Li bajarên Ewropayê Komploya 9’ê Cotmehê hat lanetkirin

Bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Ewropayê kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Di çalakiyan de welatiyan bêdengiya cîhanê şermezar kir û da zanîn ku komplo bi berxwedana gelê kurd têk çûye

Sala 20’emîn a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Di vê çarçoveyê de jî li bajarên Lûzern ê Swîsreyê, li bajarên Montpllîer û Marsîlya yên Fransayê û li bajarên Stockholm, Borlange û Gavle yên Swêdê bi tevlêbûna bi sedan kurdistanî û dostên wan komplo hat şermezarkirin.

Bi vê boneyê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi tevlêbûna gelek kurdistanî û dostên wan li Theaterplatzê konê agahdarkirinê hate vedan û pankarta bi nivîsa ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ hate vekirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê almanî yên li ser tenduristî, jiyan û ewlekariya Ocalan hatin belavkirin.

‘Komplo têk çû’

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komuna Jinê ve çalakî hat lidarxistin. Di vê çarçoveyê de jî li Qada Comedîeyê stand hate vekirin û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) Cevat Guneş komploya navneteweyî şermezar kir û got ku komplo bi ser neket. Guneş da zanîn ku Rojava nîşaneya têkçûna komployê ye û destnîşan kir ku azadiya Ocalan, azadiya gelê kud e.

Heta azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin

Kurdistanî û dostên wan li Marsîlyayê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek li dar xist. Di çalakiyê de bi sedan kes amade bûn. Di mîtîngê de posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û dirûşma ‘Azadî ji Ocalan’ hat berzkirin. Çalakvanan da zanîn ku heta ku ji Ocalan agahiyan werdigirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Raya giştî agahdar kirin

Di 20’emîn salvegera komployê de li bajarên Stockholm, Borlange û Gavle yên Swêdê jî bi tevlêbûn gelek welatiyan çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya li Stockholmê li kolana Drottnîngsgatanê pêk hat. Çalakvanan pankarta ‘Azadî ji Ocalan re’ vekir û raya giştî agahdar kir. Çalakvanan diyar kir ku ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û heta azadiya Ocalan jî dê li qadan bin. Welatiyan banga bilindkirina têkoşînê kir û ji CPT’yê xwestin ku ji bo Ocalan bikevin nav liv û tevgerê.

Banga daketina qadan kirin

Li bajarên Borlangeyê û Gavleyê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin û welatiyan xwest ku gelê kurd berxwedana xwe xurtir bike. Çalakvanan bêdengiya Yekitiya Ewropayê (YE) ya li hemberî tecrîdê jî şermezar kir. Welatiyan bang li hemû kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan dakevin qadan. ANF

Dikarî Biecibînî