aram

Komploya Navneteweyî di sala xwe ya 23’yan de jî mehkûmî têkçûnê ye

Sala 22’yan a Komploya Navneteweyî me li dû xwe hişt. Komplo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê DYA, Brîtanya û Îsraîlê ve hate plankirin û di encamê de Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Yewnanistanê. Lê balafira ku lê siwar bûbû, dema ku gihaşt balafirxaneya Atînayê, Yewnanistan li ser sozê xwe nesekinî û nehişt Rêber Apo bikeve welêt û di encama vê yekê de jî hewcedarî pê dîtibû ku li ser “tercîh”ên cuda bisekine. Di encama hin têkiliyan de ji Yewnanistanê çû Rûsyayê, li wê derê jî rastî rewşeke wekî ya li Yewnanistanê hat û neçar mabû ji wê derê jî derkeve.

Ji derketina ji Sûriyeyê heta gihaştina Kenyayê, Rêber Apo bi heman nêzîkahiyan re rû bi rû hiştin û di encamê de wek rehîne radestî dewleta tirk kirin. DYA, Brîtanya û Îsraîlê hin derdorên din jî tev li vê komployê kiribûn û pê encameke wiha bi dest ve anîbû. Yewnanistan, Rûsya, Misir û hin dewletên Ewropayê kiribûn şirîkên xwe. Rola ku dabûn dewleta tirk a qirker jî “gardiyanî” bû. Bi vî şiklî Rêber Apo 22 sal e bi destê dewleta tirk a qirker wek “rehîneyekî mutleq” di “tecrîda girankirî” de tê girtin.

Di van 22 salên derbasbûyî de Rêber Apo bi lêhûrbûneke bêhempa ku di dîrokê de nimûneyên wê kêm in, li ber xwe da, bi hemleyên xwe tim û daîm planên hêzên komploger û şirîkên wan pûç kirin. Şerê kurd-tirkan ê ku sed salan dewam bike, pêşî lê girt, bi paradîgmaya xwe ya modernîteya demokratîk ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bergehek ava kir û rêyên nû jê re vekirin. Rêber Apo bi vê hemleya xwe ya stratejîk li hemberî hêzên komploger, li mekanekî ku wan bi xwe ava kiriye, bûye astengiyek ku nikarin derbas bikin û ew û şirîkên wan ên sûc, şaşwaz kirine.

Piştî ku sosyalîzma reel hilweşiya modernîteya kapîtalîst “serdestiya xwe ya teqez” îlan kir û bi vê hemleya Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîst û pergala wê ya ramanê pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Ev pêvajoya têkoşînê di nava PKK’ê de wek “hemleya stratejîk a sêyemîn a partîbûnê” tê zanîn û di qada navneteweyî de li ser tevgerên sosyalîst, şoreşger û demokrasiyê bandora xwe çêkir, li dijî pergala modernîteya kapîtalîst pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Vê hemleyê hişt ku bêhêvîbûna ku piştî têkçûna sosyalîzma reel çêbûye, ji holê rabe.

Bi hilweşîna sosyalîzma reel re di sedsala 21’an de li tevahiya cîhanê li dijî modernîteya kapîtalîst, pergala wê û pergala wê ya ramanê, têkoşîna azadiya jinan roj bi roj xurttir bû û têkiliyên enternasyonel jî qewîn bûn; ev têkilî jî dibe îsbateke vê yekê. Bi şoreşa Rojava re modela xwe ava kir. Rêber Apo di şert û mercên ku wek “rehîneyekî mutleq” tê girtin de, wek rêbertiyeke navneteweyî hate qebûlkirin.

Hêzên komploger ên navneteweyî li hemberî Rêber Apo têk çûn lê dîsa jî dev ji hewldanên xwe yên ji bo armancên xwe berneda. Bi rê û rêbazên cuda hewl didin komployên xwe berfirehtir bikin. Asta ku dixwazin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bigihîninê jî, vê yekê nîşan dide.

Di merheleyê ku hatî de Şêrê Cîhanê yê Sêyemîn, sînorên Kurdistanê ku navenda Rojhilata Navîn e û dewletên derdor derbas kiriye, ji bakurê Afrîkayê heta Qafqasyayê, ji Yemenê heta rojhilata behra Spî belav bûye. A rast tiştên ku DYA, Îngilistan û Îsraîl dixwestên bi komploya navneteweyî bikin, bi rehîngirtina Rêber Apo xwestin protîpa ‘Avakirina Cîhana Nû’ ya niha bi navê ‘Firehkirina Projeya Rojhilata Navîn’ tê zanîn û wê demê navê ‘Projeya Mezin a Rojhilata Navîn’ dihat gotin, bixin meriyetê û piştî wê bi gurkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li qadeke berfireh belavkirin bû. Jixwe piştî komploya navneteweyî, bi hinceta 11’ê Îlonê di vê çerçoveyê de ketin nav tevgerê, piştre li hemberî wî di bikaranîna şert û mercên ku piştî ‘Bihara Ereban’ pêk hatin de, gav paşde neavêtine. Lê belê şoreşa Rojava, planên wan û pêkanînên dema wan asteng kir. Tevî vê yekê jî dev jê lêgerîna gihiştina armancên xwe bernedan. Rêyên cuda ceribandin. Di encama merheleya ku hatî de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derbasî Qafqasyayê kirin.

Derbaskirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a Qafqasyayê, di roja me ya îro de ji aliyê şêweyê bû navê komploya navneteweyî. Çimkî xwestin ji bo gihiştina hedefa ku wekî komloya navneteweyî, bi derbaskirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a Qafqasyayê pêk bînin. Di komploya navneteweyî de rola ‘gardiyantiyê’ dan dewleta TC a qirker;  Wekî li Lîbya, Iraq û Sûriyeyê li Qafqasyayê jî rola gardiyantiyê dan. Dewleta TC jî di vê rolê de berjewendiyên xwe dît. Bi daxwaza astengnekirin û pişgirîdayîna pêkanîna qirkirina gelê kurd ku li hemberî hebûna xwe wek hincet dibîne, vê rolê qebûl kir. Li gorî vê peymanê; bi xistina meriyeta polîtîkaya bi kevirekî çend çûk kuştin, di bin navê şerê Azerbaycan-Ermenistanê dagirkirina Qerebaxê ya li ser sînorê Îranê ye anî rojevê.

Ji ber vê yekê tiştên ku li Qerebaxê diqewimin tenê ne şerekî di navbera Ermenistan- Azerbeycanê de ye, ev şer tê wateya berfirehkirina polîtîkaya qirker a dewleta TC’yê ya faşîşt û mêtinger. Bi vî awayî dewleta TC ku wek maşika DYA, Îngilistan û Îsraîlê ketiye nav şerê Qerabaxê hem tişta ku jê tê xwestin dike hem derfeta ku zextan li ser serê Rîsya û Îranê bike bi dest xistiye û ji wan dixwaze ku ew rê li ber dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê negire.

DYA, Îngilistan û İsraîlê 22 sal beriya niha bi şirîkên xwe yên sûc re tevî hevkarên xwe yên kurd; rola ‘gardiyantiyê’ dan dewleta TC lê bi ser neketin. Heta li tiştên ku qet hêvî nedikirin rast hatin; nekarîbûn xwe ji vê rasthatinê xelas bikin. Niha jî ne pêkan e ku li rewşeke beravajî vê rast bên. Wê demê li pêla têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst rast hatin, bi derbeya Şoreşa Rojava jî yekcar bêhiş ketin. Niha jî derbeya ku ew ê ji şoreşa Kurdistanê bixwin ne tenê gêj bûn ew ê nikaribin ji cihê ku lê ketine rabin. Di salvegera 23’yan a komploya navneteweyî de ya ku ew ê berî herkesî vê derbeyê bixwe bêguman dewleta TC ye ku niha li Îmrali, Irak, Sûriye, Lîbya û Qafqasyayê  ‘gardiyantiyê’ dike,  bi xwe ye.

Dikarî Biecibînî