Ahmet Takan îtiraf dike: Hindik maye Efrîn bikeve bin kontrola YPG’ê

Navenda Nûçeyan

Çalakiyên şervanên YPG’ê yên li Efrînê bêhn li hêzên dagirker çikandiye. Nivîskarê Yenî Çagê Ahmet Takan têkçûna li Sûriyeyê wiha îtîraf dike: “Çalakiyên PKK/YPG’ê yên li Efrînê zêde bûn û hindik maye ku kontrola Efrînê bikeve destê wan. TSK jî ji bo parastina xwe vekişiyaye navenda Efrînê.  Ya herî bi êş jî ew e ku em dibêjin ‘Idlib..Idlib’ lê Hatay ji destê me diçe.

Geşedanên li Sûriye û bakurê Sûriyeyê rojane diguherin û hevsengiyên balkêş li qada şer rû didin. Li hêlekê operasyona îhtimalî ya ku tê payîn dê rejîma Sûriyeyê bi hevkariya Rûsya û Îranê li dijî terorîstên li Idlibê pêk bîne, li hêla din jî çalakiyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên li Efrînê hêzen dagirker xistine nav tirs û fikaran.

Şervanên YPG/YPJ’ê di demên dawî de di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê li dijî komên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ên li Efrînê çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyan de gelek serçete tevî çeteyan hatin kuştin. Bi zêdebûna çalakiyan re jî komên çete ketin nav tirs û xofê. Bi vê boneyê jî çend roj berê bi rêya talîmatnameyekê komên çete dihatin hişyarkirin û di talîmatnameyê de dihat destnîşankirin ku dê YPG di meha îlonê de êrîşî Efrînê bike.

‘Tirkiye hatiye felckirin’

Têkildarî geşedanên li Sûriye û bakurê Sûriyeyê ji nivîskarên rojnameya Yenî Çagê Ahmet Takan di quncikê xwe yê îro de îtirafên girîng kirin. Nivîsa Takan bi gotina; ‘Çavekî me li Idlibê û çavê me yê din jî li kûra dowîzan e. Gotina dawî hema em niha bêjin, Tirkiye hatiye felckirin.’ dest pê dike. Takan der barê polîtîkaya Sûriyeyê de di nivîsa xwe de wiha dibêje: “Em di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de ku îflas kiriye, bi wêneyeke trajîk re rû bi rû ne. Çavê me niha li civîna sêalî ya ku dê li Tehranê bê lidarxistin e. Bila gumana we nebe ku piştî civînê dê Putîn, Rûhanî û Erdogan wêneyên rûbiken bidin.”

‘Encama niha di serî de xuya bû’

Di berdewamê de Takan dibêje ku ev wêne bi tevahî şanoyekê ye û wiha didomîne: “Tu hesabên van her sê welatan ên li Sûriyeyê bi taybetî jî di mijara Idlibê de hevdû nagirin. Li ser vê rewşê vêca hûn pirsgirêka me ya PKK/YPG’ê jî li ser zêde bikin. Bi zanebûn û bi destûra me, hemû komên terorîst ên ‘îslamî’ li Idlibê hatin komkirin. Encama niha di serî de xuya bû. Bi avakirina çend noqteyên çavdêriyê re raya giştî ya hundirîn hat bêdengkirin. Beriya civîna Tehranê Rûsyayê di hewayî de û rejîma Sûriyeyê jî di bejahiyê de li Idlibê xist. Bila qet gumana we nebe ku ev yek bi agahdarkirina DYA’yê û bi lihevkirina wê re pêk hat.”

Bal kişand ser çalakiyên YPG’ê

Ahmet Takan di berdewama nivîsa xwe de bandora çalakiyên YPG/YPJ’ê yên li Efrînê jî bi van gotinan îtiraf dike: “Ez dikarim agahiyên ku min ji çavkaniyên xwe yên li qadê yên hêzên îstixbarat û ewlehiyê bi we re parve bikim. Hindik maye ku kontrola Efrînê ji destê me biçe. Çalakiyên PKK û YPG’ê yên li dijî hêzên OSO’yê di demên dawî de pir zêde bûn. TSK jî ji bo ku windahiyan nede xwe vekişand navenda Efrînê. Ev jî têr nake û vê carê jî di navbera komên OSO’yê de şer dest pê kiriye.”

OSO’yî direvin

Quncikê Takan wiha bi dawî dibe: “Endamên OSO’yê yên ku ji şer direvin jî dîwarê sînor derbas dikin û tên Tirkiyeyê. Hindik maye ku hakimiyeta qadê bikeve bin destê YPG’ê. Rewşa Minbicê ji xwe hûn dizanin. Mutabakata bi DYA’yê ya ji bo Minbicê jî bi fiyaskoyê bi dawî bû. Esad, Rûsya, DYA û YPG bihevre tevdigerin. Yên me bi ser Rûsyayê re dixwazin bandorê li ser Esad bikin. Ger wiha bidome dê xeta enerjiyê ava bibe û YPG jî weke notirvanê DYA’yê dê bimîne. Dê Rûsya para xwe bigire û em jî dê bi windahiyên xwe re bimînin. Em di destê selefxuran de man. Ya herî bi êş jî ew e ku em dibêjin ‘Idlib…Idlib..’ lê Hatay ji destê me diçe.”

 

Dikarî Biecibînî