Guven: Dê 2019 bibe sala berxwedanê

Hevseroka KCD û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 56 roj in di greva birçîbûnê de ye ji bo sala nû peyam şand û diyar kir ku dê sala 2019’an bibe sala berxwedanê

Hevseroka KCD û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 56 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, ji bo sala nû peyam şand.

Guven di peyama xwe de ev tişt diyar kir: “Civak dema ku dikevin sala nû, dixwazin xwestekên wan bi cih were. Ev daxwaz û bêrî li gorî civakan diguhere. Kurd ên ku gelekî qedîm ên Rojhilata Navîn in, tenê daxwazeke wan heye, ew jî aştiyeke mayînde û bi rûmet e. Her kes dixwaze aştiyeke civakî pêk were. Ji bo vê jî li her qadê têdikoşin.

Di serê sala 2018’an de dilê kurdan li Efrînê diavêt. Di serê sala 2019’an de jî ev dil li Kobanê diavêje. Di heman demê de beriya sala 2018’an û piştî wê tecrîda li ser Ocalan nehatiye bidawîkirin. Bi tecrîda li ser Ocalan re, tecrîd li hemû gelê kurd tê ferzkirin.

Êş neguherîn û bi ser de zêdetir bûn. Jin dîsa bûn cangoriyên tundiya mêran, girtîgeh hatin tijîkirin, bêhiqûqî didome. Lê girtî li ber xwe didin, ji bo rakirina tecrîdê gel li ber xwe didin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.

Di sala 2018’an de zext û êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê berdewam kir. Îradeyên gelê kurd hatin girtin. Ji ber azadiya ramanê her kes hat darizandin. Di heman demê de di hilbijartina 2018’an de serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Di payîza 2018’an de berxwedana ji bo rakirina tecrîdê hate destpêkirin. Hesteke xweş e ku em bi berxwedanê dikevin sala nû. Ev mizgîniyê dide me ku dê berxwedan di sala 2019’an de jî bidome. Em dikarin bi berxwedanê tecrîdê rakin.

Sala 2019’an dê bibe sala azadiyê û pêşveçûnên demokratîk ên li vê erdnîgariyê pêk werin. Bi hêviya ku di vê sala nû de birçîbûn, sefalet, bêkarî, îstîsmara zarokan û girtin û kuştin tunebin, ez sala nû ya berxwedêran pîroz dikim. Bila sala nû bibe sala serkeftina berxwedanê.”

Dikarî Biecibînî