Lêçûnên Erdogan ên ku tên zanîn ên salekê: 362 milyon TL

Dadgeha Dageriyê têkildarî lêçûnên xebatên Serokomariyê ya sala 2017’an de raporek parve kir. Li gorî raporê tenê di nava salekê de ji bo qesra Erdogan 362 milyon TL hatine xerckirin. Her wiha hat gotin ku ji bo Erdogan di sala 2017’an de 53 hezar û 300 TL pere hatibû veqetandin lê Erdogan di salekê de 639 hezar û 600 TL pere xerc kiriye

Dadgeha dageriyê (Sayiştay) rapora xebatên serokomariyê ya sala 2017’an a Qesra serokê AKP’ê Erdogan aşkere kir. Li gorî raporê 362 milyon TL pere ji bo Qesrê hatiye xerckirin. Di raporê de hat gotin ku ji bo paqijiyê 3 milyon TL, ji bo pêşwazîkirin û nûnertiyê 36 milyon TL û ji bo xizmeta kirtasiyeyê jî milyonek û 641 hezar û 497 TL pere hatiye xerçkirin.

Di raporê de de hat destnîşankirin ku ji bo Erdogan di sala 2017’an de 53 hezar û 300 TL pere hat veqetandin. Lê di salekê de 639 hezar û 600 TL pere hatiye xerckirin. Mûçeyê par ku 591 hezar û TL hat razandin, di 2017’an de bi giştî 48 hezar TL zêde bû. Di raporên 2 salên dawî yên hatin weşandin de jî ji bo fatureya ceyran, av, înternet û hwd wekî mal û malzemeyên der barê serfkirinê de hat pênasekirin û wekî 25 milyon 587 hezar TL hat nîşandan.

Lêçûnên Qesrê

Ji bo resepsiyonên ku berê li Qesrê pêk hatin û rastî bertekan hatibûn, ji bo toren û nûnertiyên 2017’an ên wekî toren, fuar, organîzasyon û danasînan jî bi giştî 36 milyon û 273 hezar û 650 TL pere hatiye xerckirin. Ji bo lêçûna kirtasiyê milyonek û 641 hezar û 497 TL pere hatiye xerckirin. Ji bo xwarin û mitbaxê 2 milyon û 646 hezar û 152 TL, ji bo lixwekirin û tuhafiyeyê 7 milyon û 79 hezar û 913 TL, ji bo xwarinê 119 hezar û 068 TL û ji bo vexwarinê jî 656 hezar û 160 TL pere hatiye xerckirin. Ji bo heqê rê jî 13 milyon û 999 hezar û 967 TL  pere hatiye xerckirin.

Gelo rapor rast e?

Di dawiya raporê de jî hat ragihandin ku ji bo alavên paqijiye 3 milyon û 244 hezar û 182 TL  pere hatiye qerçkirin. Di salekê de bi giştî ji bo Qesra Erdogan 362 milyon û 253 hezar tl pere hatiye xerckirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev rapor bialî tê amadekirin û yên ku di raporê de hatine destnîşankirin, tenê yê ku destûr jê re hatiye dayîn ku bê parvekirin. ENQERE

Dikarî Biecibînî