Şikandina tecrîdê şikandina faşîzmê ye

Zeynel Bulut - Mêrdîn

Parêzera Ocalan û parlamentera HDP’ê Ebru Gunay têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê axivî û wiha got: “Heke berxwedanek dest pê kiribe jê veger tune ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ye bi parêzerên xwe, ji 5’ê nîsana 2015’an ve bi Heyeta Îmraliyê re û ji 11’ê îlona 2016’an ve ye jî bi malbata xwe re nikare tu hevdîtinê bike. Ocalan ji 5’ê nîsana 2015’an ve ye di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ji bo rakirina tecrîdê bi taybetî parêzerên Ocalan û siyaseta kurd serî li gelek saziyên eleqedar dan lê tu encam nehat bidestxistin. Herî dawî jî hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a ku ji meha çileya 2018’an ve di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtiye ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Piştgiriya ji bo çalakiya Guven û rakirina tecrîdê her ku diçe belav dibe. Li gelek bajaran parlamenterên HDP’ê jî di nav de çalakî tên li darxistin û li hemû girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê jî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî ji 27’ê mijdarê ve ye bi awayekî bêdem û dorveger di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Li avahiya HDP’a Mêrdînê jî parlamenterên bajêr Tuma Çelîk û Ebru Gunay ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Yek ji parêzera Ocalan û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay der barê tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên girevên birçîbûnê ji rojnameya me re axivî.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Ocalan mehek e di greva birçîbûnê de ye û pêl bi pêl belav bû û hûn jî tev li vê berxwedanê bûn. Hûn vê berxwedanê çawa dinirxînin?

Em ji roja despêkê ve dibêjin çalakiya hevala Leyla çalakiya me ye, daxwazên wê jî daxwazên me ye. Lewre Leyla Guven dibîne ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li ser birêz Ocalan e. Ev tecrîd li ser tevahî Kurdistanê ye û ev tecrîd li ser daxwaza gelê kurd e. Ji ber vê jî Leyla Guven vê yekê qebûl nake. Em jî ji bo xurtkirina vê çalakiyê tev li vê berxwedanê bûn.

Ev berxwedan çalakiyeke bêîteatiya sivîl e û pêl bi pêl mezin dibe. Lê li aliyê din jî li dijî vê êrîşên dewletê hene li ser vê mijarê hûn dikarin çi bêjin?

Niha dewlet baş dizane em mafdar in. Ji ber wê jî naxwaze ev mafdariya me li nav gel belav bibe. Niha AKP bi zext, zor, şer û tecrîdê xwe li ser pêyan dihêle. Ji ber daxwazên Leyla Guven ên herî mirovî û rewa ne ev destihilatdariyê tengav dike. Ji ber wê jî êrîş dike. Heta niha meclisa Tirkiyeyê li ser vê çalakiyê tiştek negotiye. Lê Guven endameke meclisê ye. Dewlet û desthilatdarî vê berxwedanê nabîne û bêhiqûqiya xwe qebûl nake. Lê belê em jî bi çalakiya xwe vê yekê nîşanî wan didin.

Dewlet û desthilatdarî bi awayekî hewl didin ku çalakiyên li derve tên li darxistin bitepisîne lê belê nikare çalakî û berxwedana li zindanan rawestîne. Niha li hemû girtîgehan ev berxwedan heye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Niha ji bo hevala Leyla di warê tenduristiyê de asteke xeter dest pê kir. Zindan qadeke bi biryar e. Heta daxwazên wan bi cih neyên ranawestin. Hevalên zindanan ji bo birêz Ocalan gelekî hestiyar û girêdayî ne. Çalakiya hevala Leyla jî çalakiya xwe dibînin, xwedî li vê berxwedanê derdikevin û mezin dikin. Em naxwazin mirinek çêbibe û divê ev daxwaz bi cih werin.

Dê dewlet û hikûmet çawa nêzîkê vê berxwedanê bibe û dê şûnde gav biavêje?
Gavavêtina hikûmetê bi xwedîderketina li vê berxwedanê û bilindkirina wê ve girêdayî ye. Em çiqasî dikaribin vê çalakiyê li her qadê belav bikin û xwedîderketineke mezin pêş bixin dê hikûmet neçar bimîne ku şûnde gav biavêje. Hikûmetek nikare daxwazên gel ji nedîtî ve bê.

Dê heta kengî hikûmet li dijî vê çalakê bêdeng bimîne?

Dîrokeke berxwedanê a vî gelî heye. Me berxwedana herî bi êş ceribandiye. Heke berxwedanek dest pê kiribe jê veger tune ye. Her kes vê yekê baş dizane. Em di çalakiya Leyla Guven de jî vê biryardariyê dibînin. Guven nîşan da ku hexlaqê wê yê siyasî û polîtîk vê rewşê qebûl nake. Em bi çalakiyên xwe dibêjin ev rewş nayê qebûlkirin. Em jî destûrê nadin ku ev tecrîd bidome û hevalên me li pêşberî çavên me roj bi roj bihelin.

Çalakiya greva birçîbûna ya 2012’an a li zindanan dereng bûbû rojev û hat asteke xeternak. Lê belê vê carê di dema xwe de raya giştî ava bû. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Di dema çalakiya 2012’an a ku 68 rojan berdewam kir de ez jî di zindanê de bûm. Rast e piştî ku hatibû asteke xeternak hêj nû ketibû rojevê. Lê vê carê rojevbûyîn zû pêş ket. Li aliyê din em hevala xwe Leyla Guven baş nas dikin heke biryarek dabe dê teqez bi serfkeftî encam bike. Em dizanin ku heta daxwazên wê bi cih neyên ew dev ji çalakiya xwe bernade. Em jî li gorî wê xwedî li vê çalakiyê derdikevin. Gelê kurd jî xwedî ew mîrateya berxwedanê ya dîrokî ye. Lê belê ji niha û şûnde pêwîst e çalakî bên xurtkirin lewre êdî em gihîştine qonexeke xeternak.

Çima çalakiyên bi vî rengî ji zindanan dest pê dikin. Her çiqas Leyla Guven siyasetmedarek be jî lê di encamê de zindanî ye. Gelo di vê qonaxê de gel û siyaset rista xwe nalîze ku zindan dikeve dewrê?

Ji zindanê temaşeya li der ve gelekî zelal e. Her tiştî baş analîz dikin, rê û bêbazên çarezeriyê pêş dixin. Heke li zindanê pêvajoyeke çalakiyan dest pê kiribe, ev peyamê didin der; ‘hûn vî karî baş nakin, bertek û têkoşîna we têr nake ji ber vê yekê jî em dikevin dewreyê’ îro tişta ku hevala me Leyla ji bo me dibêje jî ev e. Di heman demê de em wekî rexneyekê jî li xwe digirin. Hevala me Leyla ji bo xwe tiştekî naxwaze. Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan di grevê de ye. Ev jî pirsgirêka me hemûyan e. Pirsgirêka hemû Kurdistanê û li gorî min pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Ji lewre ew gotina “Ocalan temînata aştiyê ye” ne ji rêzê ye. Çalakiya hevala me Leyla jî vê yekê ji nû ve tîne bîra me.

Birêz Ocalan gelek caran aniye ziman ku ‘Ji bo azadiya min tiştekî nekin, ji bo azadiya xwe bikin’ hûn vê gotinê û çalakiyên tên li darxistin bi çi ve girê didin?

Niha azadiya civaka kurd û ya birêz Ocalan bi hev ve girêdayî ye. Nepêkan e ku mirov ji hev cuda bigire dest. Di pêvajoya diyalogê de heyetên ku diçûn Îmraliyê ji birêz Ocalan dipirsin; ‘Ji şert û mercên xwe çi bendewariyên we ji me hene’, birêz Ocalan jî dibêje; ‘Ji bo çareseriyekê pêwîst e şertên min ên tenduristiyê, ewlehî û tevgerîneke azad bi cih bên’. Dema mirov lê dinihêre, dibêje qey birêz Ocalan van tiştan ji bo xwe xwestiye. Lê belê dema em lê dinihêrin ev daxwaz ji bo hemû gelan tiştekî jê neveger û pêwîst e. Ev şert û merc ji bo her kesî pêwîstiyeke jiyanî ye. Ji bo aştiyeke civakî ya mayînde jî pêwîstî bi van şert û mercan heye. Ji ber wê jî rewşa civak û birêz Ocalan mirov nikare ji hev cuda bigire dest.

Hûn dikarin di vî warî de mînakan bidin?

Em dikarin bi mînakan jî şênber bikin; di hezîrana 2015’an de di şevekê de çete ketin Kobanê û zêdetirî 250 welatî li malên wan qetilkirin. Di heman demê de di şevekê de hêzên dewletê bi ser malên siyasetmedarên kurd de girt û bi dehan kes binçav kirin. Ji ber vê jî em tên ser gotinên birêz Ocalan ên wekî; ‘Tenduristî, ewlehî û azadiyê’. Ji ber vê jî ev çalakî tenê ne ji bo birêz Ocalan ji bo her kesî û ji bo civakê ye. Em bi vê çalakiyê ji faşîzma AKP’ê re dibêjin bes e. Lewre ev faşîzm yek bi yek bandorê li ser jiyana me dike. Em jî dibêjin êdî em vê yekê qebûl nakin. Ez ji cerebeyên xwe yên li Îmraliyê dizanim. Her ku şer kûr dibe tecrîd kûr dibe û her ku tecrîd kûr dibe şer jî kûr dibe. Ew tecrîda li Girava Îmraliyê li bejehaya Kurdistanê tê wateya şer, mirin û hilweşandinan. Ne tiştekî din e. Ji lewre derketina li dijî tecrîdê tê wateya dijderketina şer, mirin û komkujiyan. Divê em vê ya baş fêhm bikin û bidin fêhmkirin. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ev çalakî li her deverê belav bibe ku bigihêje armanca xwe.

Pergala Îmraliyê wekî labaratuwarekê û derbaskirina civakê tê nirxandin wekî parêzera Ocalan ji çavdêriyên xwe hûn dikarin çi bêjin?

Desthilatdariya AKP’ê pergala Îmraliyê wekî labratuwarekê bi kar tîne. Tiştên ku li Îmraliyê diceribînin dema ku dibîne encamê digire li ser civakê pêk tîne. Pergaleke ku bi teknîkê xwe li ser pêyan dihêle ye. Yek qenala têkiliyan e, odeya yek kesî ye, yek qenala radyoyê ye û hwd. lê belê îro em vê yekê wekî rejîmeke yek zilamî dibînin. Lewre zîhniyet heman e. Ev veguheriye şêwazeke rêvebirina civakê. Ez mînakeke şênber bidim; li Cizîrê bi mehan derketina kolanan hat îlankirin. Ev rêbazeke tecrîdê ye. Bi heman rêbazî li Sûrê bi mehan qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Ev rêbaza tecrîda bajarekî ye. Lê belê me vê yekê fêhm nekir. Me tenê tecrîd bi birêz Ocalan ve girê dida. Lê belê ev pergaleke û lazim bû me li dijî vê pergalê têkoşînek pêş xistibûna.

Hûn wek HDP û siyaseta kurd bi gelê kurd û gelan didin fêmkirin?
Ji polîtîkayên hêzên hegemon ên li ser civaka kurd û yên Rojhilata Navîn bigire heta bi komployê radestkirina birêz Ocalan a Tirkiyeyê, tecrîda heyî û sedemên ku ji ber vê tecrîdê rû didin mixabin me bi civakê nedaye fêhmkirin. Niha jî ev çalakiyên ku tên li darxistin mirov dikare wekî telafîkirina vê pêvajoyê binirxîne.

Şikandina vê tecrîdê û azadiya birêz Ocalan dê bandorek çawa li ser civak, siyaset û demokrasî bike?

Niha bi şikandina tecrîdê re ew rêya ku diçe azadiya birêz Ocalan jî vedibe. Ew pêvajoya ku ji bo azadiya birêz Ocalan jî bê destpêkirin dê bibe pêvajoya şikandina tecrîdê. Ji lewre jî dê ew paradîgma û felesefeya azadiya ji bo civak û gelan jî roj bi roj pêş bikeve. Ji bo vê jî bi awayekî cidî pêwistî bi vîneke çareseriyê heye. Birêz Ocalan jî her tim balê dikişîne ser vê vîn, hêz û biryara israra di çareseriyê de. Bêguman ên ku vê yekê nexwazin jî dê hebin. Em vêya ji cerebeyên cîhanê dizanin. Şikandina tecrîdê tê wateya gav bi gav şikandina faşîzmê. Yanî bi kurtasî şikandina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan ji bo rojên xweş û geş dê bibe destpêkek. Gelê kurd jî xwedî ew mîrateya berxwedanê ya dîrokî ye. Lê belê ji niha û şûnde pêwîst e çalakî bên xurtkirin lewre êdî em gihîştine xonexeke xeternak.

Dikarî Biecibînî