerekter, nêrîn, perspektîf û hewldanan in. Pirdengiyê, parvekirinê, pirrengiyê hez nakin. Yekdengî, biserêxwebûn, otorîteyîbûn û hişkayî taybetiyê wan ên hevpar in. Nêzî dînîtiyê narsîst in. Bê hevseng in, kingê çi dikin-dibêjin ne diyar e. Evîndarê hêzê ne û bi şîdetê çareseriyê digerin. Nezaket, dîplomasî, diyaloga nerm ji wan dûr e.

Mixabin çarenûsa dinyayê di destên wan de ye, ew xetên esas ên siyaseta cîhanê ew diyar dikin û rewşa cîhanê ya têdeyî jî mixabin ev e. Bi hev re dibêjin, bi hev re direqisin û di heman govendê de ne. Lê di heman demê de bi hev re pev diçin, şerê berjewendî, dîplomasî û siyasetê didomînin, biryar û helwestên wan nakokiyên di navbera wan de kêm dikin an jî kûr dikin.

Yanî îro li cîhanê qeyrana lîderan jî heye û helwest û biryarên wan kana pevçûn û şerê heyî yên li cîhanê ne ku li her derê belav bûne.

Dibe ku bê gotin ev hebûna wan a di heman demê de tesadifî ye. Lê bi rastî ne tesadifî ye. Şertên cîhanê û nakokiyan ew serdem qewimandiye. Ji ber ku nakokiyên her serdemê lîderên xwe derdixe. Ew jî yên vê serdemê ne.

Lewma jî serdema wan serdema ecêbmayîna ye. Bi kirin û gotinên xwe ecêb dihêlin, cîhanê dibêhitînin. Weke ku di kûpeke tirşîna tevlihev de bin. Her yekî di nav wê kûpê de tehm û rengê hev girtine, şibiyane hev. Li gorî berjewendiyên xwe bi hev re nêzikayiyê nîşan didin. Ecêb bihêlin û dengên çilqijî derxin jî lîderên sereke li gorî berjewendiyên xwe lîderên herêmî îdare dikin û serê wan mist didin, jê re deng dernaxin. Heta hinek bi hev re dibin destebira jî, weke Recep û Trûmp. Jixwe hebûna lîderên wisa, tê wateya qeyrana lîderan jî. Prensîbên dîplomasî û siyaseta navdewletî yên beriya xwe jî binpê dikin û ji qeyrana heyî sûd û hêz digirin. Bi rastî jî ew karîkatûrên lîdera ne. Tenê bi siyasetên xwe na, bi jiyana xwe ya rojane ya ku dikeve rojeva dinyayê jî vê yekê piştrast û pesend dikin.

Beşeke giran ji wan bi hilbijartinê hatibin jî hemû ev lîder bi kirin û hewldanên xwe ketine riyeke nerewa. Erka ku bi dest xistine ji bo berjewendiyên takekesî û malbatî bi kar anîne, li gorî wan cîhanê diavêjin nav agirê sor û pêt. Afganistan, Sûriye, Kurdistan, Lubnan, Kafkasya, Lîbya, Filistîn, Yêmen û yên mayî bi vî agirê ku ew sor dikin ve dişewitin.

Duh Lîbya û Yewnanistanê agir gur kiribûn, îro Nagorno Karabaxê sibê kî dizane li ku derê ev agirê bê sorkirin? Helbet sedemên bingehîn çavbirçîbûna pergala kapîtalîst a kar û serdestiyê ye lê yên ku pergalê bi rê ve dibin, dikarin berê dumena pergalê ber bi îstiqameteke li gorî fikir û ramanên xwe bajon. Ya niha pêk tê ev e. Ev lîderên dîktatoryal û çilqijî li gel daxwazên pergalê egoyên xwe jî pêk tînin, dinyayê di bin xetereyan de digirin.

Nerewatiya wan jixwe ji van xalan derdikeve rastê. Berê bi hilbijartinan gelan dixapînin, piştre li ser pişta gelên xwe siwar dibin, narsîzma xwe têr dikin. Li gelan jî ferz dikin ku çar neçar kirin û çilçiqijîtiyên wan bişopînin, erê bikin.

Bi rastî jî îro lîderên nerewa û narsîst dinyayê  bi rê ve dibin, yên weke Erdogan û Orban di bin siya wan de, keysên ku wan pêk anîne bi kar tînin û hê zêdetir xwe dispêrin vê rewşê, sirtikiyeke giran li xwe tînin. Belkî gelê welatên wan jî dibejin lîderê me serî li dinyayê re digire, ew lîderekî pir mezin e. Lê rastî di nav qeyrana lîderiyê de veşartî ye û van narsîstan xwedî dike, diparêze.

Îro ev rewş serwer e lê heta kingê?

Dikarî Biecibînî