Qeyûmê Cizîrê lez da talanê

Qeyûmê Şaredariya Cizîrê beriya ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk bên, dest bi valakirina hundirê şaredariyê kir. Hat zanîn ku qeyûmê AKP’ê dixwaze bi dek û dolaban Navenda Çanda Jinan a Sitiya Zîn û Navenda Zanistê dewrî AKP’iyan bike

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li her çar parçeyên Kurdistanê çav berdaye destkeftiyên gelê kurd, êrîşên xwe yên talan û wêraniyê berdewam dike. Rejîma faşîst a ku di çarçoveya konsepta tunekirina destkeftiyên gelê kurd de li bakurê Kurdistanê êrîşên hovane yên siyasî, civakî û leşkerî pêk tîne, bi rêya qeyûman jî dixwaze van destkeftiyan têk bibe. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP’î hatin kirin jî, qeyûmên rejîma faşîst talaneke bêsînor kirin.

Yek ji şaredariyên ku qeyûmê AKP’ê ku di 11’ê îlona 2016’an de ji hêla Wezareta Karê Hundir ve hatiye tayînkirin jî, qeyûmê Şaredariya Cizîrê ye. Qeyûmê ku ev sê sal e li Cizîrê êrîşî nirxên civakî, çandî û siyasî dike, niha jî dixwaze bi dek û dolaban hundirê şaredariyê vala bike. Qeyûmê ku dizane dê şaredariyê winda bike, hewl dide ku hemû milkên şaredariyê dewrî AKP’ê bike. Li gorî agahiyan, Navenda Çanda Jinan a Sitiya Zîn a ji aliyê jinên AKP’î ve tê bikaranîn û Navenda Zanistê ya ku hîn tê çêkirin, çend ji milkên ku qeyûm dixwaze dewrî Îdareya Bajêr a Taybet bike ne.

Planên qeyûmê li Cizîrê

Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, Navenda Çanda Jinan a Sitiya Zîn radestî Seroka Baskê Jinan a AKP’a Şirnexê Hatîce Atan û ekîba wê hatibû kirin. Hat zanîn ku qeyûmê AKP’ê hewl dide ku vê navendê dewrî jinên AKP’ê bike. Li gorî agahiyên çavkaniyên di şaredariyê de dixebitin, midûrên yekîneyan ji bo saziya bûye mijara gotinê amadekariya qanûnî ya dewrê dikin. Jinên AKP’î bênavber li Navenda Çandê civînan li dar dixin. Hat zanîn ku Navenda Zanistê ya beriya niha bi demekê li taxa Konakê dest bi çêkirina wê hat kirin jî dewrî AKP’ê bê kirin. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî