Fermandarê Pêşmergeyên Roj: Armanc şerê li dijî Rojava bû

Yek ji fermandarên damezirîner û fermandarên Pêşmergeyên Roj Riyad Selahaddîn Hisên ku niha vegeriya Rojava û tev li Erka Xweparastinê bûye rastiya Pêşmergeyên Roj vegot. Hisên da zanîn ku Pêşmergeyên Roj ji hêla endamên MÎT’ê ve tên fînanse û perwerdekirin. Hisên bang li hemû ciwanên di nava vê komê de kir ku vegerin Rojava û tev li xebatên parastinê bibin

Koma bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ bi armanca bikaranîna li dijî Şoreşa Rojava, ji hêla PDK û dewleta tirk ve hat damezirandin. Vê komê li gelek deveran astengî derxistin û yek ji peywira wan a sereke ew bû ku di nava gelê Rojava de aloziyê derxînin. Pevçûnên li Xanesorê jî yek mînaka vê yekê bû.

Yek ji endamên vê komê jî Riyad Selahedîn Hisên ê ji Qamişloyê ye. Di nava vê komê de serdarê hêza yekemîn bû û yek ji damezirînerên komê ye. Riyad Selahedîn Hisên têkildarî avakirina vê komê û armancê wê ji Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) re axivî. Hisên da zanîn ku piştî wî rastiya armanca avakirina Pêşmergeyên Roj fêm kir, xwe jê vekişandiye.

Ji hêla MÎT’ê ve tên perwerdekirin

Di sala 2012’an de li ser daxwaza Mesûd Barzanî, di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê tabûreke çekdar hate avakirin. Vê koma ku navê ‘Pêşmergeyên Roj’ li xwe kirin, li başûrê Kurdistanê ji hêla endamên MÎT’ê ve hatin perwerdekirin. Armanca wê jî têkbirina ewlehiya Rojava bû. Her wiha ENKS jî vê hêzê weke hêza xwe pênase dike. Balkêşe ku Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê jî vê komê girêdayî xwe diyar dike.

Kom ji 3 tugayan pêk tê

Ev kome ji 3 tugayan pêk tê. Tugaya yekemîn li ser hemû cureyên çekan û şerên cuda hatine perwerdekirin û ji aliyê Riyad Selahedîn ve tê birêvebirin. Tugaya duyemîn û ya sêyemîn ji sedî 93 ji kesên girêdayî Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyeyê (PDK-S) pêk tê û piraniya wan temen mezinin. Bi giştî bi qasî 3 hezar 750 endamên wan hene. Ev kom bi taybet jî li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de hatine bicihkirin. Bi taybet jî li devera Eyn Iwêzê.

Civîna bi rayedarên Başûr re

Yek ji damezirînerên vê komê jî Riyad Hisên e. Di sala 2012’an de li gel hin dostên xwe re bi rayedarên Başûr re di cive û wan kêliyan wiha vedibêje: “Armanca me danûstandinên bi partiyên Başûr re bû. Di civîna yekemîn de em bi rayedarê Başûr re civiyan. Şert a me yekem ew bû ku bi tu partiyên siyasî vê neyê girêdan. Bi taybet jî bi ENKS’ê ve. Lê nehat qebûlkirin.”

Armanca vekirina deriyê Semelkayê

Bi avakirina ‘Pêşmergeyên Roj’ re jî rayedarên Başûr dest bi propagandaya wê kir û sînor li pêşiya ciwanên Rojava vekir da ku tev li bibin. Her wiha li dijî şervanên YPG û YPJ’ê jî propagandaya reşkirinê da destpêkirin. Hisên got ku di dema damezirandina YPG û YPJ’ê de armanca vekirina deriyê Semêlka ew bû ku ciwan tev li YPG’ê nebin û tev li koma wan bibin.

Berxwedana Kobanê her tişt zelal kir

Bi destpêkirina êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê re hemû îdiayên rayedarên Başûr ên der barê YPG û YPJ’ê de têk çûn. Têkildarî mijarê Hisên wiha dibêje: “Bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê re ev îdia pûç derketin. Îsbat bû ku tekane hêza li Rojava li dijî terorê şer dike, YPG û YPJ ye. Vê jî di nava Pêşmergeyên Roj de parçebûn çê kir û gelek kesan berê xwe da Rojav. Me xwest derbasî Rojava bibin lê PDK-S’ê nehêla. Bi şerê Kobanê re diyar bû ku Pêşmergeyên Roj nikarin şer bikin û vê jî di nava rayedarên ENKS’ê de nakokî derxist.”

Di sala 2015’an de jî Hisên bi rayedarên koalîsyona navneteweyê re dicive. Koalîsyon ji wan dixwaze ku ji bo alîkariya bi YPG û YPJ’ê re xwe amade bikin û derbasbûna wan a Rojava jî dê di bin fermandariya YPG û YPJ’ê de be. Hisên dibêje ku wî ev daxwaz erê kiriye û koalîsyon bi rayedarên Başûr re civiyaye. Di civînê de fermandarên pêşmergeyên Başûr, Pêşmergeyên Roj û koalîsyonê amade bûn. Hisên wê civînê wiha bi bîr dixe: “Pêşmergeyên Başûr û ENKS’ê derbasbûna me ya bê şert û merc qebûl nekirin. Xwestin ku em derbasî Rimêlanê bibin û bikeve bin kontrola me. Lê hêzên koalîsyonê ev daxwaza red kir. Piştre jî rayedarên Başûr ez û 6 efser û 60 endamên Pêşmergeyên Roj bi tewana sîxurtiya YPG û koalîsyonê girtin. Em 4 mehan di zindanekê Hewlêrê de man.”

Bûyera Xanesorê û Tabûrên Gewr

Hisên balkişand ser bûyerên di adara 2017’an ên li Xanesorê û wiha derbirî: “Piştî ku ji zindanê derketim , li Hewlêrê xebitîm. Min fermandariya hêza yekemîn a çekên giran kir. Di bin fermandariya pêşmergeyên Başûr de tevgeriyam. Hêza yekemîn ji bo şerê li dijî HPG û YBŞ’ê çû Xanesorê. Îdiaya ku divê hin rêyan Pêşmergeyên Roj bistînin, ne rast bûn. Ji ber ku ev rê di bin serweriya YBŞ’ê û HPG’ê de bûn. Lê Tabûrên Gewr ku gelek caran li cem Tirkiyeyê xuya dikin, deverên HPG’ê û YBŞ’ê armanc girtin. Di encama pevçûnan de jî bi dehan endamên Pêşmergeyên Roj û Tabûrên Gewr hatin kuştin.”

Armanca şer çi bû?

Di berdewamê de jî Hisên bi lêv kir ku armanc ne tenê rawestandina alîkariya bi welatiyên Şengalê re bû, dihat xwestin ku di navbera Pêşmergeryên Roj û HPG’ê de şer bê derxistin û wiha berdewam kir: “Êrîşa pêşmergeyan û hatina tabûrên taybet, mijar zelal kir. Li ser vê yekê gelek endamên pêşmerge çek danîn û ji hêla rêveberiya Başûr ve hatin girtin. Yên ku şer red kirin xistin zindana Hewlêrê.”

Dewleta tirk ew fînanse dikirin

Der barê têkiliya Pêşmergeyên Roj a bi dewleta tirk de jî Hisên ev tişt anîn ziman: “Gelek aliyan serdana Pêşmergeyên Roj dikir. Tirkiyeyê jî yek ji van aliyan bû. Fermandarên dewleta tirk, endamên Pêşmergeyên Roj perwerde dikir. Alîkariyeke pir mezin ji me re dihat. Ne mimkûne ku Başûr bikare vê alîkariyê fînanse bike. Lê kê alîkarî dida, ne diyar bû. Me piştre piştrast kir ku dewleta tirk bû.”

‘Dê dîrok wan lanet bike’

Hemû hewldanên Riyad Hisên ên guhertina rewşa Pêşmergeyên Roj da ku derbasî Rojava bibin û alîkariya YPG û YPJ’ê bikin, bê encam dimînin. Hisên daxuyand ku siyaseta Başûr destûrê nade ku ev hêz derbasî Rojava bibe û vê yekê wiha şîrove dike: “Siyasetekê li dijî daxwaza gelê Rojava dimeşînin. Rayedarên Başûr, Pêşmergeyên Roj li dijî YPG û YPJ’ê sor dikirin. Armanca min a tevlêbûna Pêşmergeyên Roj cuda bû. Ez ji aliyê îstixbaratê ve hatim girtin. Em hatin bikaranîn. Derbasbûna vê hêza ya Rojava dê weke xewnekê bimîne. Dê dîrok wan lanet bike. Dê gelê me ji wan hesabê bi pirsê.”

YPG’ê bandorekî erênî lê kir

Riyad Selahedîn Hisên demek piştre ji têkoşîna şervanên YPG û YPJ’ê bi bandor dibe û biryara vegerê dide. Van kêliyan jî Hisên wiha vedibêje: “YPG’ê bandoreke erênî li min kir, nemaze piştî ku parastina axa welat û rûmeta gel kirin. Tevî ku demekî pir kine hatiye avakirin jî êdî weke hêzekî fermî tê naskirin û tu hêz nikarin li hemberî wan bisekinin. Bi taybet piştî Berxwedana Kobanê. Rayedarên Başûr derheqê YPG’ê de derewan belav dike û îdia dike ku YPG kesên ji nava Pêşmergeyên Roj vegeriyan, digire. Lê ev derew e. Hin endamên Pêşmergeyên Roj bi min re peywendî danîn û dixwazin vegerin û tev li Erka Xweparastinê bibin.”

Bang li endamên Pêşmergeyên Roj kir

Hisên jî piştî ku vegeriyan tev li hêzên Erka Xweparastinê bû û niha weke fermandarekî di akademiya leşkerî ya girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê de cih digire. Hisên bang li hemû endamên Pêşmergeyên Roj kir ku vegerin Rojava û tev li parastina axa xwe bibin.  QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî