Elewiyên Terolarê ji ber kampa penaberan bi fikarin

Elewiyên li Terolar a Gurgumê ji ber çêkirina kampa penaberan a li gundê wan bi fikarin. Welatî dibêjin ku bi zanebûn kamp li gundê wan hatiye çêkirin û bi fikara komkujiyeke duyemîn a Gurgumê dijîn. Welatiyan xwest ku dewlet li gundê wan tedbîrên parastinê bigire
Welatiyên elewî yên li gundê Terolar ê navçeya Dulkadîr a Gurgumê, di 2016’an de bi rojan li dijî avakirina kampa Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatê (AFAD)  ku ji bo 27 hezar kesan hatibû çêkirin, çalakî li dar xistibûn. Ne tenê li Gurgumê, elewiyên ji gelek herêmên cuda yên Tirkiye û Ewropayê li dijî çêkirina vê kampê daketibûn qadan. Welatiyên li Terolarê dibêjin ku dewlet bi vê kampê re dixwaze pişaftina bawerî, çand û zimanê pêk bînin.

Li gorî agahiyan, niha li vê kampê 30 hezar penaber hatine bicihkirin. Li herêma kampê nêzî 24 gund hene û hejmara wan jî 5 hezar e. Têkildarî rewşê welatiyên Gurgumê ji JINNEWS’ê re axivîn. Têkildarî mijarê keyayê berê yê gundê Terolarê Velî Erturk anî ziman ku ji qada kampê bêhneke nebaş tê û wiha domand: “Hemû serlêdanên me bê encam man. Ez çûm Midûriyeta Herêmê ya Daristanê. Min got bêhna ji kampê tê me aciz dike. Em çûn cem qeymeqam jî. Lê tiştek nekirin.”

Ji bêhna kampê nikarin bijîn

Keyayê gund destnîşankir ku rayedarên dewletê di gotin dê kampê 7 km’yan dûrî gund çê bikin lê kîlometreyek nêzî gund hatiye çêkirin û wiha pê de çû: “Ev 3 sale xebatên kanalîzasyonê temam nebûne. Dibêjin agahiya wan nîne. Ji ber vê bêhna nebaş em nikarin 3 salan bijîn. Em ê bi pençeşêra pankreasê bikevin û bimrin. Gundên Gurgumê kirin yek û kamp çêkirin. Niha qada ku Terolar lê ye, di uyduyê de nayê dîtin. Ji ber ku gund di nava hevde tên dîtin. Di navîgasyonê de jî rêya gund xuya nake.”

Bi zanebûn kamp li Terolarê çê kirin

Têkildarî mijarê welatya bi navê Donel Topluca jî bi lêv kir ku ew bi zanebûn hedef hatine girtin û bertekên xwe wiha nîşan da: “Me jî berxwedana Terolar ji Ewropayê dişopand. Li Tirkiyeyê jî bertek hatin nîşandan. Ji ber ku em nizanin kî li van kampan dimînin, em bi fikar in. Em bi fikara komkujiyeke duyemîn a Gurgumê re dijîn. Erdogan bi zanebûn ev kamp li vir çê kir.”

Welatiya bi navê Yeter Ayhan jî daxuyand ku ew nizanin li kampê çi tê jiyîn û got ku ew ditirsin. Ayhan xwest ku rayedarên dewletê tedbîrên parastinê bigirin. GURGUM

Dikarî Biecibînî