Yek jê serçete 15 dagirker li Efrînê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan

Çalakiyên bi bandor  ên şervanên YPG/YPJ’ê yên li dijî hêzên dagirker ên li Efrînê berdewam in. YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan di 3’yê îlonê de rêzeçalakî li dar xistine û di encamê de yek jê serçete, bi giştî 15 çeteyên dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî rêzeçalakiyên hêzên wan ên di 3’yê îlonê yên li kantona Efrînê de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de YPG’ê destnîşan kir ku tevî serçeteyê Tûgaya 23’emîn Ahmed Semîr Brîer, 15 çeteyên dagirker hatine kuştin.

YPG’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hêzên wan di çarçoveya ‘Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê’ de di 3’yê îlonê de rêzeçelakî pêk anîne. YPG’ê da zanîn ku hêzên wan ev çalakî li navend, navçe û bejahiya Efrînê li dar xistine.

Baregeh hat rûxandin

Di berdewama daxuyaniyê de YPG’ê hûrgiliyên çalakiyan wiha parve kirin: “Di 3’yê îlonê de hêzên me ketin baregeha leşkerî ya Eniya El Şamê ya li gunfê Xalta ya Efrînê. Piştî ku hêzên me derbên bi bandor li çeteyan xistin, baregeh bi temamî îmha bû. Di encama çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û hejmara çeteyan birîndar jî nehat tespîtkirin.”

Serçeteyek hat kuştin

Navenda ragihandinê destnîşan kir ku di heman şevê de hêzên wan wesayîteke leşkerî ya koma çete ya Eniya El Şamê ku çete vediguhestin herêmê, li ser rêya Tirindê bûye hedefa hezên wan û wiha dom kir: “Di encama çalakiyê de yek jê serçete, 5 çete hatin kuştin. Yekîneyên me di heman demê de di navbera gundên Gobelê û Basilê yên Şêrawayê de jî wesayîteke çeteyan îmha kir û di encamê de 4 çete hatin kuştin. Di van çalakiyan de serçeteyê Tûgaya 23’yemîn Ahmed Semîr Brîer jî di nav de, bi giştî 15 çete hatine kuştin û bi dehan çete jî birîndar bûne.”

Dikarî Biecibînî