Li Minbicê ruhê seferberiyê

Nazim DAŞTAN/ MINBIC – MA

Bajarê Minbicê xwedî cihekî stratejîk e ku rêyên Efrîn, Tebqa, Reqqa, Şehba, Heleb û hwd. lê digihin hev. Bajar niha di bin gefa dagirkirinê ya dewleta tirk û çeteyên wê de ye. Li dijî van gefan, meclisên leşkerî û sivîl ên Minbicê bi ruhê seferberiyê dixebitin. Gelê Minbicê jî amadekariyên xwe dike û dibêje ku tu gef û êrîş dê nikarin vîna gelê wan têk bibe

Bajarê Minbicê li nêzî bajarê Helebê û li ber çemê Firatê ye. Her wiha gelek rêyên neteweyî û navneteweyî li vir derbas dibin û ji ber vê yekê jî xwedî cihekî stratejîk e. Bi vê girîngiya xwe ye ku gelek hêzên navneteweyî li derdora wê kom bûne. Di pêvajoyeke wiha krîtîk de dewleta tirk jî gefên xwe yên li dijî Minbicê zêde kirin. Li dijî gefên dewleta tirk û çeteyên wê, gelên Minbicê ku ji kurd, ereb, çerkez, tirkmen û ji gelek pêkhateyên cuda pêk tê, seferber bûne. Ji Meclisa Leşkerî ya Mibicê heta sazî û rêveberiyên din ên bajar, hemû kes li dijî her îhtimalî amade ne.

Minbic li bakurê Sûriyeyê weke bajarê xwedavenda herî mezin Atargatis tê zanîn. Dîroka bajar heta 5 hezar salan diçe û gelek hêzên cuda yên weke Roma, Sasanî, Memluk, Makedon, Abbasî, Fatimî, Eyyûbî, Mogol, Osmanî û Fransiyan li ser Minbicê serwerî kirine. Nifûsa bajar bi qasî 500 hezar kesî ye û gelek neteweyên cuda tê de dijîn. Bajarê Minbicê di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de kete destê çeteyên OSO’yê. Lê piştre ket destê DAIŞ’ê û herî dawî jî li ser banga gel, Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 15’ê tebaxa sala 2016’an de bajar rizgar kir.

Jiyana li bajar

Minbic xwedî cihekî stratejîke û rêyên Efrîn, Şehba, Haleb, Reqqa, Kobanê, Tebqa, Cerablus û Babê lê digihin hev. Bi rizgarkirina bajar re Meclisa Sivîl a Minbicê hate avakirin û li bajar jiyaneke hevpar hatiye avakirin. Piraniya meclisê ji nûnerên kurd û ereban pêk tê û pêkhateyên din jî li gorî gelheya (nufûs) xwe tê temsîlkirin. Bajar ji roja ku hatiye rizgarkirin heta niha di bin gefa dewleta tirk de ye.

Liv û tevgera li ser sînor

Di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sînorê çeteyên ‘Mertalên Firatê’ de ava Sacûrê weke sînor hatiye detsnîşankirin. Di van rojên dawî de dewleta tirk û çeteyên wê li ser vî sînorî hêzên xwe kom dikin. Ji bo êrîşkirina Minbicê jî li benda erêkirina DYA û Rûsyayê ne. Li ser sînor her wiha hêzên koalîsyonê jî dewriye digerin û di rojên dawî de jî liv û tevgera balafiran zêde kir. Li rojavayê bajar jî ji navçeya Arîmayê ya Babê heta gundên Ulaşli û Bogazli şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîmê bi hev re sînor diparêzin. Li Arîmayê alên meclisa leşkerî, rejîm û leşkerên rûsî pêkve li ba dibin.

Meclisa sivîl seferber bûye

Dewleta tirk ku dixwaze Idlibê bide jibîrkirin, bi êrîşên li dijî Minbicê re dixwaze rojevê biguherîne. Car bi car êrîşên provakatîf pêk tîne. Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî kozikên xwe xurt dike û amadekariyan dike. Li hêla din jî gelê Minbicê jiyana xwe ya asayî didomîne û amadekariyên xwe dike. Meclisa leşkerî kolan bi kolan, tax bi tax gel bi rêxistin dike û dixwazin ku ji her tiştî re amade bin. Li navenda bajar ewlehî di asta herî jor de ye û Meclisa Sivîl a Minbicê seferber bûye.

Xebateke birêxistinî dimeşînin

Li her devereke bajar gel tê hişyarkirin û rojane civîn tên lidarxistin. Hevseroka Meclisa Sivîl a Minbicê Nura El Hemed ku bi eslê xwe erebe ji bo rewşa heyî wiha dibêje: “Me bajar ji DAIŞ’ê rizgar kir. Em hemû pêdiviyên gel pêşwazî dikin. Em xebatek bi rêxistinî û lez dimeşînin. Ger ku Tirkiye gefan dixwe, gel bêhtir hevdu hembêz dike. Gelê me xwedî biryar û vîn e. Gel ji bo pêşerojê xwe amade dike.”

‘Gelê Minbicê natirse’

Ji esnafên Minbicê Mistefa Hido jî dibêje ku ew bi meclisa leşkerî bi bawerin û gefên dewleta tirk dê nikarin wan têk bibin. Hido di berdewamê de jî wiha got: “Li kolanan binihêrin. Mirov li kolanan in û natirsin. Jiyan weke her rojê zindî ye û diherike. Gelê Minbicê netirsiya û natirse jî.”

Dikarî Biecibînî