Li dijî tundiyê dakevin kolanan

Aktîvîstên femînîst têkildarî 25’ê Mijdarê axivîn û bang li hemû jinan kir ku roja 25’ê Mijdarê dakevin qadan.

Ji malpera femînîst Çatlak Zemîn, Gîzem Ozturk diyar kir ku tundiya li ser jinên di encama pergala serdest a mêran de, bi awayekî sîstematîk û topyekûn pêk tê û wiha got: “Dewlet û pergal vî sûcî normal dike. Bi têkoşîna rêxistinkirî dikare li dijî tundiyê têkoşîn bê dayîn. Ji bo hegomonyaya mêr bê parçekirin divê hemû jin di 25’ê Mijdarê de bi awayekî xurt tev li çalakiyê bibin.”

Songul Aydin got ku dewlet li her qadê li şûna jinê biryargirtinê ji xwe re wek maf dibîne û ev tişt daxuyand: “Ji roja ku AKP bûye desthilatdar heta niha, ewil kêra xwe avêtiye qada perwerde û tenduristiyê. Zîhniyeta mêr ya desthilatdar bi her awayî xwe heyî kiriye. Em ê li dijî hemû cureyên êrîşan di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”

Her wiha ji Komeleya Piştevaniya Jinan Fîgan Erozan jî destnîşan kir ku jin rastî her cure tundiyê tên û tunekirina tundiyê tê wateya ku jin ji xwe re cîhanek nû ava dike. MUGLA

Dikarî Biecibînî