Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kir

Bêtehemûliya polîsên AKP-MHP’ê ya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê didome. Di hefteya 704’emîn a çalakiyê de polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û nehêla ku çalakvan ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin.  Hat zanîn ku polîsan bi darê zorê xwestin çalakvanan bixin bînaya ÎHD’ê
Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên ku di dîrokên cuda de ji hêla dewletê ve hatine windakirin, di hefteya 704’emîn de xwestina heya Qada Galatasarayê bimeşin. Bi vê boneyê jî li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn û wêneyên windakiriyên xwe rakirin.

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan xwestin ku heta Qada Galatasarayê bimeşin. Di çalakiyê de tevî Dayikên Şemiyê, hevseroka giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û gelek welatiyên ji bo piştgiriyê hatibûn jî amade bûn. Lê hêzên polîsan mudaxaleyî girseyê kir û bi darê zorê xwestin ku çalakvanan bixin avahiya ÎHD’ê.

Rojnameger ji qadê hatin dûrxistin

Li dijî vê êrîşkariya hêzên polîsan jî çalakvanan dirûşm berz kirin û bertek nîşanî êrîşkaran da. Hat zanîn ku êrîşa li dijî dayikan hîn didome. Her wiha polîsan mudaxaleyî rojnamegerên ku çalakî di şopand jî kirin û xwestin ku ji qadê dûr bixin. STENBOL

Dikarî Biecibînî