Karneya çapemeniyê ya 2018’an a Tirkiyeyê

Li tevahiya cîhanê herî zêde rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne. Li Tirkiyeyê, ji bo rojnamegeran sala 2018’an weke sala zext, girtin, qedexe, sansûr, gef, binçavkirin û îşkenceya derûnî derbas bû. Di 28’ê adara 2018’an de qeyûm tayînê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hatin kirin. Rojnameya Welat jî ku yekane weşana xwe bi kurdî dikir û li welat yekane rojnameya kurdî bû, ji ber zextan çepxane nedît ku were derxistin. Ligel vê yekê jî rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî di 8’ê tîrmeha 2018’an de bi biryara KHK’ê hatin girtin.

Di rewşa niha de li Tirkiyeyê 173 rojnameger girtî ne. Di sala 2018’an de rojnamegerek hat kuştin, 142 hatin binçavkirin, 66 hatin girtin, 520 hatin darizandin û cezayê girtîgehê li 112 rojnamegeran hat birîn.

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Ayşe Guney û Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan der barê pirsgirêkên rojnamegeran ku di sala 2018’an de jiyane axivî.

Dane encama zextan e

Berdevkê OGÎ’yê Hakki Boltan diyar kir ku li ser rojnamegerên muxalif zextên mezin hene û bi tirsê dixwazin rojnameger dest bi nivîsandin, ronîkirna civakê û vegotina rastiyan berdin û wiha domand: “Herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtî ne. Rojnamegerên îsal der barê wan de doz hatin vekirin, qet ji korîdarên edliyê kêm nebûn. Tirkiye ji bo rojnamegeran veguherî zindanê. Rojnamegerên erka wan nûçe çêkirin û ragihandin bû, îsal tim hatin darizandin û ceza kirin.”

‘Rojnameger tim hatin tehdîtkirin’

Di axaftina xwe de Boltan da zanîn ku medya muxalif ji bo ku li ser peykê weşanê bike nikare frekansan werbigire û wiha got: “Dîsan ji ber zeman kaxiz nayê kirin û her roja diçe çapemeniya nivîskî tê girtin. Dîsa li ser rojnamegeran gefên mezin hene. Rojnamegerên ligel hemû zor û zehmetiyan xebatên xwe bi rê ve dibin, dibin gefa de her roj dibe ku bên girtin û ji cihê xwe bibin de ne. Rojnamegerên gotina ‘Paşayê min her bijî’ qebûl nakin, darê darazê tim li ser serê wan diheje. Çi dibe bila bibe em ê dîsa xebatên xwe yên rojnamegeriyê berdewam bikin û em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku bibin yek û bi hevre van êrîş û zextan bişikînin.”

Rojnameger bi israr nûçeyên rastiyê nivîsandin

Di heman mijarê de berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamaya Ayşe Guney jî diyar kir ku beşên herê cesûr ên sala 2018’an rojnamegerên jin bûn û ev tişt anî ziman: “Piştî rakirina OHAL’ê, daraz bû amûrê cezakirinê. Hewl hat dayîn ku mafê azadiya raman û çapemeniyê ji holê bê rakirin û rojnamegerên ev mafên xwe bi kar anîn, hatin binçavkirin, girtin û tehdît kirin. Rojnamegerên jin tim di hedefa êrîşan de bûn. Rojnamegerên bi israr nûçeyên rastiyê nivîsandin, tim rastî zext, êrîş, gef û girtinan hatin. Ligel vê yekê jî jinên rojnameger xebatên girîng bi rê ve birin.”

‘Em ê tim şopdarê heqîqetê bin’

Her wiha Guney da zanîn ku xwedî derketina rojnamegerên girtî, di heman demê de xwedî derketina rastiyane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê mafê ramanê û çapemeniyê dibin pêyan de hatiye hiştin. Hikûmet bi polîtîkayên faşîzane, pêkanên ‘yektîp’ dixwaze pêş bixe û bi van pêkanînan êrîşî çapemeniya azad dike, mafê gel ê nûçe girtinê asteng dike û hewl dide bi nûçeyên derew bîra civakê jê bibe. Çapemeniyê azad tim li dijî êrîşên li ser civakê ye. Em jinên rojnameger jî yên ji kevneşopiya çapemeniya azad hatine, li hemberî vê tabloya heyî tim şopa heqîqetê bişopînin. Em ê li dijî hemû zextan derbikevin û bibin dengê jinan.” AMED

Dikarî Biecibînî