Li girtîgehan ji 3 hezarî zêdetir zarok hene

Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban got ku nêzî 4 hezar zarok li girtîgehên Tirkiyeyê hene ku 170 ji wan penaber in û nêzî 700 jî zarokên heta 6 salî ne

Li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 3 hezar zarokên 12-18 salî hene û nêzî 700 zarok jî hîn 0-6 salî ne ku bi dayikên xwe re ne. Zêdeyî 170 jî zarokên penaber in. Bi vî rengî hejmar digihîje 4 hezarî. Dewleta tirk bi avakirina girtîgehên nû nîşan dide ku ev hejmar dê zêde bibe. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Emîn Çoban diyar kir ku girtina van girtîgehan daxwaza wan a bingehîn e.

Çoban destnîşan kir  piştî ku ew binpêkirina mafên zarokan tespît dikin yekser diçin dîtina wan û wiha got: “Li Amedê bi taybetî pirsgirêkên der barê zarokên girtiyên siyasî de digihîjin ber destê me. Di çarçoveya TMK’ê de nêzî zarokên girtî yên siyasî dibin, mîna ku mirovên mezin in helwest li dijî wan tê nîşandan û ji her alî ve bi wan didin hîskirin ku ew siyasî ne. Li gelemperiya Tirkiyeyê, li girtîgehên zarokan şert û mercên jiyanê bi giştî nebaş in û rundî li zarokan tê kirin.”

Di nav 5 salan de 13 zarok mirin

Parêzer Emîn Çoban bi bîr xist ku ji 12 heta 18 salî zêdeyî 3 hezar zarok li girtîgehan e û piranî van zarokan jî ji ber sûcên edlî girtî ne û her wiha got ku ji sala 2013’an heta niha 13 zarok li girtîgehan mirine.

Di axaftina xwe de Çoban diyar kir ku divê girtîgehên zarokan werin girtin û da zanîn ku zarokên li girtîgehan ji civakê tên îzolekirin û wê demê rîska k udi jiyana civakî de sûc bikin zêde dibe û wiha pêde çû: “Rehabîlîtekirina zarokan li girtîgehan nabe, divê li nava şert û mercên hîn baş bên rehabîlîtekirin û tev civakê werin kirin. Li girtîgehan tundî, îstîsmar û her şêweyên heqaretê dibînin. Ji ber vê yekê hinek hewl didin xwe bikujin. Her wiha metirsî heye ku ji aliyê wezîfedarên cemaweriyê ve bên kuştin.”

Her wiha Çoban destnîşan kir ku xizmetên civakî bi tu awayî ji zarokên girtî re nayê dayîn û zarokên girtî dema rastî zextan tên jî nikarin vê yekê ragihînin. AMED

Dikarî Biecibînî