‘Binpêkirinên li girtîgehan bi talîmata wezareta karên hundir pêk tên’

[bs-quote quote=”Seroka Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan re ya Îzmîrê Selma Altan diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan bi talîmata Wezareta Karên Hundir pêk tên. Altan destnîşan kir ku li bi taybetî jî li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklar a Îzmîrê û Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê girtî di nav şertên nebaş de ne” style=”default” align=”center” color=”#1e73be” author_name=”Seroka Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan Îzmîrê ” author_job=”Selma Altan ” author_avatar=”https://e-rojname.com/wp-content/uploads/2018/10/girtiyen-nexwes3-1.jpg”][/bs-quote]

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan re ya Îzmîrê di 8’ê adarê de bi awayekî fermî hate vekirin. Têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, seroka înîsiyatîfê Selma Altan ji nûçegihanên JINNEWS’ê Sîbel Ozalp re axivî. Altan bi taybet jî bal kişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklar a Îzmîrê û Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê. Altan da zanîn ku bi OHAL’ê re zext li hemû girtîgehan zêde bûne.

Selma Altan diyar kir ku tevî rakirina OHAL’ê jî binpêkirin û zextên li girtîgehan berdewam dikin û wiha domand: “Şert û mercên jiyana girtiyan di bin berpirsyariya dewletê de ne. Lê binpêkirinên li girtîgehan bi taybet jî li ser talîmata Wezareta Karên Hundir pêk tên. Yek ji mînakên van binpêkirinan jî, yên li ser girtiyê bi navê M.Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê ye. Tevî ku cezayê wî muebeda giran e jî bi talîmata wezaretê xistin hucreyê û 24 saetan di tecrîdê de ye.”

Kêzik ketine qawîşan

Di berdewamê de jî Selma Altan daxuyand ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê radyoyên girtiyan hatine komkirin û ev agahî da: “Hema hema her roj gardiyan û cendirme li girtiyên siyasî heqaret û provokasyonan dikin. Hevdîtin daxistine 30-40 deqeyan. Hejmara pirtûkan jî bi 5 pirtûkan hatiye sînordarkirin. Li Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê jî heman pêkanîn hene. Mehê carekê derdixînin sporê. Ji ber nedemankirinê, kêzik ketine qawîşan. Dîsa gardiyan bi awayekî kêfî cezayê disîplînê li girtiyan dibirin.”

‘Li hemberî mafên girtiyan rêzdar bin’

Altan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtî nayên sewqkirin an jî dereng tên sewqkirin. Di dema sewqkirinan de jî şert û mercên wan xerab in. Em bang li wezareta dadê û îdareya girtîgehê dikin ku li hemberî mafên girtiyan bi rêzdarî tevbigerin.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî