Ji doza Ozgur Gundemê kes nehat berdan

 

 

 

 

 

 

 

 

Doza Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di encama dozê de heyeta dadgehê der barê xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê Kemal Sancili de biryara berdewamiya darizandina girtî da û  qedexeya derketina derveyî welat a li ser Eren Keskîn jî rakir

Dehemîn danişîna doza Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku bi KHK’ê hatiye girtin ku Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî di nav de 9 rojnameger tên darizandin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.

Di danişînê de nivîskar û zimanzan Necmiye Alpay, Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya li salonê amade bûn. Xwediyê îmtîyazê Kemal Sancili jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Gelek kesên din jî danişîn şopand. Hat diyarkirin ku raporên materyalên dijîtal hatine amadekirin. Di danişînê de di serî de Prz. Eren Keskîn parastin kir û diyar kir ku hemû xebatên wan li gorî peymana navneteweyî ne ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye û ev jî di çarçoveya azadiya ramanê de ye.

Dozê azadiya raman hatiye îhlalkirin

Keskîn destnîşan kir ku bi vê dozê azadiya raman û îfadeyê hatiye îhlalkirin. Prz. Ozcan Kiliç jî got piştî ku materyalên dijîtal hatin lêkolînkirin de parastinê bike. Prz. Erdal Dogan jî bi lêv kir ku materyalên nû divê wekî delîlên nû bên nirxandin. Dogan, xwest materyalên dijital dîsa paşve bê dayîn.

Qedexeya li ser Keskîn rabû

Piştî parastina rojnamegeran, dozger jî xwest ku xwediyê îmtiyazê Kemal Sancili girtî bê darizandin û qedexeya li ser Eren Keskîn a derveyî welat bê rakirin. Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê Kemal Sancili de biryara berdewama girtinê da. Der barê Prz. Eren Keskîn de jî biryar da ku qedexeya li ser wê bê rakirin. Heyetê doz taloqî 17’yê çileya 2019’an kir. Stenbol

Dikarî Biecibînî