Operasyon faşîzm û dîktatorî ye

Navenda Nûçeyan

Parlamenter Mehmet Ruştu da zanîn ku êrîşa li dijî siyasetmedar û rojnamegeran dijhiqûqî ye. Ruştu êrîşa hikûmeta AKP’ê weke dîktatorî û faşîzm pênase kir û wiha got: “Ev li dijî siyasetê derbe ye. Lê em ê li dijî vê faşîzmê serî netewînin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî ku di heman demê de parêzer e jî têkildarî operasyona qirkirina siyasî ya ku li Amedê pêk hat û di encamê de rojnameger jî di nav de gelek siyasetmedar hatin binçavkirin axivî. Tiryakî diyar kir ku desthilata AKP’ê ji ber ku ji siyaseta ku dikin aciz e li hemberî partiya wan operasyonan pêk tîne û wiha got: “Siyaset bi acizî û bêtehemûliyê nayê meşandin. Ji ber ku li hemberî siyaseta me têk diçe serî li operasyonên qirkirina siyasî dide.”

Tirkiyakî di berdewamê de got ku ew ji siyaseta xwe bawer in û şert û merc çi dibin bila bibin dê xeta xwe ya siyasî bidomînin û wiha pê de çû: “Tişta ku niha AKP li dijî siyaseta me dike di hiqûqê de cihê wê tune ye û ev bi awayekî vekirî dîktatorî û faşîzm e. Ev ne siyaset e tenê li dijî siyasetê darbe ye. Xebatên ku em dikin hemû jî siyasî ne û kes nikare ji me re bibêje hûn tiştekî din dikin. Em ji ber axaftin û meşên xwe tên binçavkirin û girtin.” Tiryakî herî dawî anî ziman ku dê li dijî faşîzma AKP’ê serî netewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku li dijî AKP’ê gotinên rast dibêjin dibin hedefa AKP’ê û tên girtin. Bi vê yekê dixwazin gel bitirsînin. Lê ew çiqas bixwazin me ji siyaset dûr bixînin jî em ê siyasetê bikin.”

Dikarî Biecibînî