Cotkar dê erdê xwe bi deyn bikêlin

Kadrî ESEN / AMED

Krîza aborî bandorekêe mezin li ser cotkarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî dike. Ji ber krîza heyî, bihayê her tiştî du qat zêde bûye û berhemên di destên cotkaran de jî nirxê xwe winda dikin. Cotkarên li Amedê bertek nîşan da û diyar kir ku karê xwe bi deyn dikin. Cotkaran destnîşan kir ku mîna ku îktîdar alîkariyê dide fabrîkatoran, bila alîkarî bide cotkaran jî

Li bakurê Kurdistanê êdî demsala payîzê xwe baş nîşan dide û di çend rojên dawîn de li ser hev baran dibare. Ji ber vê yekê cotkar jî amadekariyên çandiniyê dikin. Lê ji ber krîza aborî ya ji ber polîtîkayên AKP’ê, rojên zor û zehmet li benda cotkarên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne. Ji bilî zadê ku cotkar hildiberînin, hema hema her tişt bi du qatî bihatir bûne.

Gubre û mazot ku ji bo hilberandina zad ji cotkaran gelekî girîng e, bihayê wê li gorî sala borî du qat zêdetir bûye. Gubre ku par bi bihayê lîreyek û 70 qurişan dihat firotin, îsal bi 2 lîre û 15 qurişan tê firotin. Dîsa mazota ku par bi 4 lîre 50 qurişan dihat peydakirin, îsal bi 6 lîre û 50 qurişan tê firotin. Tevî van, tovên zadan jî mîna gubre û mazotê gelekî biha bûye. Tovê genim ê ku par bi lîreyek û 75 qurişan dihat firotin, niha derketiye 2 lîre û 10 qurişan.

Zad gelek erzan e

Li gel vê bihabûna tov, gubre û mazotê, zadê cotkaran ku bi mesref û kedeke mezin dihilberînin, biha nebûye û kêm bûye. Genim ku sala borî bihayê wî 95 quriş bû, tenê 15 quriş lê zêde bûye û niha bi bihayê lîreyek û 10 qurişan tê firotin. Ceh jî qet biha nebûye û wekî sala borî dîsa bi 95 qurişan tê firotin. Rewşa nîskan ji ya genim û ceh cudatir nîne. Nîsk ku par bi 2 lîre û 60 qurişan dihat firotin, îsal erzantir bûye û bi 2 lîre û 20 qurişan tê firotin.

Li aliyê din ji ber vê bihabûnê, îcara erdan jî gelekî kêm bûye. Cotkarên ku her sal erdê xwe bi îcare didan û pê debara xwe dikirin, îsal îcara erdên xwe gelekî kem kirine. Li gel vê yekê jî ji ber bihabûnê  kes îsal erdan îcare nake. Îcara erdan ku sala borî serê donimê 180 lîreyan dihat dayîn, îsal serê donimê daketiye 100 lîreyan. Bi bihayê îro, cotkarên ku erd îcare bikin û biaojin dê teqez zirar bikin û tu karek jî bi dest nexin.

Firotina gubreyê daketiye

Der barê mijarê de em bi cotkar, firoşkarên elaf û gubreyê û xwediyên stasyonên petrolê re axivîn. Têkildarî mijarê yek ji xwediyên stasyoneke petrolê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku wekî her tiştî, bihayê mazotê jî gelek biha bûye. Xwediyê stasyona petrolê got ku tevî bihabûnê jî cotkar neçar dimînin ku mazotê ji wan bikirin û di vê rewşê de jî dê xesar bikin.

Firoşkarê gubreyê Kamûran Pervane jî bi lêv kir ku li gorî par, bihayê gubreyê du qat zêde bûye û wiha domand: “Ji ber vê bihabûnê, firotina gubreyê jî gelekî kêm bûye. Her sal divê demê de min 800 ton gubre difirotin. Lê niha me hîn 200 ton jî nefirotiye. Divê çareseriyek ji vê yekê re bê dîtin. Hikûmet çawa ku piştgiriya fabrîkatoran dike, ji bo ku cotkar bikaribin erdê xwe bikêlin, alîkarî bide.”

Bi xesar erdên xwe dikêlin

Welatiyê bi navê Abdullah Ozçelîk ku li gundê Baqemsê yê navçeya Sûr a Amedê cotkariyê dike jî da zanîn ku ji ber bihayê zêde yê gubre û mazotê erdê xwe dê bi deyn bikêlin û wiha got: “Em dema bihayê mazot, gubreyê û zadê xwe didin ber hev, dibînin ku xesar dikin. Em erdê xwe bikêlin nabe û nekêlin jî nabe. Em nizanin em ê çibikin. Bi bihayê îro, bi 6 ton genimê me hê hezar lître mazot pê tê kirîn.”

Dikarî Biecibînî