Tetbîqata herî mezin a NATO’yê dest pê kir

Tetbîqata piştî Şerê Sar a herî mezin a NATO’yê ku demeke dirêj e amadekariyên wê dihatin kirin, bi beşdariya hêzên leşkerî yên 31 dewletan li Norwecê dest pê kir. Tetbîqat li cihekî nêzî sînorê Rûsyayê tê kirin û 50 hezar leşker, 250 balafir, 10 hezar tank, qemyon û wesayîtên din ê leşkerî tev li tetbîqatê bûn.

Serhengê NATO’yê Eynsteîn Kvarvîng têkildarî tatbîqatê axivî û diyar kir ku ji bo xurtkirina kapasîteya şer dê tetbîqat 2 hefteyan bidome. Navê ‘Trident Juncture’ li tetbîqatê hatiye kirin. Ji salên 1980’î ve tetbîqata herî mezin e ku li Norwecê tê kirin. Bi vê tetbîqetê re tê angaştkirin ku NATO dê qada parastina leşkerî xurttir bike.

Li gel ku di fermiyetê de tetbîqat li dijî tu hêzê nayê kirin jî lê fikar nîne ku hedefa tatbîqatê Rûsya ye. Rûsya û Çînê jî di navbera 11 û 15’ê îlonê de bi heman rengî tatbîqateke mezin li dar kiribû. OSLO

Dikarî Biecibînî