Dixwazin têkçûna xwe bi şanoyên MÎT’ê veşêrin

Şanoya MÎT’ê ya ‘9 şervanên YPG û YPJ’ê bi operasyoneke taybet hatin girtin’ derket holê. Li gorî agahiyan, kesên weke ‘endamên YPG û YPJ’ê’ hatine destnîşankirin welatiyên sivîl ên ji Racoyê yên ku hatine revandinin. YPG’ê jî bi daxuyaniyekê ev îdiaya dewleta tirk derewand

Dewleta tirk duh îdia kir ku di encama hevkariya MÎT û hêzên artêşa tirk de li Efrînê 9 endamên YPG û YPJ’ê girtine û derbasî Tirkiyeyê kirine. Lê di demekê kin de derket holê ku ev gotinên dewleta tirk tenê şanoyeke û ji bo veşartina têkçûna xwe ya li Efrînê hatiye kirin. Hat zanîn ku ev kesên ku qaşo weke ‘endamên YPG û YPJ’ê’ hatine destnîşankirin, welatiyên sivîl ên ji Raco ya Efrînê ne ku ji hêla arteşa tirk û çeteyên wê ve ji bo fîdyeyê hatine revandinin.

Têkildarî mijarê rayedarên YPG’ê jî agahî dan. YPG’ê da zanîn ku îdiaya dewleta tirk ku dibêje; ‘me 9 şervanên YPG’ê li Efrînê girtine’ derew e. Rayedarên YPG’ê ragihand ku dê têkildarî mijarê di demên pêşde daxuyaniyekê bidin raya giştî. Rayedarên YPG’ê destnîşan kirin ku dewleta tirk bi armancên cuda van agahiyan di raya giştî de parve dike.

Ji ber şerê gerîlatiyê derbên giran dixwin

Weke ku tê zanîn ku piştî ku dewleta tirk û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, şervanên YPG û YPJ’ê li dijî hêzên dagirker şerê gerîlatiyê dabû destpêkirin. Di Qonaxa Duyemîn a Berxwdana Serdemê de şervanên PG/YPJ’ê bi sedan çalakî li dar xistin û roj naçe ku bi dehan çete neyên kuştin. Ji ber van derbên şervanan jî dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê ketine nava tirs û xofeke mezin.

Takan ev têkçûn îtîraf kiribû

Têkildarî mijarê nivîskarê Yenîçagê Ahmet Takan di qunciknivîsa xwe ya hefteya din de ev têkçûne bi van gotinan di anî ziman: “Ez dikarim agahiyên ku min ji çavkaniyên xwe yên li qadê yên hêzên îstixbarat û ewlehiyê bi we re parve bikim. Hindik maye ku kontrola Efrînê ji destê me biçe. Çalakiyên PKK û YPG’ê yên li dijî hêzên OSO’yê di demên dawî de pir zêde bûn. TSK jî ji bo ku windahiyan nede xwe vekişand navenda Efrînê. Ev jî têr nake û vê carê jî di navbera komên OSO’yê de şer dest pê kiriye. Endamên OSO’yê yên ku ji şer direvin jî dîwarê sînor derbas dikin û tên Tirkiyeyê. Hindik maye ku hakimiyeta qadê bikeve bin destê YPG’ê.”

Li Efrînê senaryoyên MÎT’ê

Ji van gotinên Takan jî diyar dibe ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê di nava çiraveke kûr de ne. Xuyaye ku dewleta tirk ji bo ku vê têkçûna xwe ya li Efrînê veşêre, senaryoyeke bi vî awayî amade kiriye.  Ji xwe di demekê kin de derket holê ku welatiyên ku hêzên artêşa tirk weke ‘endamên YPG û YPJ’ê’ nîşan dan û rûyê wan bi tûrikan veşartibûn,   welatiyên Racoyê ne.

Kiryarên li Efrînê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê heta niha dewleta tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê polîtîkayeke taybet dimeşîne. Di vê çarçoveyê de rojane bi dehan welatiyan direvîne, îşkence dike, destdirêjiya jinan dikin û ji bo berdana welatiyên ku revandin jî ji malbatên wan fîdyeyê dixwazin. Beriya niha jî gelek caran çavkaniyên ji Efrînê ragihandibûn ku gelek kesên efrînî yên ku hatin revandin, derbasî girtîgehên Tirkiyeyê hatine kirin.

Dikarî Biecibînî