OHP: Em ji rewşa Îmrali û girtiyan bi fikar in

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) “Rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê” yên meha hezîran, tîrmeh û tebaxê bi civînek çapemeniyê li avahiya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) ji raya giştî re aşkere kir.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHP’ê Ahmet Baran Çelîk raporê xwend. Çelîk destnîşan kir ku li Tîpa T a Jimara 2’an a Tekîrdagê dema girtî diçin nexweşxane û edliyeyê rastî hemû pêkanînan tên û ji ber pêkanînên gihîştine asta îşkenceyê, ji jiyana girtiyan bi guman in û wiha got: “Xwendekarê Zanîngeha Egeyê Nurullah Semo yê li Girtîgeha Boluyê 5 meh in tê tecrîdkirin.”

Di axaftina xwe de Çelîk da zanîn ku muayenekirina kelepçekirî li ser girtiyan tê ferzkirin û girtiyên ku vê yekê qebûl nakin nayên dermankirin û her wiha girtiyên siyasî bi girtiyên DAIŞ’ê, tacîzkar û tecawizkar di heman ringê de dibin nexweşxaneyê û ev tişt anî ziman: “Gardiyan bi cîhazên deng qeytkirinê hevdîtinên parêzeran qeyd dikin. Bi OHAL’ê re înfazên girtiyan dişewitîn û înfaza gelek girtiyan hatiye şewitandin. Ji bo girtiyên siyasî vê yekê dikin. Bi taybetî girtiyên dîroka berdana wan nêz bûyî, înfaza wan dişewitînin.”

Cezayê disîplînê didin girtiyan

Çelîk ragihand ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Maltepeyê ji ber stranên kurdî cezayê dîsîplînê ji girtiyan hatiye birîn.

Herî dawî Çelîk bal kişand tecrîda li ser Ocalan û got ku ew jî rewşa li Îmraliyê bi fikar in. STENBOL

Dikarî Biecibînî