Greva girtiyên PKK û PAJK’î dest pê kir

Navenda Nûçeyan

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş, li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î yên li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek dabû. Di vê çarçoveyê de jî îro bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’î îro dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kir
Li ser navê bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’î yên li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Denîz Kaya hefteya bihûrî daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweş dihat nirxandin. Di daxuyaniyê de Kaya destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û berdana girtiyên nexweş, dê di 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan bikin.

Di daxuyaniyê de Kaya diyar dikir ku ev çalakiya wan ji bo hişyarkirina hikûmeta AKP-MHP’ê ye.

Daxuyaniya ku Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê dabû wiha ye:

“Di rêya jiyaneke mezin û watedar de ew têkoşîna xwe geş dikin û li dijî her şêwe êrîşên faşîzmê, di her kêliyê de li ber xwe didin. Kaya diyar kir ku li hemberî hemû cûreyên paşverûtiyê yên ku li pêşiya rastiyê û azadiyê asteng in, ew xwedî helwest in û wiha domand: “Di şerê azadiyê de dibe ku em dîl ketibin destê faşîzmê, lê belê di dîroka me ya têkoşînê de jî hatiye dîtin ku em tu carî teslîm nebûne. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, me li dijî îşkenceya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi salan li ber xwe dan û serî netewand. Faşîzma ku dixwest bi rêya zindanê gel tasfiye bike, çawa ku bi berxwedana 14’ê Tîrmehê têk çû, dê niha jî têk biçe. Weke şopdarên berxwedana 14’ê Tîrmehê di her şert û mercî de em ê dilsozê nirxên xwe bin û ji bo serkeftin û azadiya gel, em ê berxwedana xwe geş bikin. Ev yek erk û berpirsyariya me ya bingehîn e.

Hikûmeta Erdogan ji ber vê bêdengiyê, welat dixe nava rejîmeke faşîst a sîstema dîktatorî. Ji ber vê yekê, talan û her şêweyên zextê ji xwe re rewa dibîne. Lewma her kesên ku xwe weke demokrat, rewşenbîr û entelektûel dibînin divê bes bêdeng bin. Rêberê me li zindana Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de xwedî helwest û seknekê ye. Em, zêdeyî 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li dora Rêberê xwe dicivin û destnîşan dikin ku em ê tecrîdê tu carî qebûl nekin.

Mercên li girtîgehan, zext, zordarî û îşkence giran bûne. Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin her tiştî ji raya giştî veşêrin. Ev yek hewldana ji bo nixumandina faşîzma çalak e. Em dibînin û dijîn ku şert û mercên dîlgirtinê li tu ol, demokrasî, maf, hiqûq û feraseta azadiyê nayên. Bi taybet hevalên me yên nexweş ji ber ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê heye. Mehên dawî, hevalên me Nîhat Baymiş, Celal Şeker, Selahattîn Aytek û Koçer Ozdal ji ber ku nexweşiya wan giran bû û bi rêk û pêk nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Bi raporan hatiye destnîşankirin ku bi sedan hevalên me bi nexweşiyên giran ketine. Hiştina wan li zindanê û tedawînekirina wan, şêweyekî vekirî yê cînayetê ye. Dewleta TC’ê wextekê bi kiryarên nediyar tevdigeriya û xwe rewa dikir, niha jî bi rengekî vekirî vê yekê li zindanan dike. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lewma em dibêjin, li dijî her kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê em ê tu carî tawîzê nedin û em ê li ber xwe bidin. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û hevalên me yên nexweş werin berdan û dermankirin, bi armanca hişyarkirinê em ê di roja 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê bikin. Greva me ya hişyarkirinê dê 3 rojan dom bike. Em bang li gelê xwe û mirovahiyê dikin ku li dijî rejîma faşîst a dewleta TC’ê dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin. Em hemû hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin ji bo bîranîna wan em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Dikarî Biecibînî