Rojnameger Kîbriye Evren hat girtin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9’ê cotmehê de rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de operasyonek li dar xist û di çarçoveya vê operasyonê de ji kesên hatin binçavkirin duh 23 jê sewqî edliyayê hatin kirin.

Li dozgeriyê Pinar Tekîn hat berdan û rojnamevan Kîbriye Evren, siyasetmedar Celal Yoldaş, Abbas Çelîk, Edanûr Bazencîr û Selma Metîn bi daxwaza girtinê û Seher Tumer jî bi şertê berdana venêrîna edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ rojnamevan Evren, Celal Yoldaş, Behcet Înan û Edanûr Bazencîr girt.

Her wiha Abbas Çelîk, Derya Aslan, Emrullah Kaplan, Selma Metîn, Seher Tumer û Selma Metîn jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.

Pirsên balkêş hat kirin

Her wiha rojnameger Kîbriya Evren dema li emniyetê dihat girtin dozger pirsên wekî ‘Têkiliya te bi PKK û KCK’ê çi ye? Di nav rêxistinê de navê te çi ye? Te di nav kîjan çalakiya rêxistinê de cih girtiye?’ ji Evren dipirsin. Evren jî diyar kir ku tu têkiliya wê bi rêxistinê re tune ye û ew rojnameger e. AMED

Dikarî Biecibînî