Li Hewlêrê bo Penahî çalakî

Nerazîbûnên li dijî biryara darvekirina ciwanê kurd Ramîn Hisên Penahî ji aliyê rejîma Îranê ve her diçe belav dibin. Bi vê boneyê duh li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de ji komîteya amadekar a çalakiyê Elî Mehmud daxuyanî da çapemeniyê. Elî got ku Penahî ketiye greva birçîbûnê û zextek mezin li ser heye û azadiya Penahî xwest.

Di dewamê de Elî got ku hinek welatiyên Rojhilat xwestine ji bajarê Silêmaniyê werin û beşdariya çalakiyê bibin lê ev yek hatiye astengkirin.

Piştre birayê Penahî, Emced Hisên axivî û ev tişt vegot: “Ramîn di rewşek xirab de ye, roj bi roj zextên li ser Ramîn zêdetir dibin. Ji bo vê em bang li berpirsyarên Kurdistan û ragihandinê dikin balê bikêşin ser Ramîn da ku carek din malbata wî kefyxweş bikin.” HEWLÊR

 

Dikarî Biecibînî