Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xist

Mordem Huner a beriya bi demekê li Amedê bi armanca xebatên çand û hunerî hat vekirin, konserek ya hunermend Mem Ararat û Kerîm Sevînç li dar xist. Gelek hezkiriyên muzîka kurdî beşdarî konserê bûn.

Di destpêka konserê de yek ji xebatkarên Mordem Hunerê Kenan Demîr axivî û behsa mebesta konserê kir û got ku ew xebatên çand û hunera kurdî bi rê ve dibin. Demîr ji bo xwedîderketina çand û hunera kurdî xwest hemû kes li zimanê dayika xwe xwedî derkeve û diyar kir ku dê di siberojê de hin xebatên berfirehtir ên çand û hunerî li dar bixin.

‘Em li zimanê xwe xwedî derkevin’

Konserê bi stranên zîz ên Mem Ararat dest pê kir. Ararat beriya ku dest bi strandina stranên xwe bike axaftinek kurt kir. Ararat di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya kurd tê de derbas dibin û xwest li gel pêvajoyeke ewqas dijwar jî gelê kurd li zimanê dayika xwe xwedî derdikevin. Ararat da zanîn ku dê kurd bi xwedîderketina zimanê xwe çand û hunera xwe jî azad bikin. Ararat paşê jî stranên xwe strandin û muzîkhezan li ber dengê tembûra xwe xemgîn û kêfxweş kirin.

Piştî Ararat hunermend Kerem Sevînç ê bi zaravayê kirmanckî ku distre jî derket ser dikê û stranên kirmackî gotin. Olana dengê stran û awazên kirmanckî li salonê deng veda. Piştî strandina Kerem Sevînç konser bi dawî bû. AMED

Dikarî Biecibînî