aram

Fermana 74’an a navdewletî

Ew biryara Bexdayê û Hewlêrê ku li ser Şengalê stendin, ne peyman e, belê Ferman e. Armanca wan jî; ew çend hejmara gelê me yê êzidî yên ji ber şûrên qirkirina wan filitîne û ev bû 6 sal e, ji xwe re îradeyek ava kirine, pergalek xweser û azad damezrandine, vêna jî nehêlin, îradeya wan a xweser bişkînin û qirkirina netewî temam bikin.

Çima fermana Navdewletî ye?

Ji ber ku;

1 – Ev biryar, ne bi tenê ya Serokwezirê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokwezîrê Hewlêrê Nêçîrvan Berzanî ye. M.Kazimî, di 19’ê tebaxê de ji Amerîkayê vegeriya, hema li pey wî cîgirê wezîrê derve û nûnerê Rojhilata Navîn ê DYE’yê Joey Hood û cîgire wezîrê derve û berpirsiyarê Iraqê yê DYE’yê David Copley, di heman rojan de daxuyaniyên malxerabiyê dan. Gotin ‘bila Tirkiye û Iraq û Hewlê bi hev re-hevpar pirsgrêkên wê herêmê çareser bikin û hwd.!’ Helbet di nava gotinên wan de, naveroka wê fermana ku li Bexdayê hat ragihandin û biryarên li dijî gelê me yê êzidî û PKK’ê hatibûn standin jî hebûn.

2-  Nûnerê DY(Dewletên Yekbûyî-ne Netewên Yekbûyî) yê Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî, beşdarî rêûresma Fermana 74’an a Şengalê bûye!

3- Ev Ferman, di roja 9’ê Cotmehê de, roja destpêka Plangeriya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate îmzekirin û ragihandin. Jixwe weke tê zanîn, berî Fermana 73’ya bi çend salan a ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’ a de êrîş bir ser Şengalê, yê li ser hev pir caran hişyarî da Rêber Ocalan bû. Lê mixabin li gorî dihat xwestin ewqas tedbîr nehat standin. Her wiha tê zanîn, derbeya herî mezin jî, ji reva pêşmergeyan a ji Şengalê hat xwarin. Ji ber ku gelê me bawer nedikirin ku pêşmergeyên wan bê xwedan bihêlin û birevin biçin! Dîsa weke tê zanîn ên di hewara gelê me yên êzidî ve çûn û ew ji qirkirina mezin rizgar kirin û ew parastin; hêzên HPG û YPG’ê bûn.

Qet gûman tê de nîne ku ev plangeriya li Bexdayê hate îmzekirin û ragihandin û plangeriya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat organîzekirin, armanca wan yek e.

Her du jî ji aliyê dewletên hegemon ên cîhanî ve hatin plankirin û bi giranî bi destê dewleta tirk didin birêvebirin. Armanca wan a bingehîn; rûxandina doz û destkeftiyên gelê Kurdistanê ye. Her wiha şikandin û têkbirina îradeya Tevgera Azadiyê û felsefe û ramanên Rêber Apo ye ku ji xwe re alternatîf dibînin.

Yê ku ev gel hişyar kir, serwext kir û birêxistin kir û kir xwedî îrade ev Rêber e. Yê hem dîrokî hem civakî hem olî hem jî erdnîgarî, bi bingehîn gelê kurd temsîl dike jî gelê me yê êzidî ye û Şengal e. Sedema sereke ya vê êrîşa navdewletî li dijî van her du diyardeyan; Rêber Apo û êzidî-Şengalê, ev e.

Ji aliyê wan ve, li gorî zihniyet û felsefeya wan, armancên wan ne şaş e. Lewma divê kes gazincan ji van hêzen navdewletî nekin, belê gazincan ji xwe bikin, ji xelitî, şaştî û xemsariyên xwe dersan derxin. Bê gûman divê lingên wan hêzên biyanî yên dagirker, qirker û mêtînger ên kurdistanî neyê ji bîr kirin, êdî ji wan jî gelek gazinc nabe, ji ber ku êdî ew jî bi tevayî bi wan ve hatiye girêdan û çarenûsa xwe bi hev ve kirine yek. Mînaka malbata Barzanî û dewleta R.T.Erdogan li ber çava ye! Nizanim ma gelo hêj hêvî heye ku karibin, ji wan dagirker û qirkerên Kurdistanê xwe rizgar bike yan na?

Erê li hember van hêzên biryaran li ser îrade gelê me distînin, têkoşînek û berxwedanek bi rûmet heye. Hem li her çar parçeyan û hem li derveyî welat bi berfirehî çalakî hene; xwepêşandan, meş û mîtîng tên lidarxistin. Lê mixabin xemsariyek jî tê xuyakirin. Divê di vî warî de em karibin bi wêrekî rexneyan li xwe û li der dorên xwe jî bikin.

Li hinek cihan hem gelê me, hem jî gerîlayên me, pir bi canbexşane di nava berxwedanê de ne. Weke Heftenînê, Şengalê, Mexmûrê, Şehbayê, Minbicê, Kobanê, Dêrikê, Wanê, Amedê, Qersê, Urmiyeyê, Serdeştê û hwd. li pir deveran berxwedanek hêja, berdewam tê birêvebirin. Lê mixabin li hinek deveran jî, ev plangerî û êrîşên dewletên dagirker û xiyanetkaran êdî hinekî weke bûyerên ji rêzê ve tên dîtin, êdî weke bûyerên normal tên pejirandin. Ji bo rabûna ser pêyan û çalakiyan, xwe li hêviya hinekan ragirtin heye. Divê ev xemsarî û bêberpirsiyarî ji nava me rabe, weke em her car sozê didin şehîdên xwe, Rêberê xwe, divê em li wan sozên xwe xwedî derkevin û ne kêlîkê, belê her dem bi ruhê wan sozên xwe ve bijîn! Mam Zekî Şengalî, Egît Civyan û pir hevalên leheng hîn duh bû ji nav me ve bar kirin, çûn koça dawî!

Encex wisa em karibin ji wan plangeriyên malxerab ên nevdewletî re bibin bersiv û layiqî şehîd û rêberê xwe bin.

Dikarî Biecibînî