Pêwîstî bi yekitiyê heye

Beriya çend rojan 18’emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Hollandayê pêk hatibû û nûnerên partiyên siyasî, sazî û baweriyan ên ji çar parçeyên Kurdistanê tev li bûbûn. Ji beşdarên civata giştî endama rêveberiya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bilêse Cebar Ferman û nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê Pîr Loqman bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî.

Bilêse Cebar Ferman diyar kir ku partiyên xwedî nêrînên cuda divê di bin sîwana KNK’ê de li hev bicivin û wiha got: “Pêwîstiya me kurdan bi yekitiyê heye. Partiyên kurdistanî jî ji bo yekitiyê divê li nuqteyeke hevpar li hev bicivin. Nêrînên me ji hev cuda jî bin, divê em karibin li hev rûnên û li ser kar û hewldanên xwe yên ji bo azadiya kurdan biaxivin.”

Pîr Loqman jî diyar kir ku girîng e ku kurd ji bo pêşeroja xwe civînên bi vî rengî yên hevpar li dar bixin û wiha axivî: “Ji bo aştiya navxweyî pêk were lazim e hemû partî û saziyên kurdistanî hêza xwe bikin yek. Divê em di dema herî nêz de kongreya neteweyî pêk bînin.” DEN HAAG

Dikarî Biecibînî