Zeydan jî dest bi greva birçîbûnê kir

Parlamenterê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan bi rêya parêzerê xwe peyamek şand û da zanîn ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin, dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kir

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven daye destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam dike. Ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re, parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan jî dest bi greva birçîbûnê kir.

Têkildarî mijarê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê daxuyaniyek da û ev agahî dan: “Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven di roja 55’an de didome. Ji bo piştgiriya bi çalakiya Guven re, parlamenterê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan ku di Girtîgeha Edîrneyê de tê girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.”

Bi rêya parêzerê xwe peyam şand

Parlamenter Zeydan bi rêya parêzerên xwe jî peyamek şand. Zeydan di serî de çalakiya Guven bi bîr xist û wiha got: “Ji bo ku em bikarin ji kaosa di van 4 salên dawî de derkevin, divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Ez jî ji bo piştgiriya bi çalakiya birêz Guven re, dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan dikim.”

Hejmara kesên di çalakiyê de

Li gorî daneyên HDP’ê, li temamiya girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 90 girtî ji bo piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Tê gotin ku dê di 5’ê çileyê û şûnde bi tevlêbûna 300 girtiyên siyasî greva birçîbûnê bê berfirehkirin.

Çalakiya girtiyên siyasî didome

Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdarê roja damezirandina PKK’ê de, li 117 girtîgehan bi tevlêbûna 600 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû. Di her 10 rojan carekê jî komeke cuda çalakiyê dewr digire. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 16 kanûnê de jî li 5 girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê bi tevlêbûna 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû.

Gelek siyasetmedar di grevê de ne

Tevî girtîgehan, li başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî bi heman daxwazê çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatibûn destpêkirin û hîn didomin. Li hêla din, hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel, seroka ESP’ê Çîçek Otlu, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî di greva birçîbûnê de ne. AMED

Dikarî Biecibînî