Temel: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel ku di sala 2012’an de 68 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de mabû da zanîn ku konsepta niha, ji konsepta salên 2011-2012’an dijwartir e. Temel got ji bo ku rêyên diyalogê vebin û aramî û aşitî li Tirkiyeyê peyda bibin, navnîşana çareseriyê Îmrali ye

Bi armanca başkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanekê fermî, di sala 2012’an de li gelemperiya girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzî 60 girtiyan greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakî roj bi roj mezin dibû û di demekê kin de zêdetirî hezar girtî tev li çalakiyê bûbûn. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 68’emîn de jî li ser banga Ocalan hatibû bidawîkirin. Bi reva birçîbûnê re jî tecrîd bi dawî bûbû, rayedarên dewletê bi Ocalan re rûniştibûn û maseya muzakereyê dabû avakirin. Di heman demê de çalakî bû sedem ku di dadgehên dewleta tirk de zimanê kurdî bi fermî bê naskirin.

Yek ji 60 çalakvanên greva birçîbûnê yên destpêkê jî parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel bû. Temel têkildarî tecrîda li ser Ocalan, ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê pirsên Mehmet Şah Oruç bersivandin. Temel got ku çareserkirina pirsgirêkê dîsa li Îmraliyê ye.

Tayîp Temel di serî de operasyonên bi navê ‘KCK’ê yên di sala 2009’an de bi bîr xist û wiha domand: “Wê demê her kes hatibû girtin. Konsepta şerê tunekirinê li her deverekê Kurdistanê pêk dihat. Mînaka herî şênber jî Komkujiya Roboskê bû. Civak di bin zextên xedar de bû. Hema bêje hêviyên çareseriyê xelas bûbûn. Bi tecrîdkirina birêz Ocalan a wê demê re konsepta şer di dewrê de bû.”

Girtiyan pêvajo baş di dît

Temel diyar kir ku girtiyan konsepta şer a wê demê baş di dît û wiha got: “Girtiyan xwest di eniya xwe de mudaxeleyî rewşê bikin. Çi dibû bila bibûya divê ku hin kes biketina pêşiya wê pêvajoya xedar. Me jî biryar da em li girtîgehan di 12’ê îlona 2012’an de bersiva pêvajoyê bidin û pêvajoya şer, tecrîd û înkarkirinê rawestînin. Armanca çalakiya me ew bû ku tecrîd bê şikandin û bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin û pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd a bi diyalogê dest pê bike. Li gel vê daxwaza hevdîtina bi Ocalan re, yek ji daxwazên me ya girîng jî ew bû ku zimanê kurdî li her qada jiyanê azad û fermî bibe.”

Piştgiriyê hêz dida çalakvanan

Di berdewamê de jî Temel anî ziman ku wan bi 60 kesî dest bi çalakiyê kir û wiha pê de çû: “Piştre ev hejmar gihaşt hezaran. Çalakî di salvegera darbeya 12’ê Îlonê de hat destpêkirin. Lê rayedarên wê demê dixwestin çalakiyê weke lîstik û mîzansen nîşanî civakê bidin. Berfirehbûn û zêdebûna çalakvanan û piştgiriya ji derve bersiva herî xurt da rayedarên hikûmetê û vê yekê jî hêz dida çalakvanan.”

Çalakiyê paşve gav bi hikûmetê da avêtin

Tayîp Temel daxuyand ku ji ber ku çalakiya wan rewa bû, hemû beşên civakê yên demokrasîxwaz û azadîxwaz piştgirî da wan û wiha derbirî: “Helbet çalakiyeke girîng bû. Çalakiya me ya li hundir û çalakiyên derve hikûmet neçar kir ku paşde gav biavêje. Rojên beriya ku çalakî bi dawî bibe, raya giştî hêdî hêdî êdî çalakî nîqaş dikir. Di roja 68’emîn a çalakiyê de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Bi vegera Mehmet Ocalan re jî me dawî li çalakiyê anî. Di wê demê de sererastkirina mafê parastina bi zimanê kurdî jî di meclisê de derbas bû. Bû destpêka serdemeke nû. Deklarasyona birêz Ocalan a di Newroza 2013’an de bû qonaxa pêvajoyeke nû. Hevdîtina heyetên siyasî û dewletê bi birêz Ocalan re dest pê kir. Li Tirkiyeyê çav û guhê bi milyonan kesan li ser hatina peyamên ji Îmraliyê bû.”

‘Navnîşana çareseriyê Îmrali ye’

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Konsepteke ji ya wê demê dijwartir di dewrê de ye. Ji bo hêviyên çareseriyê dîsa navenda herî girîng Îmraliye û niha di tecrîdê de ye. Ya ku wê demê bûy hêviya milyonan, ya ku bi xwe re aramî, aşitî û xweşî anî rakirina tecrîdê bû. Mutabakata Dolmabahçeyê qelaştin, mase qelibandin û tecrîda li ser birêz Ocalan giran kirin. Şert wekhev in. Ji roja tecrîdê heta niha çiya û daristan tên bombebaran kirin, şewitandin û mirov tên girtin û kuştin. Maf û hiqûq serûbin bû, muxalefeta civakîtê tepisandin. Em bi pêvajoya 2011-2012’an re rû bi rû ne. Niha herî zêde pêdivî bi hevdîtina bi birêz Ocalan re û diyalogê heye. Ji bo ku dîsa tovên hêviya çareserî û aştiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aj bidin, navnîşana sereke Îmraliye û rakirina tecrîdê ye.”  AMED

 

Dikarî Biecibînî