Li seranserê Iraqê kurdî dibe zimanê perwerdeyê

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Iraqê biryar da ku ji bilî Herêma Kurdistanê li seranserê Iraqê ji bo dibistanên seretayî û navîn bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn. Li gorî biryara hatiye dayîn dê di polên 3, 4, 5 û 6’an de zarok bi zimanê kurdî jî bên perwerdekirin
Li Iraqê ji bo zimanê kurdî pêngaveke girîng hat avêtin û biryar hat dayîn ku li seranserê Iraqê ji bo dibistanên seretayî û navîn bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn. Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê têkildarî mijarê biryarnameyek weşand û ragihand ku di serdema nû ya perwerdeyê de li seranserê Iraqê zimanê kurdî dê weke zimanê perwerdeyê bikeve mufredatê.

Li gorî biryarnameya ku hatiye weşandin dê ev yek di du astanda pek bê, di asta yekemîn de di mufredata polên 3, 4, 5 û 6’an ên dibistina seretayî de û di mufredata polên 3, 4 û 5’an a dibistanên navîn de cih bigire. Ligel ku di Destûra Bîngehîn a Iraqê de kurdî weke ji zimanê fermî tê naskirin jî heta niha li dibistanên Iraqê perwerdeya bi zimanê kurdî nedihat dayîn.

Li aliyê din, li bakurê Kurdistanê jî daxwaza kurdan a ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî heye. Lê ligel ku bi salan e kurd ji bo vê yekê têdokişin jî ev daxwaza kurdan ji aliyê dewletê ve nayê bersivandin. Li şûna bersivandina vê daxwazê dewlet ji bo pişaftina kurdan tişta ji destê wê tê dike û liv û tevgerên ji bo pêşilêgirtina vê yekê asteng dike.

Dikarî Biecibînî