‘Ji bo yekitiya neteweyî divê hemû alî bi erka xwe rabin’

Navenda Nûçeyan

Hevseroka KNK’ê Nilufer Koç da zanîn ku gelê kurd êdî siyaseta parçebûyî û bêtifaqiyê napejirîne. Koç diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd, divê hemû aliyên siyasî bi erk û berpirsyariyên xwe rabin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 18’emîn Kombûna Civata Giştî ya meha cotmehê, bi tevlêbûna zêdetirî 300 endam û mêvanan li Hollandayê dest pê kir. Tê payîn ku dê Kombûna Civata Giştî di 26-28’ê cotmehê de bidome. Di civata giştî de nûnerên partiyên siyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê amade bûn.

Tê payîn ku dê di civata giştî de rewşa siyasî û bûyerên dawî yên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin bi berfirehî werin nirxandin. Di civata giştî de dê yekitî û tifaqa navxweyî jî were nîqaşkirin. Der barê mijarê de hevseroka KNK’ê Nilufer Koç li ser armanc û naveroka civata giştî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Koç: Projeya me ya yekitiyê heye

Koç bal kişand ser tifaq û yekitiya neteweyî ya gelê kurd û ev tişt destnîşan kir: “Gelê kurd êdî siyaseta parçebûyî û bê tifaqiyê napejirîne. Ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd, divê hemû aliyên siyasî bi erk û perpirsyariyên xwe rabin. Me weke kongreya neteweyî projeyek amade kiriye û em ê pêşkêş bikin.”

Dikarî Biecibînî