‘Komên çekdar ên li Idlibê dê guh nedin Tirkiyeyê’

Rojnameger Mûsa Ozugurlu da zanîn ku mutabakata Soçiyê bi zexta Rûsyayê pêk hatiye. Ozugurlu da zanîn ku ger komên çete ji Idlibê derbikevin dê êdî argumanekî ku dewleta tirk bikarbîne nemîne û wiha got: “Divê heta 15’ê cotmehê ev kom vekişin lê heta niha deng ji kesî derneketiye. Ger dernekevin jî dê Rûsya bibêje; ‘peyman bi dawî bû’ û dê li Tirkiyeyê pirsgirêk rû bidin.”

Pisporê Rojhilata Navîn û rojnameger Mûsa Ozugurlu têkildarî geşedanên dawî yên li Idlibê ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Seçkîn bersivand. Ozugurlu da zanîn ku hemû aliyên şer ên li Sûriyeyê westiyan û êdî fêmkirin ku heta lihevkirinek pêk neyê dê çareseriyek çênebe.

Mûsa Ozugurlu diyar kir ku artêşa Sûriyeyê westiyaye û wiha domand: “Jixwe demek dirêje Rûsya hin operasyonan pêk tîne. Bi wan operasyonan, di nava xwe de talûkeyan dijî. Tevî vê yekê di mutabakata Soçiyê de hat dîtin ku ji bo qebûlkirina mutabakatê zext li Tirkiyeyê hatiye kirin. Ji ber ku ev komên çekdar ger ji wir bên derxistin, argumanekî ku Tirkiye ji xwe re bike hincet namîne. Ew jî vê dizane.”

Hemû hêz bêdeng in

Ozugurlu diyar kir ku komên çekdar ên li Sûriyeyê heta niha tu gav paşde neavêtine û wiha got: “Naxwazin ji Idlibê vekişin. Ji xwe komên El Nusra, Eniya Rizgariya Neteweyî û Feyleq El Şam’ê vekişîn red kir. Ger ku ev kom qebûl nekin, ji xwe tu hêz namînin. Ji ber ku cihên herî girîng ên Idlibê di destê El Nusrayê de ne. Divê ku heta 10’ê cotmehê çêkên giran bên radestkirin. Divê heta 15’ê cotmehê hemû kom vekêşin. Lê heta niha kes derneketiye. Ev jî tê wateya ‘dewleta garantor Tirkiye nikare gotina xwe bi van koman bide qebûlkirin.’”

Dê pirsgirêkên Tirkiyeyê rû bidin

Rojnameger Mûsa Ozugurlu daxuyand ku ger komên çekdar ji herêmê venekişin dê Rûsya bibêje; ‘peyman bi dawî bû’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev yek jî dê bibe sedem ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pirsgirêk dest pê bikin. Vekişandina ji Idlibê heta niha jî nebûye mijarekê ji rojevê.” STENBOL

Dikarî Biecibînî