25 sal in agahî jê nayê wergirtin

Dayikên Şemiyê di hefteya 715’an de çalakiya ku li Qada Galatasarayê hatiye qedexekirin li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê berdewam kir. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê 25 sal in agahî jê nayê wergirtin pirsî. Keça Taşkaya Serpîl Taşkaya, bertek nîşanî helwesta rayedaran da û wiha got: “Ez ji 9  saliya xwe heta niha her hefte li Qada Galatasarayê qurnefîlan datînim.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 715’an de çalakiya şemiyê ku di heta hefteya 699’an li Qada Galatasarayê ji ber polîs ve hat qedexekirin û her hefte qedexe dikin li pêş avahiya ÎHD’ê pêk tînin, berdewam kir. Dayikên Şemiyê wekî her hefteyê xwestin bimeşin Qada Galatasarayê û vê hefteyê jî polîsan meşa dayikan asteng kir û destûr nedan ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Beriya çalakiyê polîsan kolanên diçin avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê dorpêç kirin. Tevî astengiya polîsan, dîsa xizmên windayan û mirovên şemiyê li avahiya ÎHD’ê kom bûn. Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan berdilkên ku wêneyên windayan li ser hene wêneyên windayan hilgirtin. Dîsa qurnefîl jî xistin destê xwe û daxuyanî dan. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrıkulu û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkara yê di 6’ê kanûna 1993’an de li gundê Baglar ê navçeya Siweregê ya Rihayê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsîn. Biraziya Huseyîn Taşkaya Sorgul Taşkaya axivî.

Taşkaya anî ziman ku mafê azadî û jiyana mirovekî tenê bi demokrasî û hiqûqê tê parastin  û bal kişand ser bêhiqûqiya li Tirkiyeyê û astengiya çalakiya wan a li Qada Galatasarayê. Taşkaya diyar kir ku 25 sal in ji bo winda bên dîtin ew têkoşîna edaletê didin û çîroka apê xwe Huseyîn Taşkaya wiha vegot:  “Bavê 4 zarokan Huseyîn Taşkaya yê 42 salî li Siwerekê di bin serweriya Eşîra Bucakan de mutahîdî dikir. Piştî bihîst ku navê wî di lîsteya kesên bên kuştin de heye mala xwe bar kir û hat Stenbolê. Ji bo karê xwe yê fermî dîsa çû Siwerekê. Li mala mamê xwe Mehmet Taşkaya ma. Di şeva 6’ê Kanûna 1993’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat wergirtin. Polîs û cerdevanên eşîra Bûcak bi 30 maşîneyan mala Mehmet Taşkaya dorpêç kirin. Bi rêveberiya Tegmen Ahmet Şenturk bi ser mala Huseyîn Taşkaya  de girtin. Piştî Huseyîn Taşkaya hat binçavkirin malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê tu encam bi dest nexistin.”

Paşve gav navêjin

Di berdewamî Taşkaya ev tişt anî ziman: “Dayika Huseyin Taşkaya Fatime Taşkaya tevî hemû serlêdanan û hewldanan agahî ji kurê xwe negirt û di 17’ê cotmeha 2015’an de ji nava me koç kir. Em kesên Huseyîn Taşkaya binçav kirine dizanin. Lê ev kes li şûna bên darizandin hatin xelatkirin. Em bang li darazê dikin ku li gorî edaletê tev bigerin û heqîqetê ronî bikin û hesab ji berpirsyaran bê pirsîn. Heta ku daxwazên me yên edaletê pêk bên têkoşîna me dê berdewam bike. Em dê ji daxwaza xwe ya Qada Galatasarayê jî paşve gav navêjin.”

‘Ji 7 saliya xwe ve digerim’

Piştre Hevjîna Taşkaya Sultan Taşkaya jî axivî û wiha got: “Heta kujer bên dîtin û darizandin ez ê têkoşîna xwe û lêgerîna edaletê berdewam bikin.” Keça Huseyîn Taşkaya Serpîl Taşkaya jî diyar kir ku 32 salî ye û ji 7 saliya xwe de aqûbeta bavê xwe dipirse û wiha got: “25 sal in têkoşîna edaletê didim. Min ev têkoşîn ji dayika xwe wergirt. Îro ez berdewam dikim. Sibê dê zarokên min berdewam bikin. 15 hefte ye li dijî hiqûqê çalakiya me li Qada Galatasarayê tê astengkirin. Ez ji 9 saliya xwe ve li Qada Galatasarayê qurnefîlan datînim qadê. Heta aqûbeta bavê min ronî bibe û hesab ji kujeran bê pirsîn tekoşîna me ya edaletê  dê berdewam bike.”  STENBOL

Dikarî Biecibînî