Bîlançoya mehekê: Girtin, revandin, îşkence û talan

Artêşa tirk û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomînin. Di meha îlonê de jî bi dehan welatî hatin revandin, îşkencekirin û kuştin. Di vê mehê de jî çeteyan li ser welatiyan bac ferz kir û mal û milkê wan jî talan kir. Hat zanîn ku îro jî artêşa tirk û çeteyên wê bi dehan welatiyên êzidî yên ji gundê Qîbarê revandine

Binpêkirinên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê berdewam in. Li hemberî van binpêkirinan, çalakiyên şervanên

 

YPG, YPJ û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî berdewam in. Têkildarî binpêkirinên dewleta tirk ên li Efrînê û berxwedana şervanan, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya mehekê parve kir.

Li gorî raporê di 1’ê îlonê de leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê  welatiyê bi navê Xesan Fewzî revand û 10 milyon LS fîdye ji malbata wî xwest. Di vê der barê de çeteyan dîmenek ji malbatê re şand û di dîmenan de kêr dixistin ser stûyê Fewzî û gefa sejêkirinê li malbatê dixwar.

Bi ser malan de girtin

Di heman rojê de komên çeteyan textên avakirine yê welatiyekî ku bihayê 11 milyon LS bû, li ber çavên wî talan kir. Her wiha çeteyê bi navê Îbrahîm Mustefa El Neyîmî ku weke Ebû Stêf tê zanîn, gefa kuştinê li welatiyekî xwar. Artêşa dagirker bi dehan welatî ji gundên Avraza û Coqa yên navçeya Mabeta ya Efrînê revandin û ji malbatên wan pere xwestin. Her wiha bi ser malan de girt û mal û milkê gel talankir û li jinan xist. Ji kesên hatin revandin Elî Muslim Xelûf 61 salî bû.

Bi dehan welatî revandin û fîdye xwestin

Di 6’ê îlonê de cenazeyê sivîlekî ku bi guleyan hatibû qetilkirin, li ser rêya di navbera gundên Til Selor û Mihemediyê yên herêma Cindirêsê de hate dîtin.  Artêşa tirk û çeteyên wê 2 welatî ji gundê Mosaka yê Racoyê revandin û bi hovane îşkence kirin. Ji malbatên wan jî pere xwestin. Komen çete yên Ehrar El Şamê di nav de jinek jî, ji gundê Kurzêlê 10 welatî yên bi navên Henan Şêrawî, Ferhad Ebdo, Mûsa Ebo, Mustefa  Mehmûd, Zekî Îbiş, Henan Îbo, Ferhad Kalo, Mustefa Kalo, Zekî Kalo û Emîna Nûrî Ebdo revandin û ji malbatên wan fîdye xwestin. Kesên hatine revandin, rastî her cure îşkence, lêdan, kontak û şewitandina bi cigareyan û hwd. tên.

Li ser welatiyan bacê ferz dikin

Leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bacê li ser gel ferz dikin û li niştecihên gundê Çeqla yê navçeya Şiyê gefa ‘ger di nava hefteyekî de hûn bacê nedin dê we birevînin û bikujin’xwar. Ji ber teqîna mayina hêzên dagirker ku li kolanên bajarê Efrînê bi cih kiribûn, zarokek şehîd bû.

Gundan ji şêniyên resen vala dikin

Di çarçoveya siyaseta guhertina demografyayê de jî leşkerên artêşa tirk şêniyên Efrînê yên resen neçar dikin ku milkên xwe bi erzanî bifiroşin kesên ji Şam, Hums û Derayê. Di heman demê de gundên navçeya Bilbilê yên li ser sînor ji niştecihên wê yên resen vala dikin û vediguhêzin herêmeke leşkerî. Li Efrînê li gel kuştin, revandin û talankirinê destdirêjiya li ser xwezayê jî didome. Di çarçoveya vê yekê de, hêzên dagirker bi hezaran darên zeytûnan û rez şewitandin.

Bi hezaran darên zeytûnan şewitandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 3‘yê Îlonê de bi hezaran darên di navbera gundên Şadiya û Hopga yên herêma Racoyê de şewitandin. Ji van 600 darên zeytûnan yên welatiyê bi navê Mesan Mihemed Bekir ê ji gundê Hopgayê û 5 hezar dar jî yên Zeynal Hesen û Fexredîn Hesen bûn.

Çalakiyên li hemberî dagirkeran

Li hemberî van binpêkirinan, şervanên YPG û YPJ’ê hema hema di temamiya mehê de çalakiyên xwe domandin. Di vê çarçoveyê de li hemû navçeyên Efrînê tevî navenda bajar bi xwe jî bi dehan çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de tevî serçeteyan, bi dehan çete hatin kuştin û ji ber vê jî çete li Efrînê ketine nava tirs û xofê. Her wiha gelek malbatên çeteyan ên ji ber çalakiyan şervanan tirsiyan, reviyan Tirkiyeyê.

Gelek êzidî hatin revandin

Tevî bîlançoya meha îlonê, li gorî agahiyan artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qîbar ê Efrînê gelek welatiyên êzidî revandin û birin cihekî nediyar. Hat zanîn ku navê welatiyeka êzidî ya jin Hemîde Şêx Henan e. Her wiha komên çete darên li girên derdora Meydankê şewitandine.

El Nusra komeke nû ava dike

Her wiha çavkaniyên herêmî da zanîn ku di demên dawîn de koma çete ya El Nusra û Heyet El Wetaniye li Cindirêsê ji bo avakirina hêzeke hevbeş civiyane. Bi vê yekê re jî koma çete ya El Nusra dixwaze xwe rewa nîşan bide. Çavkaniyan got ku 10 çeteyên DAIŞ’ê ji zindana çeteyên Feyleq El Şamê ya li herêma Cindirêsê reviyane.  Çavkanî dibêjin ku bi nêzbûna dema berhevkirina zeytûnan re şerê di navbera çeteyan de jî zêde bûn. Di encamê de ji her du aliyan gelek çete tên kuştin û birîndarkirin. Her wiha çeteyan ji gel re gotiye ku ji sedê 90 berhema îsal dê bo wan be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên El Nusrayê demek berê jî l gundê Dêrbelût ê Cindirêsê bi cih bûbûn. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî