Zîhniyeta 6-7’ê Îlonê hîn jî li ser kar e

Parlamenterê suryanî yê HDP’î Tûma Çelîk li ser Komkujiya 6-7’ê Îlonê daxuyaniyek da û bi bîr xist tevî ku 63 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî hesab hîn nehatiye dayin.

Çelîk destnîşan kir ku zîhniyeta wê rojê hîn li ser kar e, polîtîkaya sirgûn û koçberiyê bi darê zorê dewam dike û got ku divê ji ber bûyerên 6-7’ê Îlonê di serî de gelê rûm lêborîn ji hemû gelan bê xwestin, kiryar bên cezakirin.

Her wiha parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî ji bo bûyera 6-7’ê Îlonê pêşniyarnameya lêkolînê da meclisê.

Çi bûbû?

Di 6-7’ê Îlona 1955’an de, di serî de li Stenbol û Îzmîrê, bi destê dewleta tirk li dijî rûm, ermen, yahûdî, xiristiyanan komkujî pêk hat. Li gorî îstatîstîkan ten

Dikarî Biecibînî