Ji çavê şaîrekî Baskê Sûr û Cizîr

Ronî Aram / Amed – ANF

Derhêner Ozcan Alper bi fîlmê anîmasyon a bi navê ‘Di nav kavilan de’ balê dikişîne ser şerê li navçeyên Sûr, Cizîr û Nisêbînê. Alper cara yekem fîlmekî anîmasyon kişand û got ku ji ber şertên polîtîk tercîheke wiha kiriye.

Fîlm cara yekem di 66’emîn Mîhrîcana Fîlman a San Sebastîanê de hat pêşandan. Derhêner Alper têkildarî fîlmê wiha got: “Ji me xwestin ku em fîlmekî li ser helbestên Jose Saarîonandîa çêbikin. Saarîonandîa yek ji helbestkarê herî navûdeng ê herêma xweser a Baskê ye. Sarrîonanadîa 15 salan di girtîgehê de maye û piştre hatiye revandin. Niha jî li Kubayê sirgun e. Jose Sarrîonandîa jiyana xwe ji windanebûna çanda Baskê borandiye û têkoşiyaye, ji ber vê jî ew avêtibûn girtîgehê. Di vê projeyê de ji 12 derhêneran fîlm hate xwestin, ji Tirkiyeyê jî fîlmek ji min xwestin. Piştî ku min helbestên wî xwendin, min ew nêzî van deran dît û min xwest ji bo Sûra Amedê jî tiştekî bikim. Min dixwest kurtefîlmekî bikişînim lê di wan deman de dorpêçkirin û qedexe hebû. Nedihiştin em bikevin Sûrê. Dema ev rewş zêde dewam kir bi hevalê xwe yê ku anîmasyonan çêdike Vrej Kassoûny re me got em fîlm bi vî awayî çêbikin.”

Derhêner Ozcan Alper diyar kir ku piştî guherandina formata fîlm, wan senaryo jî ji nû ve sererast kirine û ji bo bûyerên ku li Sûr, Cizîr û Nisêbînê neyên jibîrkirin, wan sûd ji wêneyên rastîn ên wê demê wergirtine. Alper got ku wan sûd ji wêneyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Nar Photos û gelek wênekêşan girtiye û wiha domand: “Me ji nav bi hezaran wêneyan, wêne hilbijart, bi awayê ku belgefîlm be, me sererastkirinên xwe çêkir. Lê çavkaniya me ya sereke DÎHA bû. Dema ku 10 sal şûnde mirovan li paş xwe nihêrîn, divê hin wêne hebûna. Ji ber ku herî zêde tê xwestin ku bîra mirovan were windakirin. Piştre me ev wêne bi teknîka wêneyên boyaxê kir anîmasyon. Ev kar nêzî salekê domiya.”

Alper da zanîn ku tevî fîlmên din ên qala Sarrîonandîayê dike li Mîhrîcana Fîlman a San Sebastîanê hatiye nîşandan û wiha got: “Li Tirkiyeyê mîhrîcan jî ne dûrî atmosfera polîtîk e û li derveyî welat em ê karibin bêtir bigihêjin mirovan lê piştre belkî bi platformeke din em ê karibin bigihînin ber destê kesên li van deran.”

Helbestvan kêfxweş e

Me ji Alper re pirsî, ‘Gelo Jose Sarrîonandîa dema ku bihîst helbesta wî qala Sûrê dike helwesta wî çi bû’, Alper wiha bersivand: “Jixwe ji me re hatibû gotin ku sûdê ji helbestên wî werbigirin. Helbesta ‘Demên dijwar’ (Sasoî Makalak) dişibiyan tiştên ku li Sûrê pêk hatine. Min fikra xwe ji helbestkar re got û gelekî li xweşa wî çû. Ji ber ku wî jî jiyana xwe daye ziman û çandeke winda. Haya wî ji meseleya kurdan jî heye. Jose Sarrîonandîna got ku, ‘Ez ê kêfxweş bim ku helbesta min qala meseleya kurdan bike.’ Ji ber ku ev êş li her dera cîhanê tê jiyîn. Me senaryo ligel Mûrat Ozyaşar ê ji Amedê nivîsand û li gorî vê derê me li hev anî.”

Mijara fîlmê

Senaryoya fîlmê ‘Di nav kavilan de’ ji aliyê Ozcan Alper û Mûrat Ozyaşar ve hatiye nivîsandin. Derhêneriya anîmasyonê jî Vrej Kassoûny kiriye. Di fîlm de hin beşên helbesta helbestkarê ji Baskê Jose Sarrîonandîa a bi navê ‘Demên dijwar’ heye û Feyyaz Dûman jî deng daye fîlmê.

Mijara fîlm jî wisa ye: “Helbestkarê kurd ê bi navê Lal ê 32 salî ye, di hucreya xwe ya biçûk de xeyalan dike. Ji nişka ve di hucreya wî de beytikek derdikeve holê ew jî nizane gelo rast e yan jî xeyal e û dest bi rêwîtiyeke di navbera xewn û jiyana rastîn dike. Helbestkarê ku vedigere kolanên zaroktiya xwe dibîne ku dem sekiniye, bîranînên wî hilweşiyane û mirovên wê ji hev belav bûne.”

Dikarî Biecibînî