Ruhê berxwedanê yê Kobanê dê her dem bijî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dê bi hêza xwe ya xweser şoreşa Rojava û mirovahiyê misoger bikin.

YPJ’ê destnîşan kir ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hemû mirovahî li dora berxwedana Kobanê bûne xelek û wiha got: “Roja 1’ê Mijdarê ku hemî cîhan di şexsê Kobanê de giha hev, mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Ji Hindistan heya Japonya, Pakîstan, Ekvator, Perû, Arjantîn heya Îtalya û Îspanyayê hemî cîhanê bi gotina polîtîkayeke din pêkan e ji êrîşên hovane yên DAIŞ’ê re got êdî bes e. Tevgerên demokrat û aştîxwaz bawer kirin ku berxwedana Kobanê destpêkirina aştiya cîhanê ye ji ber wê jî bi dirûşmeya ‘Ji bo aştiyê, Kobanê biparêze’ daketin qadan. Bi vî rengî Kobanê bi pêşengiya berxwedana jinan ve bû gerdûnî. Hemû mirovahî xwedî li berxwedana bi rûmet a Kobanê derket.”

Fermandarî di dawiya daxuyaniya xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û soza pêkanîna xeyala azadiyê ya şehîdan da.

Banga berxwedanên nû

Her wiha Koordînasyona KJK’ê jî bi heman mebestê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyamek weşand. KJK’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû gelê kurd û gelên bindest kir ku li hemberî êrîşên serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan pêşengiyê ji berxwedanên nû yên Kobanê re bikin û wiha got: “Em giyanê 6-8’ê Cotmehê careke din zindî bikin. Dem û derfeta vî tiştî pêk hatiye ku em faşîzma Erdogan têk bibin. Em dizanin ku dê Erdogan têk biçe û giyanê berxwedanê yê Kobanê her dem bijî.” KOBANÊ

Dikarî Biecibînî