KNK: Dagirker êrîşkirina kurdan weke erk dibînin

KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa rejîma Îranê ya li ser Koyê şermezar kir. KNK’ê da zanîn ku êdî tu guman nemane ku dagirkerên Kurdistanê di rewşê de bin jî dev ji karê xwe yê qetilkirina kurdan bernadin. KNK’ê bang li hemû partiyên kurd kir ku ji bo yekitiya neteweyî di zûtirîn dem de bi civin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî bombebarana hêzên rejîma Îranê ya di 8’ê îlonê ya li ser baregehên HDK û PDK-Î yên li Koyê ya Hewlêrê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê destnîşan kir ku rejîma Îranê ku ji ber aloziya navxweyî û krîza li qada navneteweyî li ber herifînê ye, bi êrîşa li ser gel û hêzên kurd dixwaze hêz û desthilatiya xwe nîşan bide.

KNK’ê destnîşan kir ku bi êrîşa dawî re careke din diyar bûye ku rejîmên dagirker ên li Kurdistanê di nava her rewş, krîz û arîşeyê de êrîşkirina li ser gel û xebatkarên Kurdistanê, erka xwe ya sereke di zanin û wiha domand: “Dewleta tirk ku di nava rewşeke nerehet a aborî, civakî û siyasî de ye, beşek ji başûr û rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û bi her awayî hewl dide ku destketiyên gelê Kurdistanê têk bibe.”

Êdî tu guman neman e

Di berdewamê de jî KNK’ê daxuyand ku li aliyê din jî rejîma sêdarê ya Îranê, li gel qeyranên xwe yên navxweyî, herêmî û navneteweyî, darvekirina çalakvanên kurd, bomberdûman û êrîşa li ser bingeh û bargehên partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr didomîne û wiha pê de çû: “Êdî ti şik û guman nemane ku dagirker tu cudahiyê naxin navbera Kurdistanê û bi her şêweyî êrîşên xwe didomînin. Bûyerên diqewimin, rastî û pêdiviya bi bi yekitiya neteweyî radixe ber çavan. Em bang li hemû partî û hêzên kurdistanî dikin ku ji bo yekitiya neteweyî di zûtirîn dem de bi civin.”

Êrîş şermezar kirin

Daxuyaniya KNK’ê wiha bi dawî bû. “Em êrîşên rejîma Îranê ya li ser baregehên Hizba Demokratîk a Kurdistanê (HDK) û Partî Demokratîk a Kurdistanê – Îran (PDK-Î) bi tundî şermezar dikin. Em hemû şehîdên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin, ji gelê Kurdistanê, malbat û hevalên şehîdan sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazin.”

Dikarî Biecibînî