Banga konferansa yekitiya neteweyî

Encamanameya konferansa ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn’ a li Amedê pêk hat, hat aşkerakirin. Di encamnameyê de bi taybetî bang li hemû aliyên kurd hat kirin ku demildest ji bo Yekitiya Neteweyî ya Kurd li hev kom bibin

‘Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn’ bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû. KCD, HDP, HDK, TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên kurd beşdarî konferansê bûn.

Wekîlê HDP’ê yê berê Ertugrul Kurkçu encamname aşkera kir û wiha got: “Em çareseriya neteweya demokratîk a Ocalan esas digirin. Em rakirina tecrîda mutlaq a li ser Ocalan û azadiya wî wek pêwîstiyekê dibînin.”

Konfransa ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn’ a li ser banga siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl di 27’ê cotmehê de li Salona Konferansê ya Demîr Otel a navçeya Sûra Amedê dest pê kiribû, duh bi dawî bû. Di konferansê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, geşadanên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkên heyî hatin nîqaşkirin.

Encamanameya nêrîn, nîqa û pêşniyarên du rojan ya konferansê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Encamname ji aliyê parlamenterê HDP’ê yê berê Ertugrul Kurkçu ve hat xwendin.

Kurkçu diyar kir ku krîza pergala modernîteya kapîtalîst li herêmê û Rojhilata Navîn di serî de xwe wek krîza polîtîk, aborî, ekolojîk, civakî û jin xwe dide der û di gelek qadan de bûye sedema talankirin û hilweşandinan û da zanîn ku sedama van hemûyan jî krîza netew-dewletên li Rojhilata Navîn in û wiha got: “Di konferansê de me li ser van tiştan nîqaşên kûr kirin. Ev krîza niha zorê dide ku hemû aktorên li ser erdnîgariyê xwe biguherînin û hemû gelan jî dixe nav lêgerîna hebûnê.”

Di berdewamê de Kurkçu bal kişand ser pêşeroja Tirkiyeyê û destnîşan kir ku pêşaroja Tirkiyeyê niha di bin tecrîdê de ye û wiha doman: “Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hiqûqa Tirkiyeyê û pêşeroja wê dixe bin tecrîdê û her wiha dibe sedema sazîbûna faşîzmê jî. Encama tecrîdê li Sûriye û Rojava hat dîtin.”

Kurkçu bal kişand ser civîna çaralî ya li Stenbolê pêk hat û diyar kir ku ew civîn ji bo kûrkirina krîzan û bihêzkirina hêzên hegemon pêk hatiye û ev tişt vegot: “Li dijî vê yekê em çareseriya neteweya demokratîk a Ocalan esas digirin. Ji bo vê yekê em rakirina tecrîda mutlaq a li ser Ocalan û azadiya wî wek zaruretekê dibînin.”

Hin biryarên ku di konferansê de hatin wergirtin wiha ne:

Konferansa me aştî û çareseriya ku xwe dispêre îradeya gelên Rojhilata Navîn esas digire.
Krîmînalîzekirina aktor û rêxistinên çareseriya pirsgirêka kurd red dike.
Ji bo li Rojhilata Navîn  demokrasî bi pêş bikeve divê berî her tiştî şertên ku Ocalan azad xebatê bike bên avakirin.
Ji bo çareseriya pirsgireka kurd a mayînde pêwist e Yekitiya Neteweya Kurd teqez bê avakirin.
Konferansa me bang li hemû aliyên kurd dike ku ji bo Yekitiya Neteweyî ya Kurd kom bibin.
Ji bo ku krîz di lehê gelan de bi dawî bibe û faşizmê bi şûnde bixe, avakirina eniya Yekîtiya Demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn rast dibîne û pêşniyar dike.
Konferansa me, zayendperestiya ku li dijî têkoşîna azadiya jinê tê avakirin, tenê wekî pirsgirêka jinê nabîne, li dijî zayendperestiyê bang li hemû rêxistinên demokratîk dike ku li dijî zayendperestiyê têbikoşe. AMED

Dikarî Biecibînî