‘27 sal e bêdeng nemam û namînim jî’

Dayikên Şemiyê û parêzvanê mafên mirovan ji bo di hefteya 709’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane pêk bînin, li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn. Li gel dorpêça polîsan jî, Dayikên Şemiyê aqûbeta windahiyên xwe pirsîn. Dayikên Şemiyê bêyî ku guh bidin polîsan wêneyên windakiriyên xwe û qurnefîl hilgirtin û daxuyanî da çepemeniyê. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbet Huseyîn Toraman ê di 27’ê cotmeha 1991’an de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û dûre agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Di çalakiyê de dayika Huseyîn Toraman, Hatîce Toraman axivî. Dayikê diyar kir ku ev 27 sal in bêdeng nemaye û wiha got: “Dixwazin bi êrîşan me bêdeng bikin lê ez ê qet bêdeng nemînim.”

Her wiha xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê bi daxwaza ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ çalakiyên xwe li avahiyên şaxên ÎHD’ê pêk anî. AMED – STENBOL

Dikarî Biecibînî